Nivîsar

Kabîna 8 kabîneya berjewendiyên gel e

Piştî bi dawî hatina pêvajoya hilbijartina Parlemena Kurdistanê li meha îlona bihurî, eve demeke tevgerên mezin li qada siyasî da ji bo pêkanîna kabîna Hikumeta Herêma Kurdistanê hene, ew kabîneya ku bikare himbêza hemû xwest û pêdiviyên xelkê Kurdistanê bike û bibe kabîna berjewendiyên gel. Helbet ji bo vê meremê lîjna danustankar ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi serpereştiya rêzdar Nêçîrvan Barzanî wekû serketiyê ye yekê di hilbijartinan da bi awayekê berdewam proseya danustandinê di gel hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê destpêkiriye û gihane gelek bîr û rayên guncaw di gel bernamên her aliyekî siyasî ji bo vê yekê jî bi sîngekê fireh û xemxwarane Partiya Demokrata Kurdistanê selmandiye ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê û pêkanîna Hikumeteka berfireh li ser bingehên rastiyên demokrasiyetê gavên mezin û dûr ji bo berjewendiyên hizbî avêtî ne ji bo ku takê Kurdistanê û Kurdistan gavên mezintir bavêje. Li salên pêş de kabîna heştê da lewma bi hema tên li gorî vê pêdiviyê hemû aliyên siyasî jî vê yekê berçav werbigrin û dûr bikevin j i kevlujankên kesekî û hizbî û berjewendiyên gel li pêş xwe da bibînîn. Ji ber ku Kurdistan û takê Kurdistanî li van barudoxên siyasî û herêmî û navdewletî de ji bo berhengarbuna her gef û metirsiyekê pêdivî bi yekrêzî û yek gotariya siyasî ya Kurdî heye.  

Li ser Kurdistanê û dîsa li ser hemûyan jî li gor kabîna heştê ye kû bi çi awayî kar û bernameyên xwe darêje û bikarê vê pêşveçuna li Kurdistanê heye lê ji bo bi cîhanîna hezên takên Kurdistanî û ji bo bi hêziya vê kabînê li hember hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ve ji bo aramî û parastina berjewendiyên netewa xwe li benda kabîneyeka bingeha wê berfireh bîn.

Rêber Îsmaîl

 

Back to top button