Li Başûr kurdên Libnanê daxwaza mafên xwe kir
Heyeteke Komeleya Kurdên Libnanê serdana bajarê Silêmaniyê kir û ji bal waliyê Silêmaniyê Behroz Hemesalih ve hat pêşwazî kirin û di civîneke dostane de behsa rewşa kurdên li Libanên hat kirin.
Şandeya komeleya kurdên Libnanê di civînê de daxwaz ji waliyê Silêmaniyê kir ku:
– Hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê hevkarî û alîkariya kurdên Libnanê bikin. Alîkariya komeleya kurdên Libnanê di warê vekirina xwendingehên bi kurdî û senterên rewşenbîrî bo kurdên libnanê bikin. Hikûmeta Kurdistanê digel hikûmeta Libnanê baxive daku îtîrafê bi nasnameya kurdên Lubnanê bike û weke mînorîteyek netewî li Libnanê qebûl bike.
Walihê Silêmaniyê di bersiva şandeya Komeleya Kurdên Kubananê de got ku, ew dê digel aliyên peywendîdar baxive û daxwazên wan, li gor îmkanan, cîbicî bike:
– Me hemûyan yeke armanca netewî heye, em dixwaz in di nav kurdên Libnanê de hesta netewî û kurdatiyê bilind û bihêz bikeve, kultur û zimanê kurdî zîndî bibe. Silêmanî bajarê hemû kurdan e û di xizmeta her çar parçên Kurdistanê de ye û ji bona xizmetkirin û alîkarîkirina kurdan destên wê vekirîne.
Komeleya Kurdên Libnanê komeleyeke serbixwe ye û ji bona ku, kurdên Libnanê kultur û zimanê xwe winda nekin û hikûmeta Libnanê kurdan weke mînorîteyeke netewî qebûl bike dixebite.
Li gor wê komeleyê 70 hezar kurd li Libnanê hene, ji bilî wan kurdên rojavayê kurdistanê ku vê dawiyê çûne wê derê, kurdên Libnanê tu mafên siyasî nînin.