Polîtîk

Tirkiye cara yekê ye bi fermî dibêje Kurdistan

Wezîrê Derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu bi minasebeta şewata otêla Soma li bajarê Silêmaniye, nameyek ya sersaxiyê ji bo kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dayîn ji serokê herêma Kurdistanê Mesut Barzanî re rêkir. Di nama xwe de Davutoglu bi vî awayî destpêkirîbû.


Birêz serok Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Wek tê zanîn heta niha Tirkiye bi awayek fermî her gotine, “ Bakûrê Iraqê“, “ Iraq a Bakur“ herî gotina pêş ew bû ku, gotibûn “ Herêma kurd li Iraqê“ Lê nama wezîrê derve yê Tirkiye wek guhertinek diplomasî hate nirxandin. Îro ev yek di medya Tirkî de gelek cihgirtiye û herkesek bi awayekî dinirxîne. Ji ber ku ev cara yekem e, bi belgeyek fermî ya Tirkiye de gotina Kurdistanê tê karanîn.

Back to top button