Polîtîk

Pisporên olî pirsa kurd gengeşe dikin

Li Diyarbekirê kesayetên olî wê pirsa kurd gengeşe bikin. Ozgur-Der, li Diyarbekirê civînekî amade dike û dê di vê civînê de wê pirsa kurd û çareseriyê wê bête minaqeşekirin. Civîn di bin nave “ Ji bo pirsa kurd çareseriya îslamî “ de çêdibe.

Dê hinek kesayetên pisporên olî ji welatên din wek Iraqê, Suri û Îranê jî wê di civînê de amade bibin. Civîn bi çelakiya Ozgur-Der ya şaxê Diyarbekir tê amade kirin. Kesayetên wek, Ersin Sönmezler, Altan Tan, Ali Bapir, Mehmet Pamak, Nesip Yıldırım, Şeyhmus Ülek, M. Selahaddin Bahauddin, Abdulhakim Beyazyüz, Ahmet Yıldız, Serdar Bülent Yılmaz,  Abdusselam Navxwoş, Fırat Toprak, Ahmet Örs, Seyyid Ali H. Müezzini, Hamza Türkmen, Necat Özdemir, Fuad Değer, Süleyman Kurşun, Ramazan Kayan, Kadri Yıldırım, Rıdvan Kaya, Abdurrahim Orhan,  Abdulillah Fırat, Sabiha Ünlü, Yakup Aslan, Sıdkı Zilan, Yıldız Ramazanoğlu û Mehmet  şan di civînê de amade dibin.

Li gora nûçeya habertarafê de hatî weşandin dê civîn 24.25-ê Temuzê li hola çandî ya Cegexwîn bête darxistin.

Back to top button