Rojeva me

               

Divê di serî de her Kurdek ji xwe bipirse gelo ez çi duxwazim?

Gelo şerê ku tê kirin Kurdistanekê dê bi xwere bîne an ne? Pêşî di fikr û ramanên xwede ezmûnêkî veke, gelo demoqratik ozeriklik ango xweseriya demoqratîk têt çi wetayê, gelo armanc û dawxaza gelê Kurd xwesriya demoqratike?

Lewra 60 mîlyon Kurd û welatê wî Kurdistan di nav çar dewletên dagiker de têt mijandin. daxwaza xwesriya demoqratik dê li Bakûr bixê 5-6 parçeyi din û wê entegreyî sîstemê bibin. Gelo sibe, dû sibe meriv tê bikaribê wan cîhe xweser, ji hevûdû cûda buyîn bixe yekgirtî ?

Divê siyaseta meriv rasyonel be,ji bo Kurda doza serekî; weke her miletekî mafê wî a dewletbuyîna serbixwe heye lê nuha rewş  derfetê nadê ji bo serxwebunê. Ji ber vê jî divê kurd federasyoneke  erdnîgarî (coxrafîk) daxwaz bike ku hemû dezgehên dewletê bête ava kirin.

Ez  rojeva rojane a  greva birçî bunê hinek  şîrove bikim.

Xwe birçî hiştin ne çalakiyeke ku mirov ser bikevî, bi taybetî jî di welatên bin dest de. Ji ber ku serdest tim dixwaze ku bindest ne sax bin,devlet ne bav û ne jî dayka me ye ku em xwe dispêrine wî û em bi mirina xwe wî tehdît dikin.

Eger Kurd di xema devleta metinger de bûya wê ne hişta ku tû kes bêt kuştin. Tiştê herî balkeş jî eve; yên ku piştgiriya grêwa birçîbunê dikin û wana teşwîkî mirinê dikin ew kesên bi dengê gelê Kurd bune palement an jî şaredar bo çî ew nakevine greva birçî bûnê.
                                                      
Qardox Torî

Nerîna min :