Li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe a îro de, hijmareke reşnivîsên qanûnan gotûbêj kirin û çend qanûnên kevinî serest kirin.
Beşdaeên civînê bi taybetî minaqeşeya qanûna wezareta kar û karûbarên civakî, reşnivîsa qanûna zîndîkirina yada karesata 24 nisanî li Qeladizê û reşnivîsê pirogramê malên salmezinan yên ser bi wezareta kar û karûbarên civakî kir.
Piştî gotûbêjkirina reşnivîsa qanûna saxkirina yada karesata 24 nîsanê li Qeladizê, biryar hate dan ku, 24 nîsanê bibe roja şehêdên zanîngehê û her sal di wê rojê de yada şehîdên zanîngeha Silêmaniyê ku, disala 1974ê de li Qeladizê kete ber êrîşên firokeyên şerî yên hikûmeta wê demê a Îraqê. Li hemû zanîngehên Kurdistanê bê saxkirin.
Li ser pêşniyara wezareta bazirganî û pîşesazî a hikûmeta herêma Kurdistanê, biryar hate dan ku, herêma Kurdistanê li gor qanûna bacê a hukûmeta feral a Îraqê bacê werbigire