Civak
Serok Barzanî çû eniya şer li Xaneqînê
Bi armanca ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa pêşmerge li eniya şer, berî bîstekê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel şandeyekê ji berpirsên wezareta pêşmerge û asayîşê bi serdanekê gihişte Xaneqînê û serdana çeperên pêşmergeyê Kurdistanê yên li wê deverê kir.
Ev serdana serokê Kurdistanê bo eniya şer di çarçoveya zinçîreke serdanan de tê ku, rojeya yekem a cejinê serok Barzanî serdana eniya şer li Kerkûkê, roje duyem a cejinê serdana Musilê, roja sêyeê a cejinê serdana Rebîye û şingalê û îro jî serdana xenaqînê kir.
Ev serdanên serokê Kurdistanê bo çeperên pêşmergeyê Kurdistanê li eniya şer hêzeke mezina amanewî dide pêşmergeyî.