Polîtîk

Biryarên civîna hukumeta Kurdistanê

Biryarên civîna civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê (10.07.2012):

Îro êvarê roja sêşemiyê (10.07.2012) li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Îmad Ehemd cîgirê serokê hikûmetê, civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistan de civîna xwe ya normal a jimare 10 saz kir.

Di civîna îro a civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê de çend biryarîn girig hatin dan:

1- Damezrandina fermangeha koordînatror û şopandina karûbarên hikûmetê. Ev femangehe dê yek ji pêkahetên serokatiya hikûmeta Kurdistanê be û dîrekt girêdayî serokê hikûmetê be. Vê fermangehê dê berpeisek bi meqamê wezîrê digel cîgirek û çend karmendan hebe. Karê wê jî dê şopandina cîbicîkirina siyaset, biryar û tewsîyeyên hikûmetê bike daku, bi awayekî baş û di dema xwe de bên cîbicîkirin.

2- Saet 8ê sipêdê heta 8ê êvarê çênabe kamiyon, loriyên barhilgir û tanker yên ku alavên cuda û berhemên neftê û sotemiyê veduguhêzin, rê û cadeyên sereke û cadeyên nav bajaran bikarbînin. Ev jî ji bona selametiya tirafîkê ye.

3- Damezrandina saziya firokexaneyên medenî li herêma Kurdistanê. Ev saziye dê ser bi wezareta guhastinê be û dê karûbar û çalakiyên firokexaneyan organîze bike.

4- Civata wezîran biryar da ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya wezareta guhastin û gehandinê pirojeya avakirina rêya hesinî a trênê li Kurdistanê û girêdana Kurdistanê bi Îraq û bi cîhanê ve, amade bike.

5- Rêz li hunermend, rewşenbîr û werzişvanên dêrîn bê girtin û ji bona vê yekê jî biryara danana sîstemeke baş bo rêzgirtin û dabeşkirina alîkariyan bi ser wan aliyan de hat dan.

6- Pirojeya hevkarî û piştgiriya sînemaya kurdî û sînemakarên kurd li Kurdistanê û derveyî welêt bê amade kirin. Û di vî warîde serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ”Divê pirojeyek ji bona hevkarî û piştevaniya sînema û sînemakarên kurd li herêma Kurdistanê û derve hebe.” wezareta rewşenbîrî û gênca ji bo amadekirina vê pirojeyê hat erikdar kirin.

7- Komîteyek ji bona verastkirina qanûna sermayerazandinê a herêma Kurdistanê bê pêkanîn û ew qanûn bi awayekî bî verastkirin ku, derfetên hilbirînê li Kurdistanê baştir û zêdetir bike

Back to top button