Kultur

Arnavudê kiloxê serî ji Tirkiye xwest

 
Serokwezîrê Ernawidê hevdîtina ku bi Tirkiyê re kiriye, daxwazeke pir balkêş pêşkêş kiriye.

Wezîrê Bergîrî yê Tirkiyê Ismet Yilmaz digel parlemanê AK Partiyê yê bajarê Îzmîrê Rifet Seid digel êk çûne gerguzariya Balkan û Ernawidê. Dema ku hevdîtineke fermî bi serokwezîrê Ernawidê Sali Berîşa re kirine, pêrgî daxwazeke balkêş bûne ku ji aliyê serokwezîrê Ernawidî ve hatiye kirin:

“Sal 1822, di dema Osmaniyan de ku li welatê me gava Tepedelî Elî Paşa ji aliyê Mûradê Duyemîn ve hatiye xeniqandin, serê wî jê kirine û danîne ser tebsiyeke zêr birine Stenbolê, gewdê wî jî li virê di gorê de ye. Ew serî di mêjû de weke “kiloxê Jêkirî” hatiye binavkirin. Daxwaza ma ev e ku hûn wî kiloxî bi şûnde bidin me.”

Ew daxwaza serokwezîrê Ernawidê, wek nivîseke fermî jî ji bo Tirkiyê hatiye hinartin.
Eger Tirkiye wî xiloxî bi şûnde bide Ernawidê û bi skeletê xwe ve têkeve gorê, tê wateya ku 191 sal piştre skeletê Elî Paşa bi kiloxê xwe re dibe yek.

 

Tepedelenli Ali paşa

 

Tiştê ji vê balkêştir jî ev e ku Rifet Seîd serokê komeleya dostaniya Tirkiye û Ernawidê ye jî, ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku gora Şemsedîn Samî yê ku wek bavê ferhenga Tirkî tê nasîn jî, ji Tirkiyê bînin Ernawidê. Herweha daxwaza gora Samî Feraşeriyê ku bavê Elî Samiyê avakiroxê Kulûba Sporê ya Galayasarayê bû jî bînin Ernawidê.

Bêguman ev daxwaza Ernawidan, tiştekî pir balkêş e û wê rê li daxwazên wisa yên din jî veke.


Rojeva Kurd/Stenbol

Back to top button