Cîhan

Nameyek ji serok Obama bo serok Barzanî

Duhî duşemiyê 09.07.2012ê li Selahedînê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwaziya Poll Setfîn konsulusê nû yê konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Poll Setfîn ji bilî xwenasandinê ku, ji bo wî şerefekî mezine li Herêma Kurdistanê weke konsulusê Amerîkayê dest bi karê xwe dike. Wî, herwesa, got ku, ew agahdarî dîroka gelê Kurdistanê ye û dizane, ji bona ku bigihîje rojeke weke îro, çend karesat bi ser gelê kurd de hatine û çend qurbanî daye.

Konsulusê nû yê Amerîkayê got ku, ew dê hewilde hebûneke ber bi çava Amerîkayê li herêma Kurdistanê hebe û ew bixwe jî, ji bona veguhastina rastiya herêma Kurdistanê bo raya giştî û fermiya Amerîkayê dê bibe kanalek.

Li dor rewşa Îraqê jî, konsulusê nû yê Amerîkayê got ku, welatê wî digel îraqeke federal û demokratîk e.

Serok Barzanî pîrozbahiyê destbikarbûna konsulusê nû yê Amerîkayê kir û ji bona serxistina karên wî û zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de, amadehiya xwe ji bo hevkarî û hemahengiya berdewam nîşanda.

Serokê Kurdistanê got ku, hebûna konsulxaneya Amerîkayê li Kurdistanê hêvî dibexşe û xelkê Kurdistanê dilniya dike.

Konsulusê nû yê Amerîkayê nameyeke serok Obama serokê Amerîkayê teslîmî serok Barzanî kir. Serok Obama di nameya xwe de gotiye ku, ew lihevdutêgihiştinên di navbera her du aliyan herdem cihê girîngîdana wî ye û pêkve jî ji bo dabînkirina paşarojeke geş ji bo hemûyan kar dikin. 

Back to top button