YPG bajarê Heseke girt yan wergirt
Ev du roje di timama mediya kurdî de behsa wê yekê tê kirin ku, piştî şerên dijwar û giran şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) basikê çekdariyê Partiya Yekêtiya Demokart (PYD) bajarê Heseke xiste jêr kontirola xwe û karî dest bi ser baregayê hêza 121 ya arteşa Suriyeyê de bigire.
Mediya li ser vê nûçeyê bi ser du bereyan de hatiye dabeşkirin; Hin kanalên mediyayê, li go çavknaiyên xwe, dibêjin ku, şervanên YPG bi şer û bi qweta xwe karîn bajarê Heseke bigirin û ji destê DAÎŞ û leşkerê rijêma Suriyeyê paqij bikin.
Lê hin kanalên din didin xuyakirin ku, şervanên YPG digel hêzên rijêma Esed li ve kiriye û arteşa Esed baregayê hêza 121 bi hemû çek û cebilxane ve teslîmî YPGê kiriye û weke lihevhatinekê hêzên rijêma surî ji bajêr derketine û şervanên YPGê cîyê wan giritiye. Li gor hin agdariyan hêşat hindek ofîs û baregayên fermiyên hikûmeta surî û baregayê îstîxbarata surî li nawenda bejêr mane û YPG wan diparêz e. Hin çavkanî jî didin xuyakirin ku, şervanên YPGê û leşkerên Esed bi hevre xalên kontirolê li ser rêyan danîne.
Niha pirs li vir eve: Gelo ew taxên ereb nişîn dê hukimê kurdan qebûl kin yan dê li jî wan rabin? Gelo eger hêzên Esed alîkariya YPGê nekin dê ew bikarin xwe li ber êrîşên DAÎŞê bigirin? Gelo armanca YPG ji girtina bajarê Hesekê çiye? Ma gelo pêwîst bû YPG êrîş bike Hseke û xwe têkelî wî şerî bike û çebheyek nû veke?
Bila bersiva van pirsên li jor ji bo xwendevanan bimîne.
amadekirin: NH