Barzanî mizgîniya kirîna çekê giran da pêşmergeyî
Fermandarekê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê eşkere dike ku, dema serokê Kurdistanê serdana wan li eniya şer kirî ji wan re gotiye ku, divan nêzîkan de dê çekê giran û pêşketî ji hêzên pêşmerge dabîn bikin.
Fermandarê hêza 8 a pêşmergeyê Kurdistanê, Haşim Sîteyî, di daxuyaniyekê de ji malpera kdp.info re got: Armanc ji serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çeperên hêzên pêşmerge ku, ji nêzîk haydarî rewşa eniya şer be û cejinê li pêşmergeyan pîroz bike bû. Barzanî di axaftina xwe de tekîd kir ku, pêşmergayetî karekî pîroz e û pêşmerge bi bîr û baweriyeke timam, nej i bo pere, wezîfeya xwe bi cî dike.
Sîteyî got ku, Barzanî daxwaz ji wan kiriye bergiriyê ji xelkê rojavayê Kurdistanê bikin, hevkariyê bikin û her pêdawîstiyeke hebe bo wan cîbicî bikin.
Fermandarê hêza 8 a pêşmergeyên Kurdistanê got ku, serokê Kurdistanê di serdana xwe de mizgînî da pêşmergeyan ku, ji bo pêşmergeyê Kurdistanê, ji bo bergirîkirin ji xaka herêma Kurdistanê, di demek nêzîk de dê çekê giran bên dabîn kirin.
Weke tê zanîn îro roja sêyem a cejina Remezanê serok Barzanî sedana çeperên pêşmerge li eniya şer li devera Mûsilê kir.