Kultur

Malpereke nû ji bo Kurdên Sûriyê vebû

Malpereke xwerû kurdî bi navê Civata Kurdan hate damezrandin, malper dê giraniya xwe bide li ser pirsa netewa Kurd li Suriyê.

Ji bo çi “Civata Xortan”?

Xebatkarên malperê bi van peyvan wateya navê malpera xwe didin naskirin: Navê Civata Xortan ji navê yekemîn rêxistina siyasî ya Kurdistana Sûrî hatiye “Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd” ya ku di sala 1952an de hati bû damezirandin. Ne ku em dixwazin xebata xwe bi ya wê demê ve bidin ber hev yan em mîna wê Civatê bibin rêxistin, lê da hinekî ji giyanê welatperwerî, dilpakî û lehengiya xebatkarên wê demê em bînin bîra xwe. Xebatên Salên 50yan û destpêka 60an, gava Kurdên Sûrîyê di yek rêxistinê de bûn, gava rêberên partiyan bi cegerî dixebitîn.

Derbarê xebata xwe rêvebirên malperê dibêjin: Xebata Civata Xortan dê berî her tiştî di warê ragihandin û şopandina bûyerên Kurd û Kurdistana Sûrîye, nemaze yên siyasî û civakî de be. Herwiha şopandina rewşa mafên mirov li Sûrîye. Plana me ew e, ku li her bajar û bajarokekî Kurdistana Sûrî peyamnêr û endamên Civatê hebin. Xebatên peyamnêran dê ne tenê rêkirina nûçeyan be, lê hirweha alîkarî di komkirina belge û agahiyan ji bo lêkolîn, reportaj û projeyên Citvata Xortan be.

Navnîşana malperê: www.civat.net

 

 

Back to top button