Kultur

Hebûn û Nebûna Êzdiyan

 

 
Kerem bikin beşeke ji pirtûkê:

Pêşgotin
Xwandevanên hêja!
Min jî wek, neferekî civata ola Êzîdî dixwast netew û ola xwe nasbikim. Di vê babetê dîroka netewî û ola xwe de gelek pirsên min hebûn. Dilê min dixwast ez zanibim, ka ew mêr xasên Êzîdiyan, yên kû zordaran xwe ji wan didan paş, di Kurdîstanê de xwediyên kîjan erdan bûn û ka ew çewa û ji kengî ve li ser erda xwe jiyan ne? Gelo ji ber çi neyarên netewa Kurdan hê jî dibêjin:”ji ber ku Êzîdî ji çand û ola xwe ya kurmancî re xwedî derdikevin, gereke ew zimanê di devên wan de bêye birîn!.”

Ji bo ez karibim bersiva van pirsan bidim, min gelek pirtûk, lêkolîn û berhemên li ser vê olê xwandin.Vêga gihîştime vê baweriyê: Kesên ku ji dîroka Kurdîstanê agehdarin, ew dizanin ku ola Êzîdiyan ola Kurda ye herî kevn e. Ji ber kû dijmin timê ji Kurdên Êzîdî tirsiyane û ji bo ku bikaribin Êzîdiyatiyê ji holê rakin, navbera wan û olên cînar da neyartiyê çêkin, ewan tiştên ne rast derheqa Êzîdiya de gotine:”Êzîdî ne kurdin, Êzîdî qûreşîne, Êzîdî ji hova bawerdikin, kitabên Êzîdiyan yên pîroz tûnin, kî neferekî Êzîdî bikuje, ew guhnê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d.” Ewan bi vî haweyî, bê hêjmar Êzîdî di Kurdîstanê û di welatê xwe de bi xayîntî kuştin û qetilkirine. Çiqas ziyaret, paresgehên Êzîdiyan wêran bûn, gelek qewl û dûayên me hatine ji bîrkirin.

Wexta ez li dîrokê dirênim, dibînim ku babetê rewşa Êzîdiyan gelekî kevn û berfire ye. Hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd , Êzîdî û biyanî li ser rewşa jiyan û ola Êzîdiyan gelek tişt nivîsandine.Ez bawerim ku piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzîdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî pir qels in. Ewan zaniyarên xwe ji ber devên şexsên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên Musilman û Êzîdiyên sade(normal) bi rişwetê standine. Weha gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Êzîdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.Heta îro jî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin „ Ez rewşenbîr û niviskarim” ,bi teybetî li nava tevgera rizgarî xiwaza gelê Kurdîstanê dene û ev na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ev kesan dîroka Êzîdiyatiyê şêlû didine xwanê.

Her kes jî dizane, di wan demên ku ferman li Êzîdiyan rabûne û Êzîdî koçber bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin û nivîsandin ji Êzîdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer û fermanên bi serê Êzîdiyan hatine, bi gotin û stranên dengbêjan di nava gelde hatine xweyakirin. Lê gelek serpêkhatên Ezîdiyan hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û şîrove kirin. Bi hezaran tiştên me yên baş, di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne û em hew dikarin îro wan buyeran derxînin.
Ez naxwazim zêde li ser kevnbuna dîroka kurdên Êzîdî û hemû heremên ew tê de hene bisekinim. Ezê li gorî zanebûn, hiş û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî-Melek daye min, bi taybetî li ser rewşa Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê, kû piraniya wan vêga ne li ser axa bav û kalan dijin rawestim. Ez dibînim ku îro gelek ji eşîr û qewmiyetên me Êzîdiyan heliyan ne. Ez jixwe nikarim nav û hejmaran waqas eşîrên heliyane û eşîrên kû qulibîne tesbît bikim. Ez dikarim bi alîkariya hinek camêr û dengbêjan, navên hinek Gund, Êl, eşîr û Qebîlên Êzîdiyan ku hetanî van salên dawiyê mane tesbît bikim û diyar bikim, ka wexta Êzîdî li wellatê xwe bûn , ew li kîdera Êzîdîxanê de diman? Berî dema ku ew derkevine Şaristana, ka ew çend eşîr bûne?, Xwedanên wan kîbu? Ka nandarên Êzîdiyan yên hingê û hetanî îro kîne? Çend eşîrên wan îro hêja li xerîbiyan dijîn? û w.d.??. Êzê çend helbestên ku min li ser rewşa me nivîsandine jî pêşkêşî zanistiya xwandevanên hêja bikim.

Her weha hêvîdarim ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê karibin ji vê xebata min fêdebikin û evê bibe handanek ji wan re, kû karibin hê zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gehîştiye û ew pê zanîbin kombikin û bi weşînin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbim gava ku ewê ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye:”Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.(12)” bikin.
Ez dixwazim livirê cardinê ji wan camêrên, ku navên wan di dawiya kitêbê de hatine rêzkirin û bi taybetî Nivîskarê Êzîdî Eskerê Boyik, Mamoste Pîr Xidir Suleyman û Ali Tuku pir spasbikim.
Kemal Tolan

Rewşa Êzîdiyan
di dema Împaratoriya Osmaniyê de.
Dîroka Êzîdiyan, diyar dike kû me di demên berî Xaçperezî û Musilmaniyê de jî, di gelek wextan û li gelek heremên Kurdîstanê de, bi qehremanî Kurdiyatî û Êzîdiyatiya xwe parastine. Dil dixwaze bi zanibe, ka ji ber çê weha neyarên Êzîdiyatiyê di her wextî de Êzîdî, Musilman û Olên dinê bere hevûdin dane? Belê, taqeta min bitenê nagîje bersiva vê pirsê ,lê ez dikarim niha hinek pelên dîrokê, bi taybetî yên dema Împaratorên Osmaniyan hatine Kurdîstan talan kirine û heta vêga, ka dîroka berxwedan û helandinan Êzîdiyan di Kurdîstanê de çewa hatine diyarkirin? Bi gelekî kurtayî ji xwandevanan re bidime ber hevûdinê.
Di dema kû Osmanî hatine (1300-1920) bi şûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartî xistine nava gelên li Kurdîstanê. Di wê demê de gelek netew di bin destên dewleta Osmaniyan de hebûne. Hingê gelek ji wan netewan dikaribûne di heremên xwe de, carnan berpirsyariya xwe ye serbuxwe jî bikin. Lê, çi gava Êzîdiyan di nava vê Împaratoriyê de, li ber xwe dabe, ew ji aliyên netewên nexêrxwaz ve bi her hawayî ve hatine perçiqandin.
Hîna di wê demê de, Osmaniyan bi zanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên hinek begên kurdên Musilman. Ewan Begên olperest û nezan jî gelek caran kurdên Êzîdî qetilkirine. Koçberbûn û talankirina êzîdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barbarên Moxullan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye. Ji ber van şerên berxwedanên Êzîdiyan yên netewî, Êzîdî dîsa di dema Sultan Murat II (1421-1451) û Êdrîsî Bitlîsî de jî, koçeberî gelek ciyan bune.”Êdrîs Bîtlîsî (di sala 1514 ), Kurdên ji herema Hekkarî û Botan radike dibe li ciyên wexta Tîmûr (tirkê Mongolîstanê) têre derbas bûne û vale hîştibûn,li herema Erzuromê heta Erîvanê bicî dike. Ev  herema heta dema şerê Tirk û Rûsan sala 1828-1829 nayê guhartin.(6:17-18)„
Piştî demeke ne dirêj, Êzîdî li koçberiyê jî li ber xwe didin û ji ber van berxwedanan „Kanûnî Siltan Sileyman di sala 1535 de Erbîl û mintîqên Soran bi destê Mîrê Êzîdîxanê Mîr Huseyîn Begê Dasinî ve berdide.(13:305)„

Wekî ku di dîrok û Lêkolînan de xwanê dike, berî desthiletdarên Ewrûpan bên bikevine nava karên Împaratoriya Osmaniyê û heta ji wan re ne bûne alîkar, Êzîdiyan gelek heremên Kurdîstanê de, bi qweta xwe xwe parastine. Weke nimûne:gava mirov baş li „ Defterên Dîroka Osmaniyan yên ku di salên 1539 an de hatine nivîsandin 29:207-209 „ û li „Şerefnama -Şerfxanê Bedlêsê çav.4.”ku ew jî 420 salan berî vêga hatiye nivîsandin birêne, xweya ye ewan jî hingê xêra Êzîdiyan ne xwastine, lê di cîna de mecbûr bune bahsa hinek qwet û eşîrên Êzîdiyên hingê serbixwe dikin. Birêne li rûpel:23-27.
Dema dewlta Osmanî bi alîkariya hinek begên Kurdên paşwerû û şêwirdarin Ewrûpayiyan Kurdîstan cara yekemîn bi peymana Qesra Şêrîn (di sala 1639de) perçekirin, hingê Êzîdî li dijî vê perçekirina Kurdîstanê derketine. Heta ji bo kû Êzîdî bi her hawayi ve, nekevine bin destê  Osmaniyan, ewan bi kurdên Musilman, Ermenî û Sûryanî re peyman çêkirine. Li ser wan berjiwendiyên Êzîdiya, yên bi gelên Ermenî û Sûryanî re, Hovanan Piskopos di namên xwe yî di sala 1763 de weha nivîsandiye :„ Osmaniyan ne weke berî sed salî ne.Gava ew îro bikevine herbekê, ewê sedî sed têkherin, ji xeynî viya jî, êdî kontrola bajarên wan ne dibin destê wan dane, evê bi rehetî werine zebtkirin……..di nava 6 rojan de 40.000 hezar leşkerên çekdar wê tevlî we bibin. Sûriyanî û Kurdên Êzîdî jî ji bo tevlî me bibin, ye amadene. (5:53)„

Gava di salên nêzîkî 1638 de xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîştine armancên xwe, êdî zilm û zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje:” Ji vê demê şûn de kurdên Êzîdî kû li heremên Musul, Siirt û Sancar (Şengal k.t.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan. Berê kurdên ku ji Êzîdiyatiyê bawer dikirin gelek bûne, heta hemû beglerê Cizîrê bi xwe jî, ji vê Olê bûne. Ji ber van buyeran, gelek ji wana qulibîne ser ola Sûniyan. Ji vê demê şûn de dijminatiya di nava kurdên Musilman û Êzîdî xerabtir buye.(5:29)„
Li ser fikra ku „hemû beglerê Cizîrê bi xwe jî, Êzîdî bûne” dîsa Şerefxanê Bedlêsê di Şerefname de weha nivîsiye :” Di destpêkê de kesên vê xanedana han ên xwedî paye, li ser rêça Dînê Êzîdîtî yê anjî „Melekê ne baş” dimeşiyan (4:156) „

Di vê demê de xwînxwar û koledaran nikarîbûne qweta Êzîdiyên di heremên çiyan de dijiyan bişkênin, ewan bi êrîşên xwe yê pêşîn bizora şûr hinek Êzîdî qulubandin û yên mayîn jî koçber û derbeder kirin. Nimûne wekî„ Di wexta Siltan Murat ê IV di 1639 de, hinga Malak (Malik) Ahmed Paşa dibe Waliyê Diyarbekirê, ew êrîşên xwe dibe ser Êzîdiyên li der û dora Diyarbekirê û dûre jî ser Êzîdiyên Şengalê gelek ji wan qirkirine. (5:46)”
Wekî din gelek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd û Ecnebî jî dibêjin ku Êzîdî zêde bi êrf û adetên xwe ve girêdayî bune. Birêne,dema lêkolînvan û nivîskar Carsten Niebuhr, diçe li nava Kurdîstanê digere û di peyre di kitêba xwe ya ku di sala 1766 weşandiye de weha nivîsandiye:”Dewleta Tirkan, ji ber ku kitaba ola Êzîdiyan ya muqadese weke ya ola Musulman, Xaçparêz û Cuhu ya tune ye, dinê Êzîdî qebul nake. Êzîdî jî mecburbun sed û hedên xwe bi dizî bimeşînin û ji ber neheqiya Dewletê mecbur dibên xwe li gorî oleke wê herêma ku têde dijîn, yan Musulman, Xaçparêz û yan jî Cuhu bidin nasandin.(31.:683-687)”
Bi dîtina min wexta, ku Temir Paşayê Milî, di sala 1780 de dibe serokê eşîrên Kîkan û Milan (hingê Êzîdiyên li Beriya Wêranşehîrê), ewî desthilatdariya Kurdî di herêma xwe de gelekî mezin kiriye. Sultan Selîm ji vê desthilatdariya Temir Paşayê Milî û Êzîdiyan gelekî tirsiya ye û ewî lewma jî di sala 1790 de ferman daye waliyê Bexda yê Silêman Paşa, waliyê Musilê, Mêrdînê û Îbrahîm Paşayê waliyê Urfayê ku bi hevre êrîşê bibine ser Temir Paşayê Milî û Êzîdiyan.Gava mirov baş ji strana Derwêşê Êvdî serwext dibe, di Stranê de fermana di sala 1790 de gelekî zelal diyar dibe. Ji vê demê şûnde, êdî Êzîdiyên li vê herema Ruhayê û Wêranşehîrê, yên bi navê eşîrên Şerqîyan jî gelekî kêm dibin. „Piştî kû dewleta Osmanî destên xwe ji eşîrên Kîkan û Milan paqij dikin, ewan berê xwe êdî dane ser eşîrên Êzîdiyan, hingê Mîrê Amediyê mîr Simayîl Paşa jî Çolo begê Mîrên Şêxan li koçka Nemir axayê Deniyê Êzîdî di sala (1205 koçî) de kuştiye û Xencer Beg her ji pismîrên Êzîdiyan kire mîr.(16)

Di wexta hinek netew bi alîkariya Îngilîzan di sala 1820 de, xwe ji Îpararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine Weke Sirbîstanê-1815, Yûnanîstanê-1828, Romaniya û.w.d. Dîsa „di dawiya dehsaliya sisiya ya sedsala XIX a da rûyê şerê Rûsiyayê- Îranê yê di salên 1826-1828 a û şerê Rûsiyayê- Tirkiyê yê di salên 1828-1829 a da sînorên . Împaratoriya Rûsiyayê nêzîkî sînorên Kurdîstanê bûn û perçekî erdê kurda kete bin hukumê rûsa (12)” Di vê demê de Şêx Mîrza yê Anqosî jî, di sala 1828 de li dijî Kurdên Musilmanî nezan û Sultanên Osmayniyê derdikeve û alîkariyê ji hukumeta Rus dixwaze, lê dewleta Rus piştgiriya xwe nade Şêx Mîrza yê û Şêx Mîrza yê bi êla xwe ve fermalû dibe. Em hêjî nizanin ka qweta Şêx Mîrza ye hingê (1700 konbu?) çiqas mezin buye. Lê her Êzîdiyek dizane ,kû Şêx Mîrza yê bi tevlî eşîra xwe li herema Xerza (di nava Qurtelan û Sêêrtê de) dima. Heta wê demê jî Êzîdî li hereman Xaltiyan, Şengalê ,Serhedê, Botan, Çêlka (Tur-Abidin) û Rihayê-Wêranşehîrê hîna gelekî li serxwe bûne. Pêşiyên Êzîdiyên Xaltiyan hîna îrojî dibêjin:”Wexta di vê demê de kû Qewal ji Mîrgeha Şêxa dihatine nava me Êzîdiyên Xaltiyan di geriyan, ewan nikarîbu di nava salekê de li hemû gundên me êzîdiyan bigeriyana” Xweya ye hingê zêdeyî 363 gundê Êzîdiyên Xaltiyan bi tenê hebûne.

De kî dikare bêje, ka hingê û berî wê çiqas Êzîdî; Li Mîrgeha Xaltiyan, Mîrgeha deşta Diyarbekrê, Mîrgeha Riha-Urfa yê, Mîrgeha Cizîrê û Mêrdînê, Mîrgeha Hekkariyan û Serhedê (Qars-deşta Rewanê) û li Mîrgeha Mereşê (Nizîp,Meletê û Kilîsê) hebûn?

Dîsa di wexta herba sala 1825- 1830 şerê Rus, Îran û Tirkan de, gelek Êzîdiyên li herema Serhedê (wek eşîra Hesiniya, Sîpikan û.w.d.), li Deşta Rewanê û yên deverên din diman têne qirkirin û gelek jî, ji cî û warên bav-kalan bardikin bi gelek heremên Kurdîstanê ve direvin. „Piştî herba Rus û Osmaniyan ya sala 1828-1829, fikra kû Kurd ji Osmaniyan veqetin xwertir buye. Di nava1828 – 1829 de li Rewandûz, Hakkari, Tur-Abidin, Şengal (Sincar) û li Diyarbekirê serhildanên li dijî Dewletê pêkhatin. Dewletê ji van serhildana gelekî ziyan ji aliyê mal û însan ve jî dît.(6:29-30)„

„Gava Tirkiya bi padşê Misrê ra li hev hat (peymana Kutaxiyê, ya 9ê gulanê sala 1833 a) û 8ê hezîranê sala 1833a ji bi Rûsiya yê ra peyman girêda, vê carê sultan Mehmûdê II vegeriya li ser kurda. Sala 1834 a ordiya tirka ya 20 hezarê bi serokatiya Mehmed Reşid paşa”bi şûr û agir” temamiya Kurdîstanê ra derbaz bû. Ew dihatte wê manê, ku cara duda welat hate zevtkirinê. Paşayên kurda jî ji text hatine avîtinê, Kurdîstan ser demekê kete rewşeke giran(12)”.
Di vê demê de Mîrê Êzîdîxanê, Elî begê Mezin jî di sala 1832 de, bi destê Mîrê Kora (Mîr Muhammed ê Rewandizî) têye kuştin û li gelek heremên Kurdîstanê de fermanên li ser Êzîdiyan berdewam kirine. Şerên berxwedanên Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê ji sala 1828 heta sala 1840 li dijî serfermandarê leşkerên Osmaniyan(Hafiz Paşa û Reşîd Paşa) li pey hev û dinê ber dewam kirine. De ka di van deman de, wan bêbextên paşayên “Roma reş”, çiqas eşîrên Êzîdiyan bi tevlî Êlên wan ve qetilkirine, ka ewan bidarê zora xwe çiqas zaro û jinên Êzîdiyan ji ola wan qulibandine û ka çiqas Êzîdî ji ber zilama wan koçî deverên dinê bunê?.

Li gorî saloxdanên hinek nivîskaran, tenê dema Sultan Mehemedê II ya ferman da serleşkerê xwe , hingê :” Reşîd Paşa êrîşî ser Kurdîstanê kiriye û ewî 40 000 evdên Êzîdî kuştine. 28:292″ Eger em qetliyam, ferman û şerên li ser Ezîdiyan bune bîr bînin, wê eyan be ka dîrokê de Êzîdiyan çi zulum û zor dîtine.

Serpêkhatiyên Êzîdiyan:
Birêne li wan Stran û Serpêkhatiyên ku min ji pirtûk, zargotin û stranbêjan girtine weke; Strana şerê Şêx Mîrza 1828 (rûpel:65), Strana şerê Binemala Zoro (Bişar û Kolos Aqo) (rûpel:52), Strana şerê Feqîrên Gundê Dela 1830 (rûpel:54) û strana ku bi navê şerê Mîrze axa, Keşîş Polo û Miçoyê Îsa (rûpel: 56), kilama şerê Mîrza (Zaza) Axa (rûpel:46 û 47), Strana şerê Êrenzê 1835 (rûpel:45), Strana şerê Mîrzayê Hecî (1845) (rûpel:89), Strana şerê Hesinê Hewêrî (rûpel:86) ya li dijî Mîrê Cizîra Bota (Bedirxan1840), li Strana şerê Nemirê Mîrza (Mala Çelikê 1856) I  û II (rûpel:61 û 62), Strana şerê Bavê Usiv (rûpel:93), Strana şerê Cangir Axa(û “Roma reş” di sala 1914) I û II (rûpel:95 û 97), Strana şerê Bereka Girî Daxê (rûpel:101), Strana şerê Êvdil Mecîd (rûpel:99) û.w.d. Piştî van şeran, êdî Êzîdiyan hew karîbune heremên di bin bandora xwe de, weke demên berê bi serê xwe tenê biparêzin.
Di demê wan Fermanan û di demên wekî dinê de jî, bêhesab Êzîdî koçî nava gelek herem û welatên cînar bûne. Pirse, di nava wan eşîrên Kurdan ,yên ku di destpêka sedsalan 18 a de û paşî jî, koçberî Anatoliya navîn bûne, ka kurdên Êzîdî hebû ne an na? Ez îro nikarin bersîva vê pirsên bidin, ji bo di vê derheqê de agehdariya pêwîst di destê min de tûne ne.

Xweya ye, ku di dema van Fermanan û di demên wekî din de Ewropayiyan jî, gelek alîkarî dane hinek begên Kurdîstanê û ewan jî weke “Roma reş” kurd bi hevûdin dane kuştin. Osmanî û Ewropayiyan ji bo berjiwendiyên xwe yên nijadperest, ew dostaniyan di nava gelên Kurdîstanê de xirakirine.
Di wan demên, ku Generalê Alman Helmut von Moltke, weke şîretkar û rêzanê leşkerên Osmaniyan (bi Hafiz Paşa re-1838 k.t.) re digeriya, hingê H.v.Moltke li ser şer û bêtifaqiyan Kurdan gelek tişt nivîsiye. Nimûneyek:„Me berpirsyarên Kurda bi hurmet guhdarî dikir.Munaqeşên me gelekî bi zor derbas dibûn. Gava yekî Kurd tiştek digot, kurdê dinê li dijî wî derdiketin (14:60).„

Helmut von Moltke, li ser qirkirina Kurdan dîsa weha dibêje:„Di şerekî sala 1838.meha 6 de li Çiyayê Harzanê de 600 Kurdî (Êzîdiyên li herêma Xerzan k.t.?) xwe li pişt girerkî de veşartibûn. Ewan heya nefesa xwe ye dawî şerê xwe kirin. 50 jinan ji bo kû hêsîr nekevine destê Osmaniyan, xwe di zinara de avîtin û di nav avan de xeniqîn. Bi hezaran jî, Jin û Zarok bi xencerên serên tivingên wan bi xedarî birîndar bûbûn.(14:60-61)„
„Dîsa di dema berxwedana Harzanê de, gava Êzîdiyan li hemberî leşkerên me şer dikirin,ez çûme cem Hafiz Paşa, ewî di binê şer de, xwe dabû serê girekî û li şer mêzedikir. Leşkerê wî gelek kesê jin ,mêr û evdên bi hemû emran de dil girtibûn. Leşkerên kû serî û guhên jêkirî dianîn 50 heta 100 kuruş bexşîş zêde didane wan…….. Ew hawar, qîrîn û giriyên jinên kurdan dîmenên gelekî dilşewat bûn (14:264)

Generalê Alman Helmut von Moltke, ku di wê dema qetliyam û fermanan de ji serleşkerên Osmaniyan re rêberî dikir û dûre jî, di Namên xwe de gelekî bahsa bê tifaqiya Kurdan kiriye û weha dibêje:”Ew Reîsên êşîretan ku bûbûne serekên van alayiyan, di nava êşîr û heremên xwe de xwedî soz û quweteke mezin bûn. Li başûrê Kurdîstanê, hinek ji wan eşîran bi xwe „weke dewlata di nav dewletê„ de bi serbixwe bûn(6:55) „
Dîsa H. v. Moltke, di kitaba xwe ya ku bi navê(Birêne 26:293) de dibêje:”Tirkan digot; ji ber ku Êzîdî ji “melekê nebaş” bawerdikin, ew dikarin weke koleyan bêne kirîn û frotan”

Di pey van fermana re lêkolînvanê Îngilîz Austin Henry Layard, di sala 1849 de cara dûdu ya tê Kurdîstanê û li nav gelek gundên Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê yên ku min bi kurtasî di vê kitêba xwe de birêzkirine digere. Ew bi çavên xwe divîne û dinivîse ku Êzîdî di nav dewleta Osmaniyê de halekî pir dijwar dijîtin. Him zulma dewletê, him zulma olê û him jî tengasiyên aboriyê Êzîdî kiribune rewşeke xirab. Ji ber van sebeban gund û warên Êzîdiyan roj bi roj xirab dibun.
Nimûneyek; ” Dû sal beriya vêga (di 1847 de k.t) Begekî Kurd sê Qewalên Êzîdiyan yên ku merivên qewal Usiv bune, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuştine û Şerif Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr û xêrata ku Qewalan ji nava eşîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabune hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin (25:28).”

Fermanekî Êzîdiyan din, dîsa di wexta, „di sala 1856 de, kurdên Êzîdî yên li Reşkotiya, li wîlayeta Diyarbekrê û kurdên li Dersimê serhildan çêkirin (6:32).„
Piştî ewqas fermanan jî, dîsa kurdên Êzîdî ne hîştîne dewleta Osmanî bi rehetî biye nava wan;„Osmaniyan nikaribûne bikevine nava heremên Bohtan û Hekkarî, kurdên ji leşkeriyan Osmaniyan di reviyan jî, xwe didane serê çiyan.(17:62) „

Nimûne yeke din ya dîrokê de nikaribûne veşêrin, Mîrê Êzîdîxanê Hûseyîn Beg di dema xwe de jî, nehîştiye mîltê Êzîdî here ji Osmaniyan re leşkeriyê bike. Ev daxwaziya ku Êzîdî neçine leşkeriya dewleta osmaniya mekin, di sala 1872 de di navbera Mîr Hûseyin Begê Êzîdîxanê û Waliyên Osmaniyan de hatiye diyarkirin û ev daxwaziyan ji çarde rêzan pêk hatibu. Kesên dixwaze bizanibe ka di wê peymanê de çi hatibû diyarkirin, bila birêne li (17). Piştî vê Peymanê, êdî gelek qismên olên ne Musilman jî, ne diçûne leşkeriya dewleta.Osmanî. Sultanên Osmaniyê jî dixwastin xerc-xeraca zêde ji wan Kurdên ne Musilman yên ne dihatine leşkeriya dewletê bistîne. Ji bo vê yekê jî dewleta Osmanî „ di 01.01.1874 de madda 43 xistine nava qanûnên xwe. Di vê maddê de daxwaza baca zêde weha dikin: ew Kurd û netewên ku nayêne leşkeriyê, gerek wekî di rêzên qanûn me yên di paragrafên 634-640 hatî diyarkirin, baca xwe ye zêde bidine Sultanên Dewletê.(2)”

Dewleta Osmanî ji bo dûbendî û bêtifaqiyê bixe navbera Kurdan, serî li hemû haweyên hovîtî daye. Dîrokê de eyane, ku serleşkerên Osmaniyan ji tirsa nikaribûne bixwe herine li heremên Kurdan, bi kêfa dilê xwe bigerin. Ji bo Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdin, Siltan Abdullhemîd di sala 1880 de dijminantiya olî (wek ya tevgera Neqişbendiyan) dixe nava gelên Kurdîstanê. Osmaniya ji bo armancên xwe timî ola Musilmanetiyê daye pêş. Evê polîtika S.Abdullhemîd II a ya dînî, emrê Imparatorê gelekî dirêj kiriye. Dîsa ji bo Siltan Abdullhemîd II a karibe Kurdan çêtir bi hevûdin bide kuştin, ewî di 15.4. 1891 an de, ji hinek Xayîn û Feodalên Kurdan „Alayên Hemîdiyê” daye damezirandin.Bi wî haweyî„ hukumeta Tirkiyê dest pêkir bi serekên kurda ra leyist, nonerên serekên kurda bi rutba, nîşana, pera vadihatine xelatkirinê. Dîwanê gazî gelek torinên kurda dikir, ku di hukumetê da bixebitin.Di sala 1892 a li Îstenbolê û Bexdayê „dibistanên qebîla” hatine vekirinê bona zarên serekên kurda û ereba, yên ku gerekê usa bihatana terbetkirinê, ku sultan wek serekê xwe yê herî mezin bidîtina.” Dîsa „ Sultan bi xwe,- weşangerê bîranînên wî dibêje; Ebdul Hemîd gotiye: “Berî her tiştî em gerekê li wêderê  (Asiya Biçûk.-M.L.) kurda bihelînin” (12)

Êzîdiyên di nava Dewleta Osmaniyan de, gelekî ji aliyên leşkerên Osmaniyan û paşweruyên Qomendanên „Alayên Hemidiyê” ve hatine perçiqandin, ji ber zilm û zora wan xwînxaran cardinê gelekî cûdetî ketiye navbêna malbend û olên Kurdîstanê. “Hukumetê kêm xerc-xerac ji malbetên wan kesa hildidan, ku ketibûne nava alaya Hemîdiyê. Ji bo nimûne, salên 1891 û 1892 a ji Hemîdiya tu qirûşek ne kete xezna wilayeta Wanê. Hinek cara hukmê çend serekên kurda zêde dibû, wek em bêjin, gava serokatiya Tirkiyê destûr dida wan derebêgên kurd serokatî li qebîla xwe bikin. Evê yekê di alîkî da gihande wê yekê, ku rewşa koçerên sade xirab bû, ji ber ku diha pir diketine bin qolê axa û begên xwe, lê ayliyê mayîn da bû sebebê wê, ku di navbera eşîreta da şer û pevçûn zêde bûn (12)”. Weke tê xweyakirin, ev „Alayên Hemîdiyê” bune bingeha înkarkirina ola Êzîdiyatiyê û ya gelê Kurdîstanê.

Piştî vê polîtika S.Hamîd, êdî Ferîk Paşa (Ev Ömer Wehbî Paşa ye.birêne li (13:379 jî) di sala1892 de dixwast Êzîdî werin leşkeriya Osmaniyan bikin. Dîsa dîrok şade ku, „Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II a, li dijî vê mabest û armancên Generalên Osmaniyan radibe û nahêle Êzîdî biçine
leşkerên Osmaniyan bikin. Ji ber vê berxwedana wî, Osmaniyan wî û Meyan Xatûna şêwirdara (pîreka) wî ji bo 7 salan derader (Nefî-sirgûn)kirine bajarê Sêwasê (15:53 – 54).„

Gava Osmanî bala xwe didine rewşa Êzîdiyan, ew dibînin kû Êzîdiyên li hemû hereman dijîn, dixwazin ji bo berdana Mîrê xwe hewildanên mezin çêbikin. Ew mecbûr dibin, di sala 1899 de Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II a berdidin û ew wî tînin teslîmî Êzîdiyên Xaltiyan dikin. Êzîdiyên Xaltiyan jî, bi serbilindî Mîrê Êzîdîxanê digîjinine Lalişa Nûranî.

Siltanên Osmaniyan êrîşên xwe ne bitenê birine ser olên di nava xwe (Ermenî, Asûrî, Êzîdî, Elevî, Sûryanî, Musilman û.w.d.) de, lê usa jî ewan êrîşên xwe birine ser netewên der û cînarên xwe (Rus,Iran, Ermenîstan, Bulagarîstan, Yûnanîstan û.w.d.) jî. Di dema van herban de û bitaybetî jî, di herbên di navbêna Tirk û Rûsan (1828, 1877-1878,1914 û.w.d.) de, Êzîdiyan ziyanê giran kişandine. Pêşiyên Xaltiyan gotine:”di herba Rus û Tirkan ya vê dawiyê de, Rus hatibûne heta Betlisê û Beşîriyê (qeza û gundê me Şimzê) zeptkiribûn.”

Gava Êzîdiyên di bakurê Kurdîsatnê de, hew dikarin xwe weke demên berê, bi quweta xwe li dijî Siltanên Osmaniyan xwe biparêzin, ewan êdî alîkariya xwe daye begên Mesîhî û Musilmanan, yên ku dixwastin tevgera Cantirkan bixên tengasiyê. Nimûneyek; gelek kes dizanin ku Êzîdiyên Xaltiya di sala 1908 de tevî quwetên Bişarê Çeto li dijî Cantirkan şerkirine.

Di dîrokê de xwanê ye û mirov dibîne ku gelek ji serhildanên Kurdan, heta yên van salên dawî jî, piraniya wan pêşîn li heremên ku Êzîdî lê diman destpêkirine. Nimûneyek: „di 31 ê Tîrmeha sala 1912 an de Konsolosê Rusa yê Bitlîsê Çîrkov, wiha nivîsiye :”Kurd dixwazin di Bitlîsê û bajarên din de xwe ji bin desthilatdaran xelas bikin. Ji bo wê jî dixwazin di navçên; bajarê Sêrtê; Xerzan, Botan, bajarê Bitlîsê; Hîzan, Motkî, bajarê Diyarbekrê; Mêrdîn, Niseybîn, Midyat, Cizîrê, Sîlwan, bajarê Musilê; Zaxo û piştre ji Silêmanî û Kerkuk, di dawiyê de ji, bajarê Wanê; Başqale, Dicbilin û Gurcan de serî hildin û dest deynin ser dezge,…(21:154)”

Di wexta fermana Filan;„di sala 1914 de, ji Kurdên Êzîdî ra jî rojên reş tên. Rûsya yê da jî dest bi Şoreşa Oktoberê dibe. Leşker û qewatên Ûrisa ji tirkiyê dikşin, diçin. Ew war dimîne devê „Roma reş” da. Leşkerê Osmanî û Alayên Hemidiyê mîna peranya gura dadikutine heremê. Êzîdiyên Wanê Surmeliyê, Qersê, gund, mal û milkê xwe dihêlin, ber bi Ermenîstanê direvin. (18.:9)”

Di wan salên 1914- 1918 de çiqas Êzîdiyên herêma Çolemêrgê û Wanê; wekî şerê Cangir Axa û hinek begên eşîrên dinê, li dijî „Roma reş” ber xwe dabin jî, ew berxwedanên wan hatine fetisandin.Di wî wextî de, „di nava dema şerê hemcîhanê yê pêşîn da hetanî 700 hezar kurd ji ciyê wan hatine derxistinê û ji wana nîvî zêdetir di rê da qir bûn, an jî ji aliyê eskerên tirka da hatine kuştinê. Rojnama ermeniya “Mşak” nivîsî, ku li ser wî erdî, ku dikeve li başûr û roava gola Wanê û li ku berî şêr hetanî 800 hezar kurd diman, lap xike-xalî bûye.Hinek xwediyên wî erdî revîne, hinek wextê ciguhastinê hatine kuştinê.Hetanî çend nonerên dîwana tirka jî gotin, ku hinek navça da hetanî 75 selefê temamiya bineciyên kurda mirine.(12)”

Lêkolîn şanî didin, wexta Osmaniyan di 1914 de Ferman li gelê Êrmenî (Mesîhî) yan rakirine, hingê berfa Sor li welat hatiye û Êzîdiyan di vê demê de gelek Mesîhî di nava xwe de veşartine; „ Êzîdiyan di vê demê de, alîkarî bi birayên xwe yên gelê Mesîhî re kirin, Êzîdiyan 20. 000 Êrmenî yê ji ber qetliyamên Tirkan reviyabûn, di nava xwe de parastin. Çêqas Dewleta Osmanî dixwast van Mesîhiyan cardin bistîne jî, birayên wan yên Kurdên Êzîdî berxwedan û ew Mesîhiyan cardin nedane destê Dewleta Osmaniyan. (13.:380)” Dîsa tê gotin;„Kurdên Moksê û kurdên êzdî yên Cebil-Sencarê (Çiyayê Şengalê.-N.W.) jî ermenî diparastin. (12)”. Ji bo kû Êzîdiyan ev birayên xwe yî Mesîhî nedane destê dewleta Osmanî, ew cardin di sala 14.5.1916 de li Bota (Herêma Basa) fermalû bûne.

Di wexta sala 1917 a Şoreşa Oktoberê û şûnde, êdî rewşa Împaratoriya Osmaniyê ya hundur û eskeriyê pir xirab dibe, dewletên cînarên Tirkan; Iran, Irak, Sûriye, Ermenîstan, Gurcîstan, Italiyên, Yûnanîstan û Bulgarîstan tevde ji şovenîzma tirkan gelekî ahcis dibin. Lewma jî ji vir û hade, ew fikra Împeratoriya Osmaniyê û împeryalîstên bi wan re, her kû çuye qels bûye. Tirk û hevalbendên xwe ji vê belabûna Împaratoriyê acis bûne û ewan jî xwastiye hinek mîrata Siltanên xwe xelazbikin.

Wî çaxî ji bo çuhin û hatina gelê me, ya di nava Iran, Irak, Sûriye, Ermenîstan û Gurcîstanê de gelekî çetîntir bibe, ewan sînorên bi mayîn xestine navbêna gelên me. Weha destê Êzîdiyên li bakurê Kurdîsatnê û yên li heremên dinê ji hevûdin qetandine. Bi taybetî berjiwendiyên Êzîdiyan ku bi Şengalê û bi mala Mirên Êzîdixanê re hebu ye hatiye qutkirin. Lewma, heta wan salên berî kû Cumhuriyeta Tirkan bêye damezirandin, hinek Beg û Axayên Êzîdiya kû bi Siltanan re kar dikirin, heremên xwe bi çande û aboriyan xwe bi darên xweyî zorê parastine.„Rewşa wan navçeyên kurda ya aborî û siyasî sala 1917 a gelekî giran bû, ku diketin bin hukumetê tirka. Şêr zirareke mezin digihand bineciya, yên ku nava du sala da ne dikaribûn ekin berevkin, ne jî heywanet derxine zozana. Ruyê wê yekê da him koçer, him jî yên reat ji hal ketibûn û ber talûka xelayê sekinîbûn.(12)”

Gava Kemal û hevalên xwe  di dema 1916 heta 1918 de hatine Kurdîstanê, ka ewan hingê çewa kurd bere hevûdinê dane? Werin em birênin, Evdekî ji kurdên Musilman ku hingê di nesîhat namên xwe de weha gotiye:„Ez di sala 1916 de-17 de, di herema xwe de Şêxekî gelek bi nav û dengbûm. Di vê demê de Dewleta Osmanî ji welatên Ereban direviya derdiket. Siltan Reşat ji min re name şand û ji min dixwast kû ez biçime cem eşîrên  Kurd û Ereban, ji Şêxên wan re bibêjim, bila ew dev ji şerê xweyî li dijî Osmaniyan berdin. Li ser vê daxwaziya wî, min lêda ez çûme Nisêbînê welatê xwe. Ji wirê jî çûme cem şêxên li Sincarê û yên li çiyayê Abdulazîzê. Min ji wan re weziyet got. Ewan jî gote min :”Me bi van cinayetan nizanî bû. Belê, emê êdî ji van tiştan re bibine manîh.”Min rabû 12 şêxên bi nav û deng bi xwere anîn, em çûne cem komandarê Nisêybînê bûne mêvan.Wexta ez sibê zû rabûm, min dît ew her 12 de evd jî îdam kirine. Ez bi dilekî gelek şikestî vegeriyame Bitlîsê. (6.:20-21)„

Lêkolîn şanîdidin; çi wexta dewlta „Roma reş” bi qwetên êlên Êzîdiyan nikarîbuye, ewê bi xwînxwarên wek xwe re hevkarî pêkanîne. Nimûneyek:„ Ji bo kû Artêşa Osmaniyan karibe ji derheqê Êzîdiyan derkeve û wan jî qirbike, ewan di sala 1918 de bi eşîrên Erban re hevkariyek pêkanîn. Her çiqas miletê Êzîdî di vê herba bê hawe de, bi mêranî li ber xwe dan jî, ewan bi vê hevkariya Tirk û Êreban nikarîbûn. Kesên Êzîdî, kû ji ber qetliyama Osmaniyan di reviyan, xwe didana nava çiyan û di wir de bêçar diman.(13:380)„
 
Şerê Erenzê û Kela Ridwanê :

 
Edlayê dibê:“Nûrê xwa minê,
bes ser min de bike hêle hêle,
Tû rabe serê xwe bişo
û porê xwe berde têl bi têle,
Esabê Cibo çuye sefera Welatê Xaltiya ;
Kela Ridwanê û Erenza Şêxa ,
Şerê Geş Hemê Gîro, Eganê Meyro, Erfoyê Qizilî,
Miçoyê mala Şêx û Keleşê Çelo
de bila ne bi xêr û ne selametî vegere male….
xwe jêre bike bermaliyeke nû helê le“
 
Edlayê digot:“ Esabo Ronî hanê neke,
tû yê bi xerbera Sofî, Mele û Feqê ber ava Bota neke,
were tû yê neçe şerê Êzîdîxanê;
Şerê Geş Hemê Gîro, Eganê Meyro, Erfoyê Qizilî,
Miçoyê mala Şêx û Keleşê Çelo
şerê Êzîdîxanê ne heneke.“
 
Ezê bi hafa Erenza Şêxan diketim bi darê mazî,
min dît bire siwarê Êzîdiyan siwarin li hespên boze sayî
kumên wane di devên wan de,
şûrên wane bi destên wan de rût û tazî,
sê şade û şûdê Miçoyê mala Şêx hene,
ewî sê denga gazîdike li gire girê Êzîdîxanê:
„ Geş Hemê Gîro, Eganê Meyro,
Erfoyê Qizilîû Keleşê Çelo ,
ezê bi navê Tawisî-Melek kim,
minê heftê temam kiriye,
minê kuştiye Mihê û Cihê ,
xal û xwarzî, am û birazî“
 
Ezê bi hafa Erenza Şêxan diketim bi darê tere,
Rima li destê ; Geş Hemê Gîro, Eganê Meyro,
Erfoyê Qizilî, Miçoyê mala Şêx û Keleşê Çelo
bîst û pênc mofike, berde bila here.
Şadê û şûdê Keleşê Çolo, bavê Memed û Misto
gelek hene li vê dinya yê.

Back to top button