Rojavayî herdem Barzanî bi serokê xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê dizanin
Rastiyek li Rojavayê Kurdistanê heye û bi tu awayek nayê înkar kirin, ew jî eweye ku zêdetirê Kurdên wê beşa Kurdistanê hevrê û hevbîrê rêbaza pîroza Barzaniyê Nemirin.
Eger vegerîn ser dîroka kevin ya her çar perçeyê Kurdistanê, dibînîn hevbîrên rêbaza Barzanî roj bi roj zêdetir dibin û eve jî ji bo pakî û rastiya peyrewên vê rêbazê ve vedigerê ku herdem pêşrew bûye ji bo bi destanîna tevahiya mafên gelê Kurd ne ku bi tenê ji bo Başûr, belku ji bo beşên dinê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê jî bi sedema zulm û zordariya rejîmên Sûriye û bi taybetî rejîma Esed li kêmtirîn û sadetirîn mafan bêbeşin û heta niha jî li gel da bê bi sedan hezar kes ji mafê hemwelatîbûnê hatine bêbeş kirin û li vir da û ji bo wê yekê ku hişyariya siyasî û civakî li wê beşa Kurdistanê de bête holê Barzaniyê Nemir li şoreşa yek li dawiya yek û bi taybetî şoreşa eylûl û paşê jî Gulanê de, girîngiyeke zêde li Rojavayê Kurdistanê daye û ji bo wê yekê li dîrokê de dibînîn xelkekî zêdeyê her çar perçeyê Kurdistanê bi taybetî Rojava li gel şoreşên Başûr têkilhev bûn û ji hemû waran de rola xwe hebûye û kariye bibin cihê bawerî û girîngiya serkirdayetiya Kurd û li pêşiya wan jî Barzanî.
Piştî van jî girîngiyeke wan ya berdewamî hebû û li beranber de cemawerê Rojavayê Kurdistanê zêdetir baweriyê bi rêbaza Barzanî peyda kir û heta wiha lêhatibû ku dikarim bibêjim hê jî Kurdistaniyên Rojava tevlî hizir û kultûr û dab û nêrîta Barzanî bûn. Eve jî bi lez pêknehatiye, eger lêkolînekî zanistî li ser vê pirsê bikîn, dibînîn xalên bi hêz ewe ji bo me diyar dikin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê berî hemû xelkên din bi dil û can ve hêviya rêbazek bûne ku pêşreyiya xebata gelê Kurdistanê li hemû beşan kiriye.
Eger li dîroka nêzîk jî temaşe bikin li salên sedsala bîstem de wê demê Serok Mesûd Barzanî serdana bajarê Qamişloya Rojavaya Kurdistanê kir û bi pîr û genc û jin û zarokan ve li pêşwazîkirinê de amadebûn û ev serdan jî heta niha jî bandora xwe maye. Ji bilî wan jî Kurdistaniyên Rojava ji hemû demekî dîrokê de Barzanî bi merce’ê serekiyê xwe dizanin û eve jî ji bo wê baweriyê ve vedigerê ku rola Barzanî li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd digerê. Bi wateyekî din ewê girînge ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewamin li ser wê rêbaza xwe ku ji bab û bapîrên wan ve ji bo wan bi cîh maye ew jî rêrewgirtina heman rêbaze ku niha ji bo Kurd hatiye diyarkirin ku rêbaza Barzaniyê Nemir, rêbazekî rast û dirustê Kurdayetiyê ye.
Yunis Hemed – Oslo