Civak
Keçeke Kurd dixwaze biçe ser heyvê
Ûle El-Osman şagirteke Kurd ji herêma Çiyayê Kurmênc / Gundê Cindrêsê , ew yek ji xwendevanên serkeftî di zanînîa matamatîkê de li Suriyê.
Ûle rêza sêyemîn di olimbiyada zanistî di beşê matamatîkê de wergirtibû û bi fermana serokê Suriyê Beşar El-Esed hatibû xelat kirin. Keçeke Kurd Ûle nîşan, sertîfîka û xelatek bi bihaya 1oo.ooo ji lîreyên Sûrî (nêzîkî 1750 euro) wergirtibûn.
Ûle di mehê gulanê de jî ji aliyê Asmaa El-Esed, jina serokê Suriyê, hatibû pêşwazîkirin û di serê vê mehê de jî çûbû Kazaxistanê ta ku beşdarî Olimbiyada navnetwî di beşê matamatîkê de.
Ûle ji portala Efrînî re axivî û got : “Daxwaza min a mezin ez bibim ezmanger (astronot) û ala welêt deynim ser heyvê”.
(Zinar Ala)