Nivîsar

Rojev serxwebûna Kurdistanê ye

Sabahattin Korkmaz

Berê, dinya ji aliyê çend dewletên (împaratoriyên) kolonyalist ve û bi zorê dihate “îdere” kirin. Piştî şerê cîhanê yê parvekirina yekemîn, bi navê “prensîbên Wîlson“ prosesa mafê çarenûsî û ji bo her miletî/neteweyî dewletek netewî, hate pejirandin. Piştî hîngê bi sedan dewletên neteweyî ava bûn.

Mixabin di heman demê de Kurdistan ji nûve hate perçe kirin. Miletê Kurd piştî vê encamê di tevahiya sedsala borî de rojeke xweş nedî, bedêleke giran da. Belê xebat û daxawaza azadiya neteweyî jî, bênavbir domiya.

Îro ji her wextê zêdetir çareserkirina pirsa Kurd-Kurdistan hetiye ser masê. Zû ya dereng wê pirsa Kurdistan hel bibe. Ev pêvajo hinek jî, bi basîreta siyaseta Kurda û helwesta yekîtiya neteweyî ve grêdahi ye.

Piştî şerê Iraqê (2003) Başûrê Kurdistanê gihişte statuya federalî. Her çiqas hukumeta merkezî ya Iraqê proplemên xwe hebûn jî, federaliyê îmkanên mezin da destê kurda. Kurda hem rûmeta azadî û serxwebûnê dîtin, hem jî rola xwe ya xwe bi xwe îdare kirinê baş hanîn cih.

Îro dinya alem dibîne û qebûl dike ku Kurd, ji dewletên statiko parêz baştir dikarin xwe îdare bikin û layiqî dewletbûnê ne. 

Her weha Dewleta Kurdistan ji bo aşîtî û aramiya herêmê jî, dikare bibe sîgorta. Lewra Kurd miletekî medenî, sekuler û demokrasî xwaz in. Du xerabî di Kurdan de tunin; yek jê Kurd ne nijadperest in, a duduya, misilmanin lê fûndamantalîst nîn in. Ev yek bi Kurdistana Federal re hate test kirin. Her weha rewşa Rojavayê Kurdistanê jî di van pîvanan de pozîtîf e. Ker, kor herkes vêya dibîne û gelekê wan qebûl jî dikin.

Îro firsendeke tarîxî li ber deriyê Kurda-Kurdistanê ye. Hemî derfetên îlankirina serxwebûnê yên madî û manewî hene û wacib bûye ku Kurd dewleta xwe îlan bikin. 

Sibê wê çi bibe, mirov ji nuha de pê nizan e. Dibe ku baş jî bibe, xerab jî. Belê basîreta siyasî rîsk hildanê dixwaze. 

Helbet wê gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê biryara xwe bide. Ew çi biryarê bidin/bigrin em ê jê re îhtiramê nîşan bidin. Lê, weke ferdekî Kurd heqê herkesî, ku di vê derheqê de fikir û raya xwe bêje heye. Ji xwe divê pêvajoya referandûmê bi vê firealîzmê were dewlemend kirin.

Wexta ku ez dibêjim îro ew roje, nayê wê manê ku ewê sibê serxwebûn were îlan kirin. Naxêr, ji îlana serxwebûnê re jî, pêvajoyek lazim e. Ew pêvajo; yekiîtiya xwirt ya îrada siyasî, bi riya referandûmê desteka bilind ya xelkê Kurdistan, dîplomasiya navdewlet û miletan, li gel rêkxirawên medenî û siyasî pêwendî danîn e. Ew jî mirov ji kuderê de lê binihêr e, xebata nîv saleki ye. 

Balam, berya her tiştî îrada biryardar ya siyasî û yekgirtî esas e. Ya ku ez dibînim, ev îrade bi tevayî xwirt nîn e. Belê rast e, bahsa serxwebûnê tê kirin, lê tişta ku a nuha di serê siyaseta Başûr de ye, ne serxwebûn e, konfederalîzm e.

Konfederalîzm helbette geveke grîng e, lê tirs ewe ku wek mesela referandûma Kerkûkê eV pêvajo jî, di eleyha serxwebûnê de were bikaranîn û doza serxwebûnê bimîne bihareke din.

 

https://www.facebook.com/sabahattin.korkmaz.12?hc_location=timeline

Back to top button