Polîtîk

Serok Barzanî li gel Sedir û Elawî pêkanîna hikûmeta nû guftugo kir

Îro 21.07.2010 li du pêwendiyeke telefoniya cûda de, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel her du birêz Semahetî Muqteda Sedir Serokê Rewta Sedir û Dr. Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye qeyrana niha ya siyasiya Iraq û pêkanîna Hikûmeta nû guftugo kir.

Semahetî Muqteda Sedir û Dr. Eyad Elawî encama guftugo û hevdîtinên xwe ji Serok Barzanî ronahî kirin û nêrînên xwe jî li ser hewlên pêwist bi berfirehkirina hevdîtinên di navbera kutle û aliyê siyasiyan û danîna cihên pêwîst ji bo lezkirina li pêkanîna hikûmeta hevbeşa nîştimanî ku hemûyan bi xwe ve bigrê, bêyî ku tu pêkhat û aliyekî siyasî neyête îhmal kirin.

Her wiha li vê du pêwendiyê da cext li ser wê yekê hatiye kirin ku divê hewl bidin ji bo rakirina astengên li ber proseya siyasî û derxistina wê qeyrana niha ya ku Iraq têda.

Back to top button