Siyaseta serok Barzanî û heviya kurda
Serokê Kurdistanê ji bo yekbûna tevgera kurd li Kurdistana Rojava di nav hewldanek kî deye.Wek tê zanîn ji berî niha jî li Hewlêr di çavderiya berpirsên Dîvana serokatiyê de ENKS û PYD hatin bav hev û li hevhatin û di navxwede protokolek îmze kirin.
Lê PYD-ê li Kurdistana Rojava di derbarê ENKS de helwesta xwe serast nekir û cardin ji xebata ENKS-ê astengî dertêxistin . Li ser vê yekê Serokê Kurdistanê cardin bala wan kişand û di encama vê yekê berpirsên PYD-ê serdan Kurdistana Başûr kirin û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Serokê Kurdistanê di vê hevdîtinê de behsa pêwistiya yekitiya tevgera kurd li Suriye kir û ji bo hinek kiryarên PYD-ê bala wan kişand.
Piştî vê hevdîtinê hevdîtin di navbera ENSK û PYD-ê de destpêkirin û ihtimalek mezin dê li ser hevhatinekî rêbikevin.
Tê zanîn ku dewletên herêmê ji bo kurdên Suriye ji hev bêxin û keşeya di nav kurdan bi xwe de peyda bikin di nav hewldanan dene. Heta rejima Suriye bi xwe jî bi germî li hinek rêxistina dinêrin û dema pêwist be wan li dijê aliyên kurd bi kar tînê.
Serokê Kurdistanê ji bo destdirêjahiya dewletên herêmê di nav kurdan de kêm bike yan jî ji holê rakê di nav hewldanekî de ye. Eger hinek rêxistinên kurd ne berjewendiyên dewlet û rejimên herêmê bidin bêş, rewşa tevgera kurd bi berbi erênîyê ve tê bête guhertin.
Siyaseta serokê Kurdistanê di derbarê beşê din yê Kurdistanê de dibe piştpalek mezin ji bo kurdan. Tê zanîn ku berê, dema kurdên beşek yên Kurdistanê ji bo destkeftina mafên xwe şer dikiran mecbur dibûn bi awayekî pişta xwe bidin dewletek ya herêmê. Yanî bi awayek din dema mirov dijê li dijmnekî de di nav çelakiyê de bûya mecbûr dima ku pişta xwe bide dijminek din.
Lê îro di rojame de hebûna Kurdistana Başûr ev mecbûriyet ji holê rakiriye. Ji ber ku di pratîkê de jî ispatbûye ku hêdî cihêk ku bê minetî kurd pişta xwe bidinê heye. Herweha siyaseta serokê Kurdistanê bi hemî awayî li gora mercên siyasî pişgiriya tevgerên kurd li beşên din dike.
Siyaseta serokê Kurdistanê dihêlê ku kurdên Rojava jî xwe bi xwedî bibînin û li gora wê jî kar û xebata xwe dikin. Îro ENSK wek dengê kurdên Rojava di qada navnetewî de tê qebûl kirin û pêwendiyên navdewletî jî wan bi hêztir dike.
Herweha cardin bi hewldana serokatiya Kurdistanê karek tê kirin ku kurd di daxwaziyên xwe yên mişterek de havkariyekî bikin. Dê ev yek helwesta kurda li himber opozisyona Suriye bi xwe jî xort bike.
Siyaset û hewldanên serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di qada navnetewî de jî îtibarek ya Tevgera kurd li Suriye peyda kiriye û daxwaziyên kurdên Suriye û pişgiriya xwe li Qesra spî jî aniyê ziman.
Di vê prosesa îro de kurdên Rojava li derdora siyaseta serokê Kurdistanê yekitiya xwe pêkbînin dê ji aliyekî daxwaziyên xwe yên netewî wê bidin qebûl kirin ji aliyek din dê destên xirab di nav tevgera kurd de kêm bikin.
Eger hinek bi hêza xwe ya çekdarî li dijê kurda kar bînin û bixwazin bandora xwe li ser kurdên Rojava pêkbînên, dê siyaseta serokê Kurdistanê rê nedê vê yekê û nahêle tu caran berjewendiyên hinek alî yan jî welatan rê li berjewendî û destkevtiyên kurdan yên netewî bigre.
10.07.2012
Dara Bilek