Rojhilat û Rojava
Di sedsala 21. de, di her qada jiyanê de mirovahî hihîştiye qonaxeke pêhempa. Ji teknolojiyê de em bigrin, heta çapemeniyê, ji tipê bigrin heta veguhestinê, her pêşketin û derfet bidestxistin, jiyana mirovan zêdetir hêsan kiriye. Mirovahî, di rojek an sedsalekê de negihîşte vê qonaxê. Gellek berdêl dan û bi îmkanên serî pozê derziyê, her pêşketinêk bi gava piştî wê ve hate neqşandin û îro hate vê sedsala teknolojiyê.
Îro, di her qadê de, Rojava û Rojhilat ferqeke zêde dijîn. Di vê jiyandinê de helbet, a herî bandordar çand, huner, ol, siyaset û bi taybet jî têgeha gel û mirovan e. Baş tê zanîn ku, destpêka şaristaniyan li Mezra Botan derketiye. Li ser ev xaka, eşya çêkirin û ajal xwedîkirin destpê kiriye. Dîsa li ser ev xaka, çandinî û bi hev re jiyanê destpê kiriye. Lê îro çima gelê rojhilat bi hev re dijî lê lihevnekirî bihev dikeve? Rojavaya ku, di gellek sedsalan de, şerên sedsalî meşandine, di bin bandora ol de jiyane û şerî dijwartir bi hev re kirine, îro sînoran di navbera xwe de radikin lê em li ser sînoran xwe didin kuştin?
Rojava, hemû nirxên Rojhilat ji xwe re girtin. Ji piştî Ronesansê, bandora ol li ser civakê şikand, yanê hizra skolastîk kêm kir û xwe gihande qonaxa “Ronahîbûn”ê.
Bi sed salane ku, Rojava, her tim û di her qadê de Rojhilat dimête. Hemû çavkaniyên Rojhilat, yên li ser erdê û yên binaxê, ji bo berjevendiyên xwe bikartîne. Nakokiyan di navbera gelê Rojhilat de çêdike û ev gelên qedîm yên ku bi sedsala bi hezar sala bi hev re jiyane bera hev dide. Her tim armancyek e: Hîn zêde mêtandina gelan.
Îro ku Rojava dewlemend e, hinekî jî sedem ev e. Îro ku Rojava xizan e, dîsa sedem hinekî bi vê ve girêdayi ye.
Sînorên ku mêtingerên Rojava li Rojhilat kişandine, nakokiyên ku di nav gelan de derxistine, nişadî, mezhebî, olî, nezanî, tê xuya ku hîn pirr deh salan wê li Rojava şer û pevçûnan dewam kirin bide. Çimkî siyaseta Rojava, siyaseta bi sed salan e. Gelên Rojavayî, bi siyaseteke rojane dijîn. Pirraniyên wan, her yek xwe dispêre mêtingerekî, kapîtalîstekî Rojavayî û gelê xwe dipelçiqîne, xizan dihêle û bixwe wek qralan dijî. Her tim xwedan dijmin e. Her tim jê re çek lazim in. Teknolojî lazim e. Kî van tiştan difiroşe? Rojava. Bikir her tim Rojhilat e.Carna çek, carna teknolojî, carda tiştên din.
Bi vî avayî Rojava dijî, Rojhilat dimire. Dîsa, Rojhilat bi vê xwe xizan dihêle, Rojava dewlemend dike. Rojekê be jî yek nabêje, em îcar jî “demokrasî û hiquq û têgeha mafên mirovan” îxraca welatê xwe, ji bo gelê xwe bikin.