Polîtîk

Kofî Annan:Me bi Esad re lihevkir

Nûnerê Taybet yê Suriyê yê Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Yekitiya Ereban Kofî Annan, bi Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad re, li paytexta Suriyê li Şamê hatine ba hev. Hevdîtinê 2 seeta ajot. Kofî Annan, piştî hevdîtinê diyar kir ku, li ser, bi dawî kirina şîdeta li Suriyê, bi Esad re lihevkirine. Lê Annan, di derbarê hurgiliyên lihevhatinê de agahî nedan. 

Kofî Annan diyar kir ku, ew ê bi muxalefetê re jî li ser heman esasê rûnin. 

Mîmarê plana li Suriyê şîdet bi dawî kirinê Kofî Annan, berî demeke kin, di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku, civaka navneteweyî a ku hewl dida li Suriyê şîdetê biqedîne, serneketiye. 

Li Suriyê 16 mehên ku şîdet dewam dike. Di navbera rejîma Esad û muxalifan de, di pevçûnan de bi hezaran mirova jiyana xwe ji dest dane. Berê jî di çarçoveya “Plana Annan” de bi Esad re gellek caran hevdîtin pêk anîbûn lê  heta niha ti encam bidestnexistine. Dîsa li Suriyê her roj, pevçûn û şîdet dewam dike.    

Back to top button