Cîhan

Li Guatemala gorra Maya a herî kevn hate kişfkirin

 

Li Başûrê Guatemala, li eyaleta Retalhulea, li herêma Tak’alik Ab’aj, di encama lêkolînên arkeolojîk de gorreke aîda şaristaniya Maya hate kişfkirin. Gorr, aîda rêvebirekî Maya ye û têde gellek jî mucewherat derketine. 

Arkeolog Miguel Orrego, diyar dike ku, ew gorra ku hatiye kişfkirin, aîda salên berî zayînê yên navbera 700 û 400 î de hatiye avakirin. Li herêma Tak’alik Ab’aj ew gorra ku hatiye dîtin a 2 hezar û 200 salî, heta niha gorra herî kevn a aîda Maya ku hatiye kişfkirin e. Di gorrê de gerdanekî ku ku li ser remza mirov a ku wek serê sîsark e derketiye û tê nîşandan ku ev jî nîşan dide ku ev gorra rêvebirekî Maya ye. 

Orrega  diyar dike ku, navê xwediyê wê gorrê, ku bi zimanê Maya tê wateya “Bav Sîsark” navê “K’utz Chman” lê kirine. Tê hêvîkirin ku ev gorra, di derbarê destpêka avabûna şaristaniya Maya de agahiyan bide. 

Şaristaniya Maya, di salên berî zayînê yên 400 î de destpê dike û pêşve diçe. Serdestiya herêmên wek ji başûrê Meksîka destpêdike, heta Honduras, El Salvador û Guatemala  wê herêmê dixîne bin serdestiya xwe. Di salên piştî zayînê yên 600 î de heyama xwe a zêrîn dijî. Maya, bi dagirkerriya Spanya bi dawî dibe. 

Li bajarên Maya lêkolînên ku hatine kirin, derxistiye holê ku Maya, di astronomî, matematîk, mîmarî û hunerê û hîn gellek qadên din de xwe gihandiye qonaxeke herî pêşketî.

Neviyên Maya hîn jî li Guatemala wek civakekê dijîn.    

Di van rojan de mijara sereke a ku li cîhanê tê niqaşkirin yek jî, kehneta di derbarê roja qiyametê a şaristaniya Maya ye. Li gorî salnameya Maya, 21ê Kanuna 2012 an de wê dawî li cîhanê were û ew roj roja qiyametê tê payîn.  

 

Back to top button