Kultur

Şûnewarên Kurdistanê li ser pereyê Îraqê

Rêvebirya şûnewarên Kurdistanê, daxwazê ji hikûmeta Bexdayê dike ku, di dema çapkirina pereyê nû yê Îraqê de, wêneyên çend şûnewarên Kurdistanê jî li ser pereyê nû ku, biryare di van nêzîkan de bi her du zimanên kurdî û erebî bê çap kirin,  çap bikin.

Heyder Hisên berprisê şûnewarên wîlayeta Hewlêrê di daxuyaniyekê de got:

Me,  roja 28.06.2012ê,  bi nameyeke fermî  daxwaz ji hikûmeta Bexdayê û aliyên peywendîdar kiriye ku wêneyên çend şûnewarên herêma Kurdistanê jî li ser rûyê pereyê nû yê Îraqê çap bikin.

Hisên got ku wan di nameya xwe de bo hikûmeta Îraqê pêşniyara 10 şûnewarên dîrokiyên herêma Kurdistanê kiriye; Şokefta Şaneder, kelha Hewlêrê, minareya Muzefirye û kelha Banman li wîlayeta Hewlêrê, şikefta Hizar Mêr û nexşeyê Qizqapan li wîlayeta Silêmnaiyê, şikefta Çarstûn û pira Delal li wîlaeya Duhokê, kelha Şêrwane li Kelar û pira Elwen li Xaneqînê hatine pêşniyar kirin.

Back to top button