Polîtîk

PKK çekên xwe teslîmê Barzanî dike

Rojnama Ingilîzî Guardian sernivîsek ya xwe de behsa pêvajoya hevdîtinên li gel Ocan kir û di vê derbarê de nirxandinek berfirek kir.

Guardian bir kurtahî di nirxadina xwe de van babetan destnîşan dike:

“ Li Çiyayên Qandîlê nêzikî 6-7 hezar çekdarên PKKê hene. Ev hatine pêvajoyekî ku dest ji çekên xwe berdin. Lê di vê rêyê de gelek astengên girîng hene.“

“ Lê mirov dibîne ku vê carê daxwaziyên Erdogan û hêviyên siyasiyên kurd dikin bi awayek gelemperî bi hevre digunce“

“ Eger ev li hevhatin çêbibe, dê PKK çekên xwe teslîmê hêzên Mesud Barzanî beke. Ji ber ku derdora çiyayê Qendilê li ser Kurdistanêye û di bin bandora Barzani de ye“

“ Ji berî niha jî ev gavên bi vî awayî hetinê avêtin lê serneketine. Vê carê Erdoga vekirî behsa hevdîtinên li gel Ocalan dike û lê xwedî derdikeve.“

“ Dixweye dê zehmet be lê hevdîtin û axavtin dikare bihêle ev pêvajo serbikeve .Ev şerê ku bûyî sedema kuştina 40 hezar insan dawî tê û ji vê wêdetir jî ji bo Kurdan li hevhatin dibe sedemê pêkanina destûrekî nû, herweha qanûnên dijê terorê ji holê radibin.“

“Ji bo Erdogan ji despîkeke nû çêdibe, dê bi arîkariya BDPê yasayên nû ji parlementoyê derbas bike.“

Back to top button