Nivîsar

Bijî Kurdistana tê

   

“Hezar-hezar sed sal herin,

Merd u nemerd ser bigerin,

Te bernadin em ji destan

Welatê me, xwş  Kurdistan.“

 Rizaliyê Reşîd

 

Bi ruxandina Seddam va belgeyeke nu di dîroka Iraqiyan da vebu. Lê texmîn tunebu, ku  ev guhartinên mezin wê bi çi rengî bimeşin û çi di sêrî da gerek bê kirin?

Gava Yekîtiya Sovêtê hilweşiya, du karmendên Kirêmlê ala kevin anîn xwarê û dewsê ala nû bilind kirin. Gava bê(ba) li alê xist u ew xulxulî, hinge gişta dît wekî al berovajî hetiye dardakirin. Dema ev bûyer kete guhê sekrêterê giştî,yê partiya komunîsta G. Zyuganov, wî xemgîniya xwe nîşan da û got- Wê usa jî here.

Hatina Malikî çiqas jî ne bi dilê gelekan bu, lê piranya millet, bi teybetî kurd, zor kêfxweş bun, ku ji dîktatoriya Seddam rizgar bune. 

Bi gotinekê-‘’Sîr hildan, Pîvaz danîn dewsê’’.

Gelek bo dêmokratiyê hate gotin, lê mana wê çiye, nizanin. Demokratî, berî her tiştî, hunera xwesînorkirinêye, sînorkirina zemanê desthilatdariyê û civandina hikum nava destê şexsekî da. Li Iraqê Melîkî postên sereke bi temamî girtiya destên xwe u yên din xwera wek noker dibîne û bîr dike, wekî rastî  girîngtirîn tişte bo mirovan û bo pêşketina welêt.

Welatekî demokrat da hukumet û millet organîznekin(wek Avropa). Iraqê da u li gelek welatên wek Iraq da hukumet bi xweraye, milet jî bi xweraye, ew tu car rastî hev nayên. Malikî tim xwe dur digire ji hevdîtinên bi miletra, ber ku xêncî sozên derew, tu tişt tune ku bêje. Retînga wî ketiye û tu bawarî pê nemaye.

Yêltsîn sala 1991-an bi navekî baş het ser hukum û fikira wî ra jî derbas nedibu, wekî îdî sala 1996-an rêtînga wî wê bikeve hetanî 6%. Wekî bikaribe dewreke din  jî ser hukum bimîne, wî peyman ne ku milet ra, lê belê, alîgarxava(dewlemenda va) danî. Malîkî haqa ser xwera avît, wekî xwe danî dewsa kurê Qurqur begê, çep lêxist û rast lêxist û xwe kir klounê sîyasî. 

Vira pirsek pêşda tê- eger hişiyariyên prezîdentê Emrîka neyên hilna ser hesab û wê bê encam bimînin, eger gotinên wî nekevin jîyanê , wê çaxê  tu  giraniya beyannameya Emrîka namîne. Eva usa jî dibe mînak bo melayên Iranê. Wêca merî dikare bawariya xwe bi gotinên Obama bîne?.

Naha em her tiştî daynin alîkî û bên ser mesela kurdan. Kurd dixwazin di welatekî yasayî da bijîn. Li Iraqê da tenê xwîn, kuştin, talan û anarşî hukum dike. Kurd mecbur man bi hukumetekê va kar bikin, kîjan bênavber derewan dike û didize.

Pekva jîyan tu car nebuye û qet nabe, lê dîsa jî hewil didin kurdan, bi darê zorê, ereban va bizeliqînin.

Nabe, bavo, nabe! Kurd bi her aliya va miletekî codaye. Eger goştê  tirkan, ereban û kurdan bi hevra bihêrî, dîsa jî xwîna her yekî,  ji hev veqetiyayî, wê alîkîva here’’.

Dîrok bo wê yekêye, wekî car-caran, para binehêrî û carek din guh bidi û bixwînî gotinên mezinên miletê kurd, bawariyê  bi xwe bînin, ber ku ne tenê bi xwandina kitêbên pîroz va merî divin bawermend. Bawariya pêşeroja miletê me  tucar me terk nekiriye,  tim bi mera biye. Gelek tufan serê mera derbas bune, gelek „ dostan“ xiyanet li me kirine, lê, nenihêrî van yekan, miletê me ser piya maye û serê xwe netewandiye ber dijminan. 

Lenet ne tenê dagirkeran be, lê usa jî wan be, kê himber bindestiyê û  koletiyê  bi sebir û bê dengin. 

Em ne ew miletin, ku teamola nîrê serdestan bikin. Em zarokên çiya ne û em azadiyê û serfiraziyê hiz dikin. Miletên bê welat wek darên bê bingehin, kîjan zû , yan dereng, hişk dibin û dikevin. Loma jî gerekê em nehêlin heta kêr bigihîje hestu, yan jî hîviya “ rehma” dijminan bimînin, lê belê, ser heqê xwe tekoşînê bidin, bilezînin, belê, bilezînin,  neçin kompromîsa û Kurdistanê vegerînin kurdan.

Naha dema serxwebuna Kurdistanê hatiye. Miletê kurd bo vê deme bi qurna ber xwe daye, şerê man û nemanê kirye û ev jî tê wê wetayê, ku em Kurdistana xwe, ya ber dilê meda gelek şîrîn û hizkirî, tu car dijminên xweva bernadin. Gerek bizanibin, wekî riya vegerê tuneye.

Sancuyên zarokê, ya jina hemile îdî pê girtiye û kes nikare rica û hîvîke, ku ew newelide.

Ez serbilindim, ku nava wê kompaniya  welatparêzan da me, ku bi kuraya dil piştgiriyê dide serxwebuna Kurdistanê, girupa  xwîna me yeke.  Dîyare di tamarên Adil Murad da xunek diherike, kîjan bi xwîna kurdan va eleqedar nabe…

 Bijî, bijî, nemir bijî Kurdistana tê, Kurdistana bi rêda, Kurdistana serbıxwe. Amîn!

 

Aslîka Qadir/ rojhilatzan, hunermend

E-mail  [email protected]

 

 

Back to top button