Civak
100 bingehên leşkerî yên Amerîka li Iraqê dimînin
Li gora nûçeya PNA, di vê derbarê de cihgirê fermandarê hêzên Amerîka yên li Iraqê general Kîns Hanzîker ragihand, ku niha 70.000 leşkerên Amerîkayî li Iraqê hene û dê di dawîya heyva Tebaxê û destpêka heyva Rezberê de hejmara hêzên Ameîkayî yên li Iraqê ji bo 50.000 kesan bihê kêmkirin.
Ji alîyekî din ve bêjedarê hêzên Amerîka yê li Iraqê general Stîven Lanza ragihand, ku dê piştî heyva Rezber a bihê hejmara bingehên leşkerîyên Amerîka yên li Iraqê bêne kêmkirin û dê Amerîka tenê 100 bingehên xwe yên leşkerî li Iraqê bihîle.
Ev yek jî di demekê de ye, ku Amerîka niha 505 bingehên leşkerî li Iraqê heye, belê piranîya bingehên leşkerîyên Amerîka yên li Iraqê di kontrola hêzên Iraqî de ne.