Polîtîk

Serok Barzanî, meziniya xwe nîşan da

Hefta çûnê, Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî, di derbarê Kurdistana Rojava de gaveke dîrokî avêt. Barzanî, nakokî û lihevnekirina di navbera partiyên Rojava de, baş dîtiye û ji bo yekitîya wan hişyariyeke dîrokî nîşana wan daye.

Rojhilata Navîn, di pêvajoyeke hesas de derbas dibe. Nêzika 2 sale ne ku, li welatên Ereban, şoreşa ku bi “bihara Ereban” tê bilêvkirin destpê kiriye. Welatên wek Tunus, Misir û Lîbyayê, dîktatorên xwe yên bi deh salan ji text xistine xwarê. Ew bandora li pirr welatan tê hîskirin. Her çiqas bi bandora weltên Rojava ew xwepêşandanana werine kirin jî, li ber çavane ku, ji bo derbasbûna demokrasiyê gaveke girîng e.

Di vê pêvajoyê de, bê şik, welatekî ku herê zêde bandor lê bûye yek jî Suriye ye. Ew 16 meh in ku li Suriyê, di navbera rejîma Beşşar Esad û muxalifan de pevçûn çêdibin. Bi hezaran mirov, hatin kuştin û bi hezaran jî hemwelatiyên Suriyê bûne penaber. Kurd, li Suriyê hêzeke ku her alî mecbûre ku têxe nav hesabî xwe. Kengî? dema ku Kurd di nav xwe de yekitiya xwe çêbikin.

Di yekitiya Kurdên Kurdistana Rojava de, Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî, meziniya xwe nîşan da û rêberên partiyên Kurdan ên Suriyê anîne ba hev û bi wan re hevdîtin kir. Ev gaveke dîrokî bû. Hişyariya Barzanî, ji bo pêşeroja gelê Kurdên Suriyê an Kurdistana Rojava, hişyariyeke dîrokî û zêrîn bû. Çimkî, bi tecribeyan hatiye jiyandin ku, heta îtifaka Kurd xurt nebe, ne pêkan e ku ti dewlet û dezgeh, mafê Kurdan teslîm bikin.

Rewşa Suriyê a niha, ji bo Kurdan gellek derfetan derdixe pêş. Ger ev îmkanana baş neyên bikaranîn, ger parçebûna Kurdan li wira dewam bike, Kurd nikarin bigêne mafên xwe yên rewa. Hat xuya kirin ku, di civîna muxalifan de jî, Kurd wek gelekî nehatin qebûl kirin. Helwesta Kurdan a li hemberî vê durûtyê baş bû û Kurdan civîn terikandin. hat dîtin ku di civînê de, bê Kurdan ti encam nehat girtin. 

Serok Barzanî, hefta çûnê Serokê PYDê Salih Mislim Mihemed (Bavê Welat) û Serokê Azadî Mustafa Cuma vexwende Kurdistana Federe û bi wan re hevdîtin lidarxist. Xala herî girîng, yekitiya Kurdên Suriyê bû. Barzanî eşkere anî ziman ku, ger hûn yekitîya xwe, îtifaqa xwe xurt bikin, heta dawiyê ez li pişt we me. 

Baştir xuya ye ku, bê îtifakî, parçebûn, her tim Kurd bêpar hiştiye. Ji ber ku heman tişt îro li Suriyê ji bo Kurdan neqewime, yekitiya Kurdan îro ferztir e.  

 

Back to top button