Polîtîk

Bi Piştevaniya xwedê, ew roj dê her bê ku Kurd biryara çarenivîsa xwe bide

Piştî 70 xulek li hizûrê Barzanî da, nizanim ez binivîsim ev hevpeyvîna taybeta Gulan li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê an binivîsim me hevpeyvîneke taybet li gel yek ji Pêşmergeyê kevinê Kurdistanê kiriye ku niha Serokê hilbijartiyê gelê Kurdistane. Ez bawerim cenabê wî dê bixwaze ku ez binivîsim me hevpeyvîneke taybet li gel Pêşmergeyek kiriye. Her wiha ji bo wê yekê jî em jî wekî kovara Gulan me pirsiyarên xwe ji vê xalê destpêkir. Gelo ji bo çi Serokê Herêma Kurdistanê herdem li Kurdistanê bi cilê xakî yê Pêşmergane û cemedaniya sor ve derdikevê? Birêz ji bo me ronahî kir ku cilê xakî yê Pêşmergane û cemedaniya sor hêmaya berxwedanê ne û wan bi pîroz dizanim û heta ji wê roja ku li dinyayê da bim cilê Pêşmergane li ber dikim. Wate hevpeyvîna me li gel Pêşmergeyeke kevine ku niha Serokê hilbijartiyê gelê Kurdistane. Ev Pêşmerge hê jî bi taybetmendiyê Pêşmerge temaşa welatê xwe dike. Hewl ji bo wê yekê dide ku rastgoyiya Pêşmerge û amadehiya ji bo canfedayî û qurbanîdana Pêşmerge bike, hewêna binyadnana Kurdistan û damezrandina dam û dezgehên yasayî û destûriyan û piyadekirina serweriya yasa û binyadnana dewleta qanûn. Barzanî Pêşmerge û rastgo, hez dike berdewam li gel gel xwe da bê û ji nêzîkve agahdarî gileyî û gazinde û daxwazên wan bê, hez dike hêviyek bê ji bo wê hêviya gelê xwe ku hê nehatine holê, ji bo wê yekê li hemû demî ewê li nav dilê wî daye bi zarokên gelê xwe re dibêje: Tu tiştê neteweya Kurd ji neteweyên dewruber, wekî Faris, Tirk û Ereb ne kêmtire, mafê xwe heye ku ew bi xwe biryara çarenivîsa xwe bide. Li gel vê baweriyê mafê biryardana çarenivîsa gelê wî li binpê nehatiye. Ew rastiyê jî venaşêrê û ewê dizanê niha rastiya siyasiya Kurdistanê li hevkêşeya herêmî û navdewletiyan çawane, lê belê rê bi mafê çarenivîsê nişanî me dike, mafekî şer’î neteweya Kurde û her divê rojêk bi hêviya xwedê û neteweya Kurd bi xwe biryara çarenivîsa xwe bide. Li vê hevpeyvînê de gelek aliyê girîngê pirsên pêwendîdarên netewe û Herêma Kurdistanê behs kiriye, eve jî naveroka hevpeyvîna birêz Mesûd Barzanî Pêşmerge û Serokê hilbijartiyê gelê Kurdistanêye li gel kovara Gulan da.

Gulan: Di destpêkê de dixwazim ji vê pirsiyarê destpêbikîn, hemû dem em dibînîn Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê cilê Pêşmergane li bere û cemedaniya sor li ser daye, ji bo wê yekê em dixwazin destpêka vê hevpeyvînê bi vê mijarê destpêbikîn, gelo bergî xakî yê Pêşmergane û cemedaniya sor li cem Cenabê Serok çi wateyeke xwe heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li cem min cilê Pêşmerge gelek gelek pîroze, ez şanaziyê lê dikim, ji ber ku cilê Pêşmergeye. Her wiha ez serbilindim ku bi van cilan ve çûme Koşka Spî û çûme Koşka Komariya Tirkiye ku eve jî li serdema xwedê jê razî Turgut Ozal da bû,  ez van cilan li ber dikim û heta bimirim jî ez xwe her Pêşmerge dizanim. Sebaret bi cemedaniya sor jî eve çîrokekî dirêje ez hez dikim li vê derfête da behs bikim bo ku xelk jî vê çîrokê bizanin ku çiye. Di dema xwe de li navçeya Barzan mişkî hebû, cemedana gelek kêm hebû, ez bawerim eslen her derneketibû, wê demê mişkiya reş û şîn û sor hebû. Li sala 1931 ku Hikûmeta Iraq û artêşa Britanya êrîş li ser Barzan kirin, wê demê piştî berxwedanê gelek neçarbûn navçeya Barzan bi cîh bihêlin û cenabê Şêx Ehmed û bavê min û eşîreta me hemû ber bi Tirkiye ve çûn. Paşê Şêx Ehmed teslîmî Iraqê kirin û ewên din jî hatin dûr xistin, eve jî qonax û çîrokekî dine ji wê karesata ku li ser meda hat. Bi her hal dixwazim werim ser vê mijarê, li wî demî de ji ber ku cemedaniya Cenabê Şêx Ehmed sor bû, Hikûmeta Iraqê wiha dizaniya ku ewê li nav Barzaniyan de cemedaniya sor girêbide pêwendî bi Cenabê Şêx Ehmed ve heye û murîdê Şêxe. Ji bo wê yekê bi ehkama urfî biryarekî derxistin her kesê ku cemedaniya sor li ser da hebê dê bête sêdare kirin. Yekemcar xelkê agahdar kirin ku nabê kesek cemedanî an Mişkê sor têxe  ser serê xwe. Xelkê Barzan dijî vê biryarê berxwedaneke mezin kir, rojêkî wekî raperînê lêhat, ji ber ku şivanekî girtibûn ku cemedaniya sor li serê xwe kiribû û bi cemedaniyê ve wî xeniqandibûn. piştî wê xelk raperî û êrîşî qaymeqamiyet û meqera fewcê kirin, Hikûmet jî ji bo çav tirsandina xelkê li gor ehkama urfî 12 kesê ji Barzaniyan hilbijart û wan sêdare da. Êdî li piştî wê li navçeya Barzan wiha lêhat ku ewê cemedaniya sor girêneda wateya wê ewe bû ku teslîmî îradeya dijmin buye. Wate dev ji bîr û baweriya xwe aniye, her ji bo wê yekê cemedaniya sor bû remza berxwedanê. Birastî jî rastiya pîroza cemedaniya sor ji wir hatiye. Cilê Pêşmerge û cemedaniya sor hêmaya berxwedanêye û ji bo wê yekê jî pîrozin.

Gulan: Hemû xelkê Kurdistanê wiha dibînin ku hêviya Serok Mesûd Barzanî li damezrandina dewleta Kurdistan û mafê biryardana çarenivîsê de berceste dibê û tê holê. Li vê hevdîtinê de hez dikîn bizanîn Serok Barzanî sebaret bi mafê çarenivîsê de çi dibêje?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dixwazim bîr û raya xwe bi eşkere bibêjim, ez bi vî awayî temaşe dikim ku em wekî Kurd neteweyekîn li rojhilata navîn, her wekî neteweya Ereb, Faris û Tirk, mafê çarenivîsa me heye. Bi dirêjahiya dîrokê bêmafiyeke mezin li Kurd hatiye kirin, bi taybetî li piştî Cengê Yekema Cîhanê. Bi bêyî ku raya me werbigrin, em bi zorê hatine dabeşkirin. Min baweriyeke tevahî bi diyar kirina mafê çarenivîsa neteweya Kurd heye û bi mafekî rewaya gelê Kurdî jî dizanim. Lê belê ew rastiya niha jî ku em têda dijîn, ez dizanim ew rastî jî çawane, hêviya min eweye ew derfet ji bo neteweya Kurd bête pêş, bo ku biryara xwe bide û çarenivîsa xwe diyar bike, lê belê eve bi zorê nabê, bi tundutîjiyê nabê, bi çek û bi şer jî nabê, eve divê bi hevdû têgihiştin û bi xweşiyê bê, lê belê eve mafeke divê em herdem dakokiyê li ser bikîn û demê jî bidîn, dibe ku nifşa me an nifşa piştî me vê hêviyê bibînin. Lê belê bi hêviya xwedê ev maf divê rojek ji roja bête holê.

Gulan: Cenabê we behsa wê yekê kir ku ev maf bi şer û tundutîjiyê nayê holê, her wiha em dizanîn ku cenabê we li gel wê yekê ne ku pirsa Kurd li Tirkiye bi aştiyê bê çareser kirin. Eger li vê çarçêweyê da em ji cenabê we dipirsîn, gelo hun çawa temaşa pêvajoya niha ya di navbera Tirkiye û Pkk ê de dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve jî meseleyekî girînge û divê gelek bi ronahî behs bikim. Bêguman ez li gel wê yekê me ku pirsa Kurd li her perçeyek bi awayekî aştî û demokratiyane û li gor taybetmendiya wan perçeyan bête çareser kirin. Eve bi heman awayî sebaret bi Kurdistana Tirkiye jî derbas dibe. Dema ku Hikûmeta Tirkiye hebûna Kurd înkar dikir û tu hengavek pêşve nediavêt, min tu demekî nedigot nabê Kurd li ber xwe bide, li heman demî de min got her demek dewleta Tirkiye hengavêk ji bo aştiyê hate pêş, pêwîste Kurd du hengav berev aştiyê û nasandina Kurd biçe pêş, qonaxek ku berê wekî tevgera rizgarîxwaza Kurd li ser me da hat, ku me bixwesta û nexwesta diviya çek hilbigrîn û li man û nemana xwe de li ber xwe bida, wê demê em neçar buyîn ji ber wê yekê ku me tu rêyeke din li pêş nebû û hemû aliyek êrîşê da bûn, hewldan bû ji bo nehiştina me ya wekî neteweyek. Ji bo wê yekê me bixwesta û nexwesta ewê ku bikaribûya bihata kirin diviya çek bihata hilgirtin û parastina xwe bikira, ji ber wê yekê jî min bi tiştekî rewa dizanî, lê belê her dema ku derfetek hate pêş û dewletek ji wan dewletan daxwaza aştiyê bike, ez bi şaşî dizanim em li ser şerê berdewam bibîn, bêguman eve niha pêvajoya di navbera Tirkiye û PKK ye, hemû dizanin sê çar sal berî niha pêwendiya di navbera me û Tirkiye gihişte wê astê ku şer bibê, li wê pêvajoya de min aliyê kêm daneynî, belku min tehedda li ber wê yekê kir ku dewleta Tirkiye tu hengavekî ji bo aştî û çareseriya aştiyane hilnegirtibû. Her wiha tenê amade nebû navê Kurd jî bikarbîne, her ji bo wê yekê ez amadebûm tehemula hemû encamek bikim û li ser helwesta xwe jî sor bûm, lê belê niha ku Hikûmeta Tirkiye hatiye pêş û dibêje Kurd heye û pirsa Kurd heye û divê bi aştî çareser bibê, ez ne li gel wê yekê me ku tu şer bikî, min eve gelek bi eşkere gotiye û dibêjim û PKK jî gelek baş raya min dizanê. Ez niha nikarim bibêjim dewleta Tirkiye hemû tiştekî qedandiye û ewqas hatiye pêş ku tiştê gelek mezin kiriye. Lê belê divê em eve bizanîn li Tirkiye çi çandeke hikumraniyê kiriye. Her bi nav kirina Kurd ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiye li nav vê çanda hikumraniya li Tirkiyê da hebuye, ez vê tiştekî mezin dizanim. Dibe ku li ser van hengavên niha Hikûmeta Tirkiye tiştên nû li ser zêde bikin. Pirsiyara min li vir da eweye heta eger ev hengavên niha ya Hikûmeta Tirkiye ne bi dilê PKK be jî, lê belê ji bo çi şer bikin? Gelo li vî alî û li wî alî kuştina du serbaz û pênç serbaz, li vî alî û li wî alî kuştina çend gencekî Kurd, gelo meseleyê ber bi ku ve dibe? Her ji bo wê yekê ez niha jî dibêjim, ez li gel mafên neteweya Kurdim, ez bi germî piştgîriyê li wan hengavên Hikûmeta Tirkiye dikim ku sebaret bi nasandina Kurd û qebul kirina wê yekê ku pirsa Kurd heye û divê bi awayekî aştiyane bête çareser kirin. Eve ji bo Tirkiye gelek dizanim, lê belê dûbare dikim eve wateya wê yekê nîne ku Hikûmeta Tirkiye hemû tiştekî ji bo Kurd kiribê an hemû mafê neteweya Kurd dabê. Lê belê hengava yekem li ser rêya rast, ji ber wan sedemên ku min balkişande ser, baweriya min bi vî awayiye ku divê şer rawestê, PKK jî bersîveke xwe hebê, heta eger hevdû tênegihiştin hebê û nêzîkbûn jî nebê, bila şer neyê kirin, dûbare dikim û berê jî min bi aliyê Tirkî gotiye, ev mesele bi xwînrijandin û şer çareser nabê, ji bo wê yekê divê piştgîrî li hengavên aştiyê bikîn, xelkekî din pê wan xweş bê an pêyî wan nexweş bê, eve baweriya mine, ji ber wê yekê ez bawerim divê li ser wan hengavan tiştekî din bêne zêdekirin û Kurd û Hikûmeta Tirkiye bigihin tefahumekî baş.

Gulan: Lê belê wekî ku li serdana Cenabê we yê Tirkiyê jî me dît, ew roja PKK şer destpêkir cenabê we li Tirkiyê bûn, gelo cenabê we vê rûdawê çawa şîrove dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî rûdawekî gelek nexweş bû, aliyên kêm nedibû PKK li wê dema ku ez li Tirkiyê bûm şer destpêbike, ji bo wê yekê ez vê hengava PKK bi karekî neberpirsiyaran li qelem didim û birastî jî ez bi guman bûm. Carekî din jî daxwaz ji PKK dikim şer rawestînin, heta eger yek alî bibê û eve li berjewendiya gelê Kurdistanê daye, eger PKK wiha dizane ku şer raste ew bi xwe tehemuliya berpirsiyariya biryara xwe dike. Lê belê divê girift ji bo Herêma Kurdistanê dirust neke.

Gulan: Li ser asta navxweyiya Herêma Kurdistanê, hest dikîn binyada dewleta qanûn û damezrandina destûrî hêviya Serokê Kurdistane. Cenabê we li sala 1991 wekî Serokê Bereya Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê we ragihand, êm wekî Bereya Kurdistanî Dewleta Qanûn dadimezrînîn, em vê bi hêviyeke Serokê Kurdistanê dizanîn û hest dikîn hengavên cenabê we ji bo binyadnana Herêma Kurdistanê li ser asta damezrawiya dewlet û pêkanîna dewleta qanûn, pirsiyara me ji Cenabê we eveye gelo Serokê Kurdistanê çawa vê hêviya xwe ji bo hemwelatiyên Kurdistanê ronahî dike? Gelo cenabê Serok heta çi radeyê xelkê Kurdistanê dilniya dike. Divê dewleta qanûn armanca hemû hemwelatiyên Kurdistanê bê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me hemû xebat û têkoşîna xwe ji bo wê yekê kiriye ku gelê me rizgar bibê û jiyanekî bextewer ji bo wî bête dabîn kirin, jiyana bextewerî jî berî hemû tiştek divê bi yasa bête rêkxistin, bo ku xelk erk û mafê xwe bizanê. Her wiha em nikarîn bibêjin gelê me bextewer dibê eger yasa serwer nebê, ji bo wê yekê me baweriyeke tevahî li serweriya yasa û damezrandina damezrawên yasayî û destûriyên dewletê heye. Hemû hewldanên me jî ji bo bi cîh anîna vê armancê bûye. Li vir da ez nikarim bibêjim li sedî sed serkeftî bûne, lê belê me hengavên baş avêtiye û serkeftineke baş jî me bi destxistiye. Birastî eve jî kareke ku bi yek kes û bi yek aliyî nayê kirin. Divê hemû xelk baweriya wî bi vê yekê hebê, hemû hevkariyê bikin bo ku dewleta yasa û damezrawên destûriyan bête damezrandin, bo ku derfeta kar û pêşketinê ji bo her take keseke Kurdistanê bête holê. Em hemû li beramberî yasa wekhev bîn, ez wiha dibînim eger bigihîn wê astê eve astekî xweşguzeraniye ku ji bo xelkê Kurdistanê dabîn dike. Ji bo wê yekê her li destpêkê ve baweriya me bi dewleta yasa hebûye û ji bo wê yekê jî me hewl daye û li ser wan hewldanan jî berdewam dibîn. Divê bi wîcdanê ve temaşa berê bikîn ku em li ku bûn û niha li kuderêne. Gelo eve her wiha ji xwe de ve bi dest hatiye?

Gulan: Cenabê we wekî Serokê hilbijartiyê gelê Kurdistanê, piştî hilbijartinan ji aliyê gelê Kurdistanê ve li hilbijartinên temmûza sala derbasbûyî, bernameya we bi vî awayî bû ku serdana hemû navçeyên Kurdistanê bikin û raste rast li gel hemû çîn û tuwêjên gelê Kurdistanê bicivin. Ewê ku em jê agahdarîn cenabê we serdana çend navçeyekî kir, wekî navçeya Soran, navçeya Ranye û Qeladizê, lê belê bi sedema serdana cenabê we ya Emerîka û paşê jî ya Sû’ûdiye û Lubnan û serdanên vê dawiyê ya cenabê we ya Tirkiye, Elmanya, Fransa, Urdin û Misir, vê bernameya cenabê we paş xist, ji bo wê yekê hez dikîn ji cenabê we bipirsîn gelo hun bi niyazin vê bernameyê dûbare destpêbikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman eve bernameyeke ku me dariştiye û berdewam dibê, bi hêviya xwedê demeke din dîsa destpêdikim, raste ji ber wan serdanên derve neçarbuyîn vê bernameyê rabigrîn, lê belê bi hêviya xwedê li demeke nêzîk de dîsa destpêdikim û serdana hemû navçeyên Kurdistanê jî dikim. Xelkê jî dibînim û her çi nebê bo ku bizanim gîr û giriftên wan çawanin û çine, bizanim ev xelk dixwazê em ji bo wan çi bikin, pêşniyarên çi ji me dikin, an gelo çi gileyî û gazindên wan heye, li vir da dixwazim bi eşkere eve bibêjim ez bi wan serdanên berê ku min encam da gelek xweşhal bûm, ji ber ku xelkê me xelkekî gelek nîştimanperwer û bi bawerin, birastî eve gelek dilê min xweşkirin û tekîd dikim ku bernameya me berdewame.

Gulan: Eger ev bernameya we destpêkir, gelo ew navçeyên li bernameya we dane ku hun serdana wan bikin, kijan navçe ne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bernameya min ji bo hemû navçeyên Kurdistane, wate navçeyên Germiyan, Silêmanî, Dihok, ew navçeyên li Hewlêrê mane temam dikim, bi hêviya xwedê serdana hinek ji navçeyên veqetandî jî dikim.

Gulan: Em hest dikîn Serokê Herêma Kurdistanê sozekî taybetî ji bo navçeya Germiyan heye, em dikarin ji cenabê we bipirsîn ew soza cenabê we ya ji bo Germiyan çiye û çavkaniya wê çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû navçeyên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê li cem min gelek delalin, lê belê Germiyan ez dizanim li şoreşa Eylulê jî da xelkekî gelek şoreşger û têkoşer bûn, Pêşmergeyên gelek qehreman li wê navçeyê rabûn, berxwedanekî mezin li şoreşa Eylulê da hebû, bêguman li enfal jî zerer û ziyanekî yekcar gelek mezin li ber wan ket, hinek gundên wan her bi tevahî hatin rûxandin, hinek malbata wan hene her hemû ji holê rabûn bûn û kesek ji wan nema, eve wiha kiriye ku cergê mirov dişewitîne, ez bi niyaz bûm serdana Germiyan bikim, lê belê min nexwest ez biçim axaftinên xweş ji bo wan bikim, min xwest dema ku biçim ku tiştekî wiha bi dest ve bê bikarîn hinek xizmetguzariyên din pêşkêşî wan bikîn, hinek ji êş û azarên wan kêm bikîn, lê belê dema derfetê çênebû ku serdana wan bikim, paşê kete dema hilbijartinê, û min got eger niha biçim renge ew bi xwe û xelkekî din jî bibêjin eve ji bo hilbijartinêye, ji bo wê yekê jî min paş xist, piştî hilbijartinê jî min xwest destpêbikim lê belê ev serdan hatin pêş.

Gulan: Wate cenabê we ku vê carê serdana Germiyan bike bi desteke tije ve diçe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Berî ku vê seferê bikîn, me bernameyeke wiha daniye bi desteke tije ve bi hêviya xwedê serdana wan dikîn, dema xwe ku min nekarî serdana wan navçeyan bikim, min daxwaz ji Nêçîrvan kir ku wê demê Serok Wezîr bû ew biçê, nirxê 200 milyon dolar hatibû terxankirin ji bo avadankirin û xizmetguzariyên pêwîstên Germiyanê, ji bo wê yekê diçim bizanim ew proje û kabîneya şeşem jî soza xwe daye çend proje bi cîh bike, êdî ji bo wê yekê bizanîn ew projeyên Kabîneya Pêncem û Kabîneya Şeşem çend ji wan sozan cîh bi cîh kirine û çend maye ji bo wê yekê ku hemû cîh bi cîh bikin.

Gulan: Eve tê wê wateyê ku cenabê we ku ji bo Germiyan dike ji derveyî wê 200 milyon dolarê berê dibê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xwedê hemû yeke, lê belê diçim bizanim ew 200 milyon dolar çi pê hatiye kirin û çi pê nehatiye kirin, ewê ku ji destê min jî bê û ezê ji bo wan bikim.

Gulan: Em wekî têbinî dibêjîn, hest dikîn dema cenabê we raste rast li gel çîn û tuwêjên gelê Kurdistanê dicive, dibînîn ku daxwaziyên hemwelatiyan bi maqûl û qabîlê cîh bi cîh kirinê dizane, her wekî mînak ew daxwaziyên li sala 2009 li her du navçeya Soran û Ranye û Qeladizê ji aliyê hemwelatiyan ve bi cenabê we hatibûn ragihandin. Cenabê we biryar da hemûyan cîh bi cîh bike, pirsiyara me eweye gelo ev mesele ji bo wê yekê venagerê li navbera hemwelatiyan û Hikûmetê de valahiyek heye û cenabê we wê valahiyê tije dike û têgihiştineke tevahî li navbera hemwelatiyan û dam û dezgehên hikumiyan da heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî piçek ji hevdû dûrbûn heye, divê ew dûrbûna di navbera gel û Hikûmet nemîne, ez bawerim kelênê mezin eveye, divê eve nemîne û herdem jî li navbera gel bîn, dûbare dikim ewê ku min ji xelkê xwe dît li dema serdanên min da, birastî xelkê me xelkekî bi bawerin û daxwaziyên wan jî daxwazên gelek gelek rewane û kêm jî bû, hun dizanin welatê me welatekî wêrankirî bu û xelkê me çendîn sale hemû êş û azarekî tam kiriye, lê belê li vir da du awayê hevkarîkirina xelk heye, hevkariyek heye encamdana projeyên mezin ku hemû xelk jê sûdmend dibin, ez bawerim bi vî awayî cureyên hevkariyê bi encamdana projeyên mezin û ji bo sûda giştiya wan baştirîn rêye, ewê din divê em hela karkirinê ji bo wî xelkî peyda bikîn, hinekî din jî projeyên biçûke hejmarekî kêmtir xelk jê sûdmend dibê wekî mînak gundek an du gund lê sûdmend dibê, em divê her du alî ji ber çav bigirin û li her du alî (Wate projeyên mezin û biçûk) dest bikarbîn, raste hinek kes hene zehmetiyên zêde dîtine an malbata şehîdane, divê em hesaba wan jî bikin, lê belê eve şaşe tu bibêjî li gundek an li cihek çend kesek hilbijêrî û yarmetiya wan bidî û xelkê din piştguh bixî. Ez bawerim eve siyasetekî şaşe û ez bi xwe eve nakim, cext li ser wê yekê dikim projeya mezin bête cîh bi cîh kirin bo ku ew xelk hemû jê sûdmend bibin, her wiha hinek projeyên biçûktir ku renge çend gundek jê sûdmend bin, li gel li berçav girtina hinek haletên taybet ji bo hinek kesan ku gelek qurbanî dane û ziyanê jê dîtine, lê belê alîkarîkirin bi awayekî take kes ez bawerim eve tiştekî şaşe.

Gulan: Cenabê we bi eşkere balkişand li ser wê yekê ku rastî jî valahiyek li navbera gel û Hikûmetê de heye. Her wiha we balkişand li ser wê yekê ku divê ew valahî bête pir kirin, gelo bernameya cenabê we li vî derbarî de çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Divê ji xwe ve destpêbikim, ez bi xwe berdewam diçime nav xelk û rojane jî xelkekî zêde dibînim. Lê belê hemû ne eweye ku ewê li televizyonê de tê pîşandan, hez nakim dîtina xelk wekî propagande bête bikaranîn û eve meseleyeke erkê ser şanê mine ku xelk bibînim. Wezîr û berpirsê hikumiyên her yekan li gor pîsporî û taybetmendiya xwe divê biçine nav xelk û ji nêzîk ve agahdarî gileyî û gazindeya xelkê bin û beberdewamî li nav xelk bin. Ez wiha dibînim ku bi van hengavan dikarîn vê kelênê pir bikîn û nabê em bibîne hikûmeteke burokratî.

Gulan: Aliyên din ku em dixwazin ji cenabê we bipirsîn meseleya bi damezrandina hemû dam û dezgehên Herêma Kurdistane. Ji ber wê yekê Serokê hilbijartiyê gel li sîstema demokratîk da bi rêya damezrandinên dewletiyan bernameya xwe cîh bi cîh dike. Em wekî hemwelatiyên Kurdistanê me bernameyên wiha bihîstiye û xwendiye, pirsiyara me eveye gelo ew bernameya nîştimanî û netewiya ku cenabê we pêşkêşî xelkê Kurdistanê kiriye. Heta çi radeyê dibê fakterek ji bo damezrandina dezgehên herêm û heta çi radeyê rê xweş dike ji bo wê yekê hemwelatiyên Kurdistanê beşdarî li gel dezgehên damezrayiyên Herêma Kurdistanê bike û hevkariya Serokê xwe bin bo ku vê qonaxê derbas bibin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû bernameyek piştî lêkolînan tê dariştin, wê bernameya ku me pêşkêş kiriye ji bo wê gelek bi cîddî hewl didin bête cîh bi cîh kirin, lê belê ev cîh bi cîh kirin hevkariya hemû hemwelatiyên Kurdistanî pêwîste, nikarim bibêjim me vê bernameyê ku pêşkêş kiriye hemû hatiye cîh bi cîh kirin, lê belê dikarim bibêjim beşekî hatiye bi cîh kirin û hinekî maye, wate eve bernameyeke û proseyekî berdewame û nikarîn bibêjîn ev bername bi 2-6 mehan de tê bi cîh kirin, ji bo wê yekê em berdewamîn û berdewamî jî dibîn bo ku vî welatî bikîn welatê damezrawiya destûrî.

Gulan: Herêma Kurdistanê bi qonaxa întîqalî da derbas dibe, li vê qonaxê da hemû ew serkirdeyên neteweya xwe binyadnawe li rêya damezrawiyan, du çarî diyardeya gendeliyê bûne, eve jî wate li gor dîroka binyadnana welatên piştî şer, tu civakek tûne ku rû bi rûyê gendeliyê nebûbê, lê belê ew Serok li proseya binyadnana neteweyan serketî bûn, ew Serokin ku karîn tixûbek ji bo diyardeya gendeliyê li damezrandinên dewletê dabinê, pirsiyara me eveye gelo Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rû bi rûbûna gendeliyê çi bernameyek daniye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez gelek gelek dijî diyardeya gendeliyê me, gelek şanaziyê jî bi wê yekê dikim eger bikarim gendeliyê nehêlim, lê belê neku her li Kurdistanê, li hemû welatek da eve heye, min daxwaz ji hikûmet û ji Wezîran jî kiriye û min gotiye wan divê vê yasayê cîh bi cîh bikin, gûh nedine tu kesek ku bê dest li karubarê we têk bide. Min daxwaz ji hizban kiriye piştgîriya hikûmetê bikin, daxwaz ji hemû kesek jî dikim yarmetiya me bide, eger dîtin ku li her cihek gendelî heye, an berpirsek yasa binpêkiriye, bo ku cihê yasayî dijî her kesek bigrê berî ku li yasa binpê kiriye, ez piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku hest bi wê çaksaziyeke wiha bike ku bersîvdar bê ji bo hemû wan pirsiyarên li bîra xelkê daye.

Gulan: Gelo cenabê we li vê bernameyê da pêwîstî bi pîspor û şêwirmendên biyanî nabê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim pêwîstiya me pê heye, me sûd lêwergirt, lê belê ez bawerim li Kurdistanê jî xelkekî gelek şarezayên li vî warî de heye.

Gulan: Ewê ku niha li nav rojnamevanan û rewşenbîran da tê axaftin meseleya azadiyane, eve jî li rastiya Kurdistanê dibînin eve ye ku hemû kes azade li wê daxwazê bibêjê an binivîse, her wiha rojane hemû belavkiriyên Kurdistanê li bazarên Kurdistan bi azadî têne firotin û digihe destê hemû kesek. Li beramber da wê yekê jî dibihîsîn ku li Herêma Kurdistanê da tixûb ji bo azadiyê nayê danîn û azadiya raderbirîn tê sînordarkirin, em vê meseleyê bi vî awayî dibînîn xelkê Kurdistanê demeke dirêj li jêr desthilata rejîmên Iraqê da bû ku hemû azadiyek jê hatibû wergirtin, ji bo wê yekê niha ku dibînîn xwedî Parlemen û Hikûmeta xwe ne, ji bo wê yekê hemû tiştek bi mafê xwe dizanin û dixwazin yasayek jî nebê azadiyan rêkbixe, eve li gelek welatên din jî bi vî awayî buye, lê belê hewlek hebuye ji bo rêkxistina azadiyan, pirsiyara me ji Serokê Herêma Kurdistanê eveye, gelo li Kurdistanê azadî hatiye sînordar kirin an hewlek ji bo rêkxistina azadiyan hê jî temam nebûne? Gelo bernameya cenabê we li vî warî de ji bo rêkxistina azadiyan û serweriya yasa çawaye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Xebata me ji bo ewe buye, bo ku gelê me azad bibê, her wiha ez şanazî bi wê yekê dikim eger me karibe rolekî bi destxistina wê azadiya li welatê xwe de dîtibe û xelkê me îro bi serbilindî û bi azadî li welatê xwe da bijî. Lê belê mixabin ez jî hinek car wan nivîsan dibînim ku gileyî li wê yekê dikin ku azadî tûne, bi rastî ez tênagihim mebest ji azadiyê çiye? Eger mebest eweye ev desthilat nemînê, ji xwe ev desthilat xwe ferz nekiriye, bi hilbijartinê hatiye û mu’arezeş heye, sê çar salî din hilbijartin dûbare dibê, eger xelk deng bi vê desthilatê da, wateya wî eweye zêdetirê xelk li gel siyaset û bernameya karê vê deselatê ye, eger deng jî pê nedaye û deng bi her yekî din da, ew dikarê cihê xwe bigrê, ji ber ku eger dixwazin cihê desthilat bigrin, eve ev cîh girtina bi plan nabê, belku li rêya hilbijartin û sindoqa dengdanê ve dibê û ev derfet jî ji bo hemû aliyek hatiye rexsandin.
Eger mebest derbirîna baweriya azade li rojname û telefizyonan, çi maye heta ku nebêjin? Ew hemû sedema ragihandin ku li Kurdistanê heye, ewê dilê wî bixwazê dinivîse û dibêje. Lê belê pirsiyar li vir da eveye, gelo azadî ne bi sînore? Ji xwe azadî jî divê bi yasa bête rêkxistin, azadî heta ew aste ku azadiya xelkekî din binpê nekî, niha hinek kes hene li wê derbasbûne, mafê xelk binpê dikin, buxtan dikin, te’da dikin, li gel evan jî kesek tiştekî nabêje wan, ji bo wê yekê ez bawerim me pêwîstî bi bi xwedaçûnê ve heye, divê hemû aliyek ji bo vê meseleyê bi xwe da biçê, divê li Kurdistanê da me civakeke bi tendirust hebê, şikandin û buxtan û cinêwdan eve tiştekî ne xweşike, Kurd bi wê yekê hatiye naskirin ku neteweyekî bi exlaqe, her ew exlaq bû Kurd karî wekî çekek dijî hemû dijminên xwe bi karbîne, birastî niha ez gelek gelek nîgeranim ku dibînim mijule çaandek dirust dibê ku gelek dûre ji rewş û dab û nêrîta Kurdewarî, li vir da hez dikim balê bikşînim bi meseleya rojnamevanan, li vê pirsê da pirsiyara min jî eveye, kî rojnamevane? çawa pênaseya rojnamevan tê kirin? Gelo her kesek ku rabû û tiştekî nivîsî dibê rojnamevan? Rojnamevan ne li ser ruyê yasaye, divê Sendîkaya Rojnamevanan jî li vî warî de rola xwe bibînê, her wiha divê Parlemen rola xwe bibînê, rojnamevan jî divê hest bi berpirsiyariyetiyê bikin, ji bo wê yekê nabê ji dab û nerîta Kurdewarî binpê bikin û nabê çandekî wiha bête nav xelkê Kurdistanê ku serencama kes baweriyê bi yekî din nebê û kes rêza kesekî negrê, kesek xwe bi berpirs nezanê, an wefaya wî nemînê ji bo vî welatî, eve tiştekî gelek metirsîdare û divê bê çareser kirin, hêvîdarim hemû aliyek hest bi berpirsiyariyetiyê bikin û divê hemû meseleyek jî bi yasa bête çareser kirin.

Gulan: Gelo hun bawer dikin ku eger rewşenbîr li hev bicivin û mekanîzmek ji bo çareserkirina vê pêvajoyê daynin baştire?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez wiha dibînim, lê belê hemû aliyeke rewşenbîran, zilamên olî, rojnamevan, siyasetmedar, divê hemû pêkve rûnin û gotubêj û gûftugoyê bikin bo ku bikarin sîstemek deynin li gel dab û nerîta vî neteweyî biguncê, ew exlaq û rewşa bilinda Kurd ku pê hatiye naskirin ji dest nedîn.

Gulan: Sebaret bi yasaya rojnamevanî li Kurdistanê da, ev yasa ji aliyê cenabê we ve hate pejirandin, lê belê niha piştî demeke bi wê yasayê kar têkirin hest dikin ku pêwîstiya bi cureyek li deskarîkirinê an hemwarkirinê heye, pêwîstiya me bi wê yekê heye karê rojnamevanî li Kurdistanê bêe rêkxistin, gelo cenabê we sebaret bi vê yasaya rojnamevaniyê li Kurdistanê de çi dibêjin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekemcar wê yasayê ji bo min anîn, min jî şand Parlemenê bo ku yasa bi vî awayî bibê ku rojnamevan dixwazin û pê razîbin û dilê wan pê xweş bê, lê belê mixabin hinek ji wan bêwefayiyê li beramber wê yasayê kir, wate xerap sûd ji yasayê wergirtin û hemû sînorekî binpê kirin, ji bo wê yekê eve dîmînê ser Parlemenê bo ku duvdaçûnek li ser bike, ji ber ku divê hemû azadî li gor yasa bête rêkxistin, ji ber ku azadî ne bê sînûre.

Gulan: Wate cenabê we daxwaz ji rojnamevan û rewşenbîran dikin ku bi rastgoyî rexneyên xwe bigrin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez gelek gelek memnunê wan rojnamevananim an wan telefizyon an wan kesên rastiyê bibêjin, ewê rexne digrê ji bo çaksazî û ji bo pêşketina welat bê, çavên wî kesî maç dikim ku pêşniyarekî wiha ji bo me bîne, an gendeliyekî wiha ji bo me eşkere bike, lê belê ku bû bi buxtan û reş û spî têkelkir û hemû bi reş hate pîşandan, birastî nikarî nirxekî ji bo wê deynî û ne jî gûh lê bigrî, ji ber ku pêvajoyê de destkeftên gelek mezin bi dest hatine, pêvajoya niha bi hêsanî dirust nebuye, qurbaniyekî zêde hatiye dayîn, zehmetiyekî zêde hatiye kişandin, lê belê niha yek bê bi min bibêje tu gîr û girift tûne û hemû tiştek temame, ez dizanim ku ne raste, lê belê li beramberî wî da yek bê û bibêje hemû tişt xerape û tiştek nehatiye kirin û hemû gendeliye, eve jî mubalexeyeke mezine, ji bo wê yekê ez daxwaz dikim rastî çawa bê ew bête gotin.
Min baweriyeke tevahî bi wê yekê heye ku eger em hez nekin rexne li me bê girtin bila em karekî wiha nekîn ku bibê dema rexnegirtinê.
Mebesta min eweye bila rexne bê girtin, lê belê tomet û buxtan neyê kirin. Ez ji wê yekê dilniya me ku gel bi xwe rê nade li jêr siha wê azadiyê, xebat û têkoşîna gelê me û têkoşerên me biçûk bixin.

Gulan: Cenabê Serok em têne li ser meseleyên pêwist bi Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraq, dibînîn niha Iraq bi qonaxekî gelek aloz de derbas dibe, ku dikarîn bibêjîn prose gihiştiye bin best, gelo cenabê we vê pêvajoyê çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dikarim bibêjim prose niha gelek gelek aloz buye, biryar bû îro (13/07/2010) Parlemen bicive, lê belê ji bo du heftiyeke din hate paşxistin, wekî ku ez dibînim du hefteyên din jî tiştek nayê kirin, roj bi roj jî pêvajo aloztir dibê, girift eweye ew birayên li Bexda biryara wê yekê nedane pirsê çareser bikin, em wekî Kurd û şanda Kurdistanî ku li Bexdane, xweşbextane rola Kurd rolekî erêniye, em ne beşekin ji pirsgirêkê em beşekin ji çareseriyê, her wiha jî dibîn, lê belê birastî cihê daxêye ku dibêjim pêvajo gelek aloze û bi van nêzîkan de tu asoyekî ronahî nabînim.

Gulan: Li vê proseya aloz da dibînîn, her dema ku behsa pêwendî û pirsên li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê dikin, cenabê we cext li ser wê yekê dikin ku destûra Iraqê nexşerêya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqe, her wiha destûra Iraqê pirsa navçeyên veqetandî û Kerkûk, Pêşmerge, Yasaya neft û gaza Herêm û Iraq çareser dike, pirsiyara me eve cext kirina cenabê we bi vî awayî li ser destûr wê wateyê nagihînê ku me bi tenê yek rê heye ji bo mayîna me ya li Iraq û çareser kirina pirsên li gel Iraqê da? Gelo wiha dibe ku li asta siyasî û diplomatî de tenê yek rê çareseriyê diyar bikîn û çareserî bi dîlê wanê din nebêt? an hun bawer dikin ku destûr civandina hemû çareseriyane?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim eger destûr bi emanet ve bête bi cîh kirin, tu pirsgirêk nabê, eger her pirsgirêkek jî hate pêş gelek bi hêsanî tê çareser kirin. Ji bo vê destûrê zehmetekî mezin hatiye kişandin, her wiha bi hêsanî dirust nebuye, ez nêzîkî 53 roj li Bexda mam û li gel birayên din em mijul bûn ku vê destûrê darêjin, lê belê niha jî ev destûr ne bê kêmasiye, lê belê li gel wê yekê jî destûrekî gelek pêşketiye, destûreke dikarîn bibêjîn beşê mezinê mafên me têdaye û çarseriya hemû gîr û giriftan destnîşan kiriye. Ji bo wê yekê ez bawerim tu tişteke din ji vê destûrê ne baştire..

Gulan: Ji bo beşdarbûna Kurdistaniyan li Hikûmeta nû ya Iraqê da, cenabê we gelek cext li ser wê yekê dike, ku divê posta Serok Komar bidin Kurd, gelo cextkirina cenabê we li ser vê meseleyê pêwendî bi hevpeymaniya di navbera Yekîtî(YNK) û Partî (PDK) ve heye, an hun wekî meseleyekî nîştimaniya Kurdistanî temaşa dikin û ji ber wê yekê ku neteweya Kurd li Iraqê da duyemîn neteweyê serekiye li Iraqê da, divê yek ji du postê serweriyê (Serok Wezîr an Serok Komar) bête wergirtin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em wekî Kurd neteweya duyemîn li Iraqê da, du neteweyên serekî li Iraqê da heye (Ereb û Kurd), raste sê postê serweriyê heye (Serok Komar, Serok Wezîran, Serokê Parleman) lê belê desthilata kiryarî hemû li destê Serok Wezîre, lê belê ji bo me wekî Kurd wergirtina posta Serok Komar li vê qonaxê zêdetir tiştekî me’newiye, eve guh birîneke ji bo wan hemû xedrên li salên derbasbûyî li Kurd hatibû kirin, ew daxûyaniyên vê dawiyê jî ku hinek aliyan daye bi wê wateyê ye Kurd ne layiqê wê posta Serok Komare werbigrê, bi awayekî gelek nedostane vê meseleyê xiste rû, ji bo wê yekê em bi mafê Kurd dizanîn û ji bo Iraqê jî baştire bo ku dilniyayiyek bidin bi Kurd, eve nayê wê wateyê ku em vê postê bigûherin bi posta Serok Wezîr, bêguman eve nayê kirin, ji bo wê yekê em dixwazin li vê qonaxê de Serok Komar ji bo Kurd bê û ji ber ku ji bo Iraqê jî wiha baştire. Em li ser vê meseleyê sorin, bêguman ku em daxwaza vê postê bikîn, Mam Celal berbijêrê meye ji ber ku ew ji bo vê karê guncawe.

Gulan: Wekî ku dibînin Emerîka carekî din hatiye nav proseya pêkanîna Hikûmeta Iraq, pirsiyar eveye gelo Emerîkî wekî aliyekî xêr têne nav proseyê ji bo nêzîk kirina aliyan, an hatine zextên xwe bikarbînin û tenazûl bi aliyan bikin bo ku her çawa bê hikûmet pêkbê? Eger Emerîkî zextê xistin li ser aliyên Kurdistanî, gelo cenabê we çawa têkilî li gel vê rastiyê dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Helbet Joseph Biden du car bi telefonê li gel min axaft, ji wê yekê ku dema ew hat ez ne li Kurdistanê bûm û min serdana Misir kiribû û li Qahîre bûm, ku ez vegeriyam Kurdistanê jî ew çûbû Washingtonê. Ji bo wê yekê dema ez li Qahîre bûm me bi telefona axaft û dema ku vegeriyam jî dîsa pêwendiyeke telefonî li gel min kir, min bi wîcdan ve dibêjim Emerîkî tu zextekî nexistine li ser me, û min nebihistiye ku zextê li ser tu aliyeke din jî kiribin, bêguman Emerîkî jî dixwazin bi zûtirîn dem hikûmetek li Iraqê da bête pêkanîn, ji ber ku ew jî xwedî berjewendiyekin û peymana Sofa (SOFA) heye bo ku hêzên xwe vegerînin.
Bêguman ji bo wê yekê jî cihê xweşhalî û serbilindiyê dibê dema hêzên xwe vekêşin pêvajoya Iraq aram bibê, lê belê min nebîhistiye ku wan zextê xistibê li ser tu aliyek, bi berevajiya wê ew amadehiya xwe nîşan dan bo ku rola xwe bibînin.

Gulan: Hun bawer dikin li vî demî de ku prose dubare gihişt bin best, Emerîkî zextê xwe bixin ser, bo ku wê binbestiyê bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawer nakim ev mesele bi zext bête çareser kirin, divê bête têgihiştin, an eger her bi vî awayî niha maye û piştî du hefteyeke din jî Parlemen nekarî kombibe, eve dibê berev xeyarî din biçin, pirsiyar li vir da eveye dema Iraqî bi xwe nexwazin pirsên xwe çareser bikin? Emerîka dikarê çi bike? Zext bike an rênimayiyan bike, her çi bike bê sûde.

Gulan: Li vê pêvajoya aloz ku niha li Bexda heye, hest dikîn vê carê Serokê Herêma Kurdistan hinek dûre ji proseya siyasiyê an bi wateyekî din Serok kêmtir diçê Bexda, bi berevajiya wê aliyên din têne Hewlêr, lê belê li proseyên din de me didît Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dikir, gelo raya cenabê we li ser vê meseleyê çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Wê demê hemû tiştek li sifir ve destpêdikir, wekî mînak dema meclîsa hukim hemû tişt nû dirust dibû, ji bo wê yekê min bi pêwîstî dizanî biçim Bexda, her wiha min li meseleya destûrê de bi pêwîst zanî biçim û li wir bim, lê belê niha hemû tişt teqrîben hemû damezraw hatine damezrandin, lê belê xerap têne bikaranîn, niha Parlemen heye, Encûmena Wezîran heye, Encûmena Serokayetî heye, li gel eve jî niha ez amademe biçim Bexda, eger bizanim aliyan biryar daye rêkbikevin ez diçim, ez amademe her çi ji destên min bê bikim, lê belê heta niha tu biryara peymanekî nedane.

Gulan: Hun bawer dikin ku ev pêvajoya girîng de Serokê aliyê serekiyên proseyê li vê pêvajoyê de pêkve kombibin û çareseriyek ji bo vê tengasiyê peyda bikîn?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xwedê eger bizanim Serokê kutleyan û aliyê serekiyan biryara wê yekê daye çareseriyek bidozin ez amademe, li vir daweta wan bikîn û li xizmeta wan da bîn, an ez biçim Bexda, lê belê ji bo wê guftugoyê heta niha hebuye ez beşdar nabim.

Gulan: Gelo em wekî firaksiyona Kurdistanî li gel şexsên berbijêran guftugo dikin, an xeta me ya sor beramber tu berbijêrek tûne û piştî wê berbijêr dibe ku li ser bernameyê bikevîn guftugoyê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nîsbeta me bername merce.

Gulan: Gelo tu kesek ne cûdaye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Cûdahî heye, hez dikim eşkere bibêjim, şexs heye bi nisbeta me li şexsekî din pesendtire, lê belê dîsa bername merce, em wekî Kurd me hinek daxwazên rewa heye, ji bo wê yekê me bernameya hikûmetê girînge li hemû meseleyan de û eve jî pêwendî bi Iraqê ve heye neku tenê Kurd, kî li wê bernamaneyê de ji me nêzîktir bê em li gel wê bernameyê rêkdikevîn.

Gulan: Heftiya bihurî me bihîst ku, eger hêzên Emerîka li Iraqê vekişin, ew hêzên Neteweyên Yekgirtî cihê wan hêzên hevbeşê (Pêşmerge, Emerîka, Artêşa Emerîka) li navçeyên nakokî li ser digrin, gelo raya cenabê we li ser vê meseleyê çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve axaftineke ku hatiye kirin, niha tu meseleyekî ciddî de nehatiye axaftin, tenê pêşniyareke ku hatiye kirin, lê belê naverokê de ev hêza kî dibin, desthilata wan çend dibê, li ku dibin, ev naverok nehatine axaftin. Ji bo wê yekê niha zuye rayekî dawî li vî derbarî de û li vî meseleyî ve bê kirin.

Gulan: Gelo bi raya cenabê we proseya siyasiya Iraq berev ku ve diçê? Gelo hun bawer dikin ku astengiyek dirust bibê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî ewê ku ez dibînim tu tiştekî wiha li ber çav tûne, ku wê girêyê veke.

Gulan: Niha em bîne li ser meseleya pêwendiya herêm û Erebî û navdewletiyan li gel Herêma Kurdistanê, birastî ev alî hinek giringe eger ew meseleyên navxoyiyên Iraq û Kurdistanê nebûna, raste rast li vî xalî de pirsiyarên me destpêdikir, wekî ku me li serdanên vê dawiyê ya cenabê we de dît, bi taybetî li serdana cenabê we yê Tirkiye û welatên Erebî, me hest kir ew pêwendiya siyasî û dîplomatiya niha li Herêma Kurdistanê bi xêra Serokayetiya cenabê we gihiştiye wê astê, çend salek berî niha me behs bikira Herêma Kurdistan digihe vê astê, dibe ku gelek kes bawer nekiran, pirsyara me eveye gelo çawa Serokê Herêma Kurdistanê li demeke kurt (2-3) salan de we wan hevpirsan gûherî û we wê siyaseta hevseng birêvebir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Berî niha hinek pêşbîniyên bi vî awayî li Herêmê hatibûn wergirtin, ew pêşbîniyên şaş bûn, hinek alî wiha dizaniyan ku em êrîşî wan dikin, hinek aliyên dinên dewletên Erebî wiha dizanîn emê rolekî neyînî li Iraqê da bibînin û em pirsgirêkin, gelek xelkê din jî dixwestin pirs û têkçûna xwe bi me ve girêbidin, lê belê niha derket holê ku em ji bo tu kesekî ne metirsîne, me siyasetekî rast girtiye li ber xwe, em rastgo buyîn, neçuyîn pey dûv ziman bipeyvin, wate aliyê wan bi awayekî bipeyvin û dilê wan xweş bikîn û li vir jî bi awayeke din bipeyvin, nexêr li vir siyaseta me çawa buye bi wiha jî me heman tişt gotiye. Ez bawerim eve yek ji wan sedemên herî serekiyane ku rastiya pêvajoyê ji bo wan wiha derket, bêguman em li gel xwe û li gel wan jî rastgo buyîn, bi tu awayekî ji bo wan nebuyîn metirsî, bi berevajiya wê gelek tiştên hevbeş hebuye ku ew dikarin berjewendiya her du aliyan dabîn bike, raste eme jî xwedî berjewendiyekin, lê belê li ser hesabê xelkekî din me berjewendiya xwe parastiye, me xwestiye xelkê Kurdistanê jî sûdmend bê, lê belê dubare dikim ku ji hemuyan girîngtir rastgoyiya me buye ku wiha kiriye ew siyaset û pêşbîniya xwe beramber Herêma Kurdistanê de bigûherin.

Gulan: Bi dirêjahiya dîrokê li pêwendiya Erebî û herêmiyan li gel dewleta Iraqê da neku hesab ji bo nêrîn û berjewendiyên gelê Kurdistanê li Iraqê da nehatiye kirin, belku pêwendiyên li ser hesaba berjewendiyên gelê Kurdistanê temam dibûn û ne ku betî bûn ji bo Kurd, lê belê niha çendîn lêkolînên girîngên navendên lêkolînên Emerîka li ber destên me daye, ku rênimayiyên xwe bi wî alî ve pêşkêş dikin, divê ev pêwendî li gel nêrîna Herêma Kurdistanê yek bigrin, bi taybetî jî li gel Tirkiye, gelo cenabê Serokê Herêma Kurdistanê vê werçerxana girîng û dîrokî çawa ji bo gelê Kurdistanê ronahî dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Her wekî ku min behs kir berê jî nêrîneke wiha hebû li cem dewletên hevsû ku Kurd ji bo xwe metirsiyê dizanîn û herdem Kurd jêderekin ji bo têkdana pêvajoya wan, ji bo wê yekê peymanan girêdidan, li hemû rûniştinan de meseleya Kurd meseleya yekem bû, eger li meseleyên din da nêrînên cûda jî hebûya, lê belê li ser meseleya Kurd yek nêrîn û yek helwest bûn, ew jî helwestek bû dijî bi Kurd, heta gihişte wê peymana serbazî girêbidîn ji bo serkutkirina gelê Kurd û nehiştina pirsgirêkek bi navê pirsa Kurd, lê belê ev hemû siyaset şikestê anîn, ji ber ku siyasetekî rast nebû, niha gihiştine wê baweriyê divê siyasetekî din li gel Kurd peyrew bikin, ew jî siyaseta hevdû têgihiştinê ye, siyaseta hevdû qebul kirinê, siyaseta danana bi fermana rastî bi wê yekê ku neteweke û heye, şûna ku bi çavê dijminane temaşe bikin bila bi çavê dostane temaşe bikin.
Ez bawerim niha ew bawerî dirust buye û eve jî guherîneke mezine.

Gulan: Em wekî rojnamevan ji serdanên cenabê we yê  Erebistana Sû’ûdiye, Urdin û Misir, her wiha biryardana bi vekirina Konsolxaneyên li Herêma Kurdistanê xwendiye, nêrîna niha ya dewletên Erebî bi taybetî Misir, Urdin û Sû’ûdiye ya li ser Herêma Kurdistanê nêrîneke ne ya par û pêrare, niha dewletên Erebî mayina Herêma Kurdistanê wekî Herêmekî Federalî li Iraq da, bi mayina Iraq bi yekparçeyî li qelem didin, gelo cenabê Serok heta çi radeyê piştgîrî li vê dîtina me dike? Gelo çawa ev hevkêşeya nû dirûst bûye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Raste berî niha baweriyeke xerap ji aliyê beşê gelek welatên Erebî ve li ser Herêma Kurdistanê hatibû wergirtin û wiha hizir dikirin ku em cûda dibîn, em girift ji bo Iraqê dirust dikin, bi mixabinî gelek ji siyasiyên Iraqê jî ku diçûn wan welatan bi biçûk kirineke mezin li Kurd dikirin, lê belê ew jî wate dewletên Erebî jî dîtin ku rola Kurd rolekî erêniye, ew hemû zanyariyên şaş ku ji bo wan çuye ne rast bûn, Herêma Kurdistanê dikarê yarmetîderekî mezin bê ji bo hemû Iraqê, dikarê dergehekî jî bê heta ku meseleya aborî û bazirganî jî li gel Iraqê bikin, her çende ku biha rewşa ewlehiya Iraqê nebaşe lê belê dikarin li Herêma Kurdistanê ve destpêbikin, li van seferan jî bo min jî derket ku bi rastî jî ew bawerî bi tevahî hatiye gûhertin, eve jî bi serketinek dizanim, dikarim bibêjim ew baweriya neyîniya berê hatiye gûhertin bi baweriyeke gelek erênî li ser Herêma Kurdistanê çêbûye, bi tekîd eve jî xizmet bi proseya federaliya Iraqê jî dike.

Gulan: Niha ku em temaşe pêwendiyên Ereb û Herêma Kurdistanê dikîn, dibînin Herêma Kurdistanê pêwendiyekî hevseng li gel wan dewletan heye ku dostê Emerîkane, her wiha ku dijî Emerîka jî ne, gelo çawa we kariye vê diplomatiya hevseng dirust bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî em jî wekî her xelkekî din, me berjewendiya xwe heye, berjewendiya me jî berjewendiya xelkê Kurdistan û Iraqê jî ye ku li ewlewiyata me daye, raste em dostê Emerîkane, raste pêwendiya me li gel gelek ji wan welatan heye ku hevpeyman û dostê Emerîkane, lê belê eve nayê wê wateyê em peyrewa siyaseta welatekî din dikin, an her çi dijminê Emerîka bû em jî dijminayetî dikîn, an her çi dostê Emerîka bê em jî dostayetiya wan dikin, bi eşkere dibêjim em li gor berjewendiya gelê xwe tevdigerîn, raste niha pêwendiyên Îran li gel Emerîka gelek xerape, lê belê eve nayê wê wateyê ku em dibîne beşek ji wê gengeşeya di navbera Îran û Emerîka, em ne ji bo Îranê tiştek dikîn dijî Emerîka, ne jî ji bo Emerîka jî tiştek dikîn dijî Îran, ji ber ku ew pirs ji me mezintire, wekî ku dibêjin eve ne barê me ye birastî, me jî berjewendiya xwe û siyaseta xwe heye, Îran jî welateke hevsûyê meye, eve ne li berjewendiya me da li gel Îranê têkbidîn ji ber ku Emerîka û Ewrupa li gel Îranê têk didin, lê belê li heman demî de naçîn her çi Îran bixwazê em wê bikîn, me siyaseta xwe heye û bi serbixweyî biryara xwe diparêzîn.

Gulan: Li ser asta dewletên Yekîtiya Ewrupa bi giştî û dewletên mezinên Yekîtiya Ewrupa bi taybetî Elmanya û Fransa û Herêma Kurdistan pêwendiyekî asteke bilind daye, bi taybetî li serdana cenabê we yê Fransa û hevdîtina cenabê we ya li gel Serok Sarkozy, me hest kir pêşwazîkirineke neku her li ser asta Serokê dewlet rêkxistibû, belku wê astê bezand û cûreyek li hest û soza dostayetiyekî kevin hate dîtin, gelo Serokê Herêma Kurdistanê pêwendiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransa, bi taybetî piştî wê serdana cenabê we yê Fransa çawa bi gelê Kurdistanê radigihînî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwendiya min û Serok Sarkozy kevine, vedigerê nêzîkî zêdetirê 10 salan, vedigerê wê demê ku cenabê wî Wezîrê Navxoya Fransa bû, li wê demê ve me pêwendî heye û birastî dostê Kurde, dema ku Wezîrê Navxo jî bû gelek hestên wî ji bo Kurd hebû û min çendîn car berê jî dîtiye, her ji bo zaniyariya we jî dema ku hate hilbijartin bi Serok Komarê Fransa ez yekem kes bûm ku min wî pîroz kir, ji ber wê yekê li wê demê ez li Parîs bûm, şev hate hilbijartin û sibehî jî min wî dît û min pîrozbahiyê lêkir û paşê jî min Parîs bi cîh hişt.
Li aliyekî din ve Fransa dewletekî girînge û li damezrênerên Yekitiya Ewrupaye û endamê herdemiya Encûmena Asayîşe, dewletekî mezine li ser asta Ewrupa û cîhanê jî bandora xwe heye, bi tekîd ew yadaştnameya li gel Bernard Koochner Wezîrê Derveyê Fransa me wajo kir, ku ew jî dostekî kevinê Kurde, dostê minê şexsiye jî, ev hemû bandora xwe hebûn, bêguman Fransa bi wê îmkaniyet û mezinahiya xwe ji bo binyadnana jêrxana Kurdistan bê Kurdistanê, bêguman tiştekî gelek mezine.
Her wiha eve dibê sedema wê yekê ku dewletên dinê Ewrupî jî bêne Kurdistanê, eve jî wate dergehekî mezine li ber Herêma Kurdistanê tê vekirin, bi rêya pêwendiya li gel Fransa û Elmanya û xwedê zêde bike me pêwendiyekî gelek baş li gel beşê herî zêdeyê dewletên Yekîtiya Ewrupa heye.
Wek Îtalya, Britanya, lê belê pêwendiyên me yên li gel Fransa bi wê yadaştnameyê hate rêkxistin ji bo wê yekê jî em jî ewlewiyeta xwe didîne wê pêwendiya li gel Fransa ku me dirust kiriye.

Gulan: Wajo kirina yadaştnameya hevdû têgihiştina li navbera Herêma Kurdistan û Fransa, bi taybetî ku yadaştname bi her du zimanê Fransî û Kurdî hatibû nivîsîn, wekî birêz Bernard Kouchner li hevpeyvîneke taybet da bi Gulan ragihand: Paşaroj pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê diyar dike, gelo Serokê Herêma Kurdistanê jî bi wê girîngiyê ve temaşa wê yadaştnameyê dike? Gelo çi sûdekî li wê yadaştnameyê de ji bo Herêma Kurdistanê heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev yadaştname gelek waran li xwe digrê wekî warên tendirustî, perwerde, siyasî, aborî, xizmetguzarî, warên geştiyarî, cîhûwar, birastî yadaştname gelek gelek waran li xwe digrê eve hengavekî gelek baş bû, an wekî ku Ereb dibêjin (Neqle Nu’iye).

Gulan: Gelo posta Serokayetiya Herêma Kurdistanê tu bi warekî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê hiştiye bo ku bikarê hinek deman ji bo xewnên xwe terxan bike, wekî xwendin, gelo cenabê Serok warê xwendinê maye? eger derfet hebê çi dixwînê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî derfetekî gelek kêm ji bo min hiştiye, lê belê dîsa jî herdem min hewl daye ku hinek derfet ji xwe peyda bikim bo ku bixwînim, xwendinên min hemî cûre ne, ez zêdetir wan pertûkan dixwînim ku li ser Kurdistanê ne, an Iraq, an rûdawekî mezinê li cîhanê da hatibe nivîsin, bîranînên wan xelkan dixwînim ku bandora wan li dirustkirina dîrok an li gûhertina pêvajoyek de hebuye.
Hinek car jî pertûkên edebî û dîwana şa’îran dixwînim, her wiha hez li mewsu’atê dikim, hinek car jî pertûkên serbazî jî dixwînim bi taybetî ewên li ser firokeyê.

Gulan: Me bihistiye ku berê cenabê we alîgirê tîpa Elmanya bûn, lê belê niha alîgirê tîpa Îtaliyan, piştî dûr ketina wan du hilbijardeyên li Mondiyal, gelo cenabê Serok temaşa yariyan kiriye, eger temaşe kiriye alîgirê çi hilbijardeyek buye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî ez hez ji futbolê dikim û dema xwe de min yariya futbol jî kiriye, heta carek ez xwendekar bûm li yariya futbol da destê min şikiya. Êdî ez werim li ser pirsiyara te, min gelek hez ji tîpa Elmanî dikir, lê belê ew derket, Îtalyan jî li sala 1991 ku qet wê helwêsta wan ji bîr nakim, hemû yarîzanên hilbijardeya Îtalya topekî ji bo min şandibûn ku hemû jî îmza kiribûn û li ser nivîsîbûn (Li gel rêz û evininên me yên bo Kurdistanê), eve jî wekî pêwendiyekî dostane bû. Lê belê li yariya dawiya Mondiyal, ji ber hilbijardeya Îspanya beşa herî zêdeyê yarîzanên yaneya Barselona bûn, ew yarîzan jî hinek birêz û xweşikî yariyê dikirin, mirov her ji xwe ve hez dikir hilbijardeya Îspanya bibe û ji bo wan pîroz bêt. Her wiha gelek mu’cîbê Mîsî me, wate Mîsî û yarîzanên Barselona li hilbijardeya Îspanya da, helbet ez pê dilxweş dibûm ku Elmanya bîbe lê Elmanya derket, bi birina Îspanya jî ez dilxweş bûm. Zêdetir rêzên min ji bo yarîzanên Barselona heye.

Gulan: Gelo niha cenabê Serok bi xwe werzîş dike, eger werzîş dikin cenabê we çi werzîşek dike, gelo werzîşa cenabê we rojaneye, an dema ku derfeta we hebê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê ez niha jî rojane werzîş dikim, sibehan zû radibim, her çi hebê, divê ez werzîşa xwe bikim.

Gulan: Me bihîstiye ku cenabê we ji muzexaneya Lover le Parîs gelek hez kiriye ku nusxeya esliya tabloya Monalîza bibînê, eve jî balkişandina cenabê Seroke ku hez li hunerê dike, gelo cenabê we tenê hez ji hunera nîgarkêşan û teşkîliye, an bi awayekî giştî hez li hunere?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bi awayekî giştî hez li hunerê dikim, lê belê bi awayekî taybetî nîgarkêşan û wan tabloyan, sebaret bi tabloya Monalîza, ew tablo gelek bi nav û denge, li vê dawiyê li kovarek da min babetekî li ser xwend û dibêje niha piştî lêkolîneke gelek mezin derketiye, ku Monalîza nexweşiya wê ya şekirê hebûye ji bo wê yekê dem û çavê wê wiha pîşan didin, min carekî din dîtibû, lê belê gelek bi wê hessasiyetî min temaşe nekiribû, ji bo wê yekê min hez kir dubare bi hurî temaşe bikim, lê belê birastî ez nizanim ew nêrîn raste an na.

Gulan: Muzîk û stran aliyekî dinin, gelo cenabê Serok hez ji kijan muzikî dike û zêdetir gûh dide dengê kijan stranbêjî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê ez gelek hez ji muzîk û stranan dikim, her ji berê de hez dikim, her dema ku min karibe min gelek rêza wan hunermendan girtiye, lê belê birastî ez zêdetir hez ji stranên klasîk dikim, ez gelek hez ji stranên Kurdî dikim bi taybetî jî ji dengê hunermendên Mihemed Arif Cizrawî, Tahîr Tewfîq, Tehsîn Teha, Hesen Zîrek) wekî sirûdên niştimanî jî Fuad Ehmed û Şivan Perwer niha jî hunermendên jêhatî û dengxweş hene li ser asta hunera muzîk û stranên rojhilatî jî hez ji stranên klasîkiyên Erebî, Farisî û Tirkî jî dikim.

Gulan: Her wiha me bihîstiye ku cenabê we gelek helbestên Melayê Cizîrî ji ber dizane, gelo ji bilî helbestên Melayê Cizîrî, helbestên kijan şa’îrên dinên Kurdistanê dixwînîn?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez gelek hez ji helbestan dikim, raste zêdetirê wan na, lê belê hinek ji helbestên Melayê Cizîrî ji ber dizanim, piştî wê yekê ku gelek jê hez dikim Wefayî Mehabadiye, her wiha hez ji helbestên Ehmedê Xanî û dîwana helbestên gelek şa’îrên din jî min dîtiye, lê belê bi wan her sêyan gelek hez dikim.

 

Back to top button