Kurdî caîz e an ferz e?
Ziman, di navbera însanan de navgîna ragihandin a herî girîng e. Ger ziman tunebûya wê maneya hebûna însan jî tunebûya. Ji xwe dema Xwedayê Alemê, bavê Adem afirand, ferîşteyan mezintiya wî qebûl nekirin.
Wê demê Xweda dibêje: “We elleme Ademe’l esma e kulleha (û me temamên navan bi Adem da fêr kirin… Beqere 31) Xweda di ayeta 33 yemîn de jî “…felemma embeehum bî esmaîhîm…” (…dema ku Adem, melyaket, bi eşya û tevî navên eşyayan, agahdar kir … Beqere 33)
Di dawiyê de, melaîke, mezinantiya însan qebûl dike û ji Adem re diçin secdeyê. Nexwe, kanî û afirînêr û murebbiyê ziman, Xweda bi xwe ye. Mezintî û cûdayetiya Adem, ji melyaketan ew e ku navên temamên eşya û maneyan wan bi her zimanî zanebûye. Di vir de, Xweda behsa tu zimanî nake, ev ziman yan zimanê îlahî bûye yan jî şîfreya temamên zimanan di zimanên Adem de veşartî bûye.Em vegerin ser mijara xwe. Nexwe hat fêmkirin koka zimên ji Xweda tê. Ji ber vî qasî pîroz e. Xweda di ayetek din de dibêje: “Afirandina erd û asûmanan û cûdayetiya reng û zimanan, ji ayetên Xweda ne. Bêguman di viya de ji bo zaneyan îbret hene.(Rûm 22)
Ango cûr be cûrbûna zimanan, ne pirsgirêk e. Nîşana nasîn û hebûna Xweda ye. Di ayetek din de jî:
“Ey gelî însanan! Me hûn, ji mêr û jinekê afirand. Ji bo ku hûn hevûdu “binasin” me hûn gerandin ji qebîle û şu’beyan…(Hucûrat 13)”
Di vir de jî dîsa mane û muhîmtiya ziman tê fêmkirin. Çimkî, nasandin dîsa bi wesîleya ziman e. Heke ziman nebe tu kes û millet û dewlet wê nikaribin peywendiyan bi hevûdu re daynîn.
Belê, ziman her çiqas me got pîroz be jî dîsa wek candaran, bi taybet wek mirovan “diwelide, mezin dibe, pêş dikeve, bi hêz dibe, pîr dibe û dimire.” Li gorî malperan “ethnologûe” ev tabloyan jêrîn di derheqê zimanan de hinek agahiyan dide me.
Herêm | Zimanên dijîn | Jimara axaftvanan | ||||
| Jimarî | Ji sedî | Jimarî | Ji sedî |
|
|
Efrîqa | 2,110 | 30.5 | 726,453,403 | 12.2 |
|
|
Emerîka | 993 | 14.4 | 50,496,321 | 0.8 |
|
|
Asya | 2,322 | 33.6 | 3,622,771,264 | 60.8 |
|
|
Ewropa | 234 | 3.4 | 1,553,360,941 | 26.1 |
|
|
Pasîfîk | 1,250 | 18.1 | 6,429,788 | 0.1 |
|
|
| 6,909 | 100.0 | 5,959,511,717 | 100.0 |
|
|
Tê fêmkirin ku 6909 ziman di dunyayê de tên xeberdan. Li gorî hinek çavkaniyên zanistî, dunya, bi giranî bi 320 zimanî diaxive. Ji 7000 zimanan, nêzî 2500 ziman hebûna wan di talûkê de ne. Ango, li ber wendabûnê ne. Di van 60-70 salên dawî de, 220 ziman di tarîbûna dîrokê de wenda bûne yanê mirin e.
Gelo, ziman çima dimirin?
Ziman, pirr caran ji bêxwedîtiyê, yan jî axaftvanên wî hindik be, di nav pirraniyê de bi demê re wenda dibe. Lêbelê, zimanên wek Kurdî, bi mîlyonan (nêzî 40-50 mîlyon) endam û axiftvanên wî hebe, ew çewa wenda dibe û dimire? Ew jî encax bi polîtîkayên hêzên emperyalîst û faşîst, zimanên wek Kurdî tên qedandin. Hêzên nîjadperest, bi saya erkên dewletên xwe, derziya asîmîlasyonê, -ku ji jehra marê kor xerabtir e- li van zimanan dixin. Û ew ziman bi taya jehra asîmîlasyonê dikeve nava ciyan. Nexweşiya bişaftinê (asîmîlasyonê), wek vîrûsê ye û nexweşiyek perok (têger) e.
Ev vîrûsa bişavtinê, wisa bandordar e li ser ziman. Xelasiyên ziman ji vê nexweşiye ji sedî 20 ya jî 30 ye. Ger dermanekî zaf tune be xelasiya wî zîmanî ê tune be.
Elametên vê nexweşiyê; kompleksî, xweînkarî, jibîrkirina çand û zimanên xwe, evîna zimanên hembere xwe, teqlîda asîmîleker ê xwe, nivîs û xwendina bi zimanê yê li dijîxwe û hwd.
Dermanê vê nexweşiyê; biratî, yekîtî, zanetî, medenîtî, jixwe bawerî, dijî nîjadperestî, antîemperyalîstî, hişmendiya netewî û hwd.
Belê, wekî ku min li jor got zimanê Kurdî îroj nexweş e û lêye ku tekeve ber destan. Heke ku îroj Kurd “ne li zimanê dayîkê”, li zimanê xwe xwedî dernekeve, wê zimanê wî –Xweda mihafeze– dê ber bi mirinê ve biçe.
Çima ne zimanê dayîkê? Çimkî, dayîka zimanê Kurdî, nîne. Ger dayîk hebûya, ya jî dayîk; dayîk bûya, wê îroj wiha nebûya. Kurd, pêwîst e tev “dêtî” ji Kurdî re bikin. Tev bi hev re seferberiyê îlan bikin. Ji bo xelasiya zimanên xwe, bixebitin. Xelasiya ziman, tenê bi miletê nabe, bi taybetî destgiriya dewletê jî şert e. Kurd lazim e dersa bijarte ne, perwerdehiya bi zimanê Kurdî, bi dewletê bide qebûlkirin.
Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û jiyanê. Her çiqas, Ustad Seîdê Norsî di sala 1907’an de ji padîşahê Osmani zanîngehek bi navê Medreseya Zehrayê dixwaze û bi kurtasî dibêje em ê di vê medreseyê de “zimanê Erebî wacib, Kurdî caîz û Tirkî lazim” bikin.(Funûn-û cedideyi, ulûmî medarîs ile mezc ve derc; ve lisân-i Arabî vâcip, Kürdi caiz, Türkî lâzım kılmak- Munazarat)
Li gorî min, îroj Kurdî ji “caîz”tiye derketiye, bûye ferz. Hem jî ferz’ul eyn. Çimkî, dema ku ustad ev daxwaz dikir, Kurdan ji sedî 100 Kurdî zanibûn. Û ji sedî 90-95, ji xêrî Kurdî tu ziman jî nizanibûn. Dibe ku “caîz”bûna ustad, di maneya ferzê de be. Çimkî, wê demê ji ber ku Kurdî wek Erebî û Tirkî, ne di rewacê de bû.Ustad mealen dibêje, em Kurdî di warê perwerdehiyê de wek Erebî û Tirkî meşrû (caîz) bikin. (Caiz kılmak) yanê wek hev bikin.
Lê bele, her çiqas di wê demê de Tirkî, ji Kurdan re “lazim” bû jî, îroj ji lazimtiyê derketiye. Çimkî, Tirkî ketiye pêşiya zimanê Kurdî, dibe sedema jibîrkirina zimanê Kurdî. Ev gotina min, nayê wateya ku em dev ji Tirkî berdin. Ez dibêjim, me got em Tirkî fêr bibin, mebesta me fêrbûna Tirkî bû; lê em tenê Tirkî fêr nebûn, di heman deman de em bûn Tirk, ya jî dibin Tirk.. Ev xeter e.
İroj Kurdî bûye:
Wek wî mirovê ku têkeve behrê û avjeniyê nizanebe û ji bo xelasiye hewar dike, ya jî;
Wek wî zarokê ku di çarşiyê de wenda bibe û bi qîrîn û girîn li dê û bavê xwe digere, ber bi rêyek nexêrê ve diçe, ya jî;
Wek wî kesê ku qezaya trefîkê kiribe û birîndarê giran be û hewar dike ji bo rakirina nexweşxaneyê ambûlansê dixwaze.
Di dawî yê de ez dibêjim û dipirsim. Gelo arîkariya van kesan caîz e an ferz e?
El cewab: Hem caîz e, hem jî ferz e. (XULASEYÊ KELAM, WESSELAM!)
10/07/2012
Ziyaeddîn EMBARÎ