Cîhan
Li Heseke fermandarê çekdarên DAÎŞ kurd e
Li gor hin agahiyan ku, di mediya başûrê Kurdistanê de hatine weşandin tê gotin ku, fermandarê çekdarên DAÎŞ li wîlayeta Heseke ku, şerê kurdan dike kesekê kurd e û xelkê bajarê Helebce ye .
Li gor wan agahiyan, ew kesê xelkê Helbece di nav çekdarên DAÎŞ de bi navê Xetab Kurdî tê nas kirin û ji Helebceya başûrê Kurdistanê çûye Siuriyê û peywendî bi DAÎŞ kiriye.
Weke tê zanîn ew çend roj bûn di navbera çekdarên DAÎŞ ji aliyekî û hêzên rijêmê digel YPG şerên dijwar hebûn û piştî wan şeran leşkerê rijêma Esed ji bajêr derketin û ew teslîmî hêzên YPGê kir.