Civak

Roja parastina şûnewarên Kurdistanê

Bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê merasima parastina şikefta Şaneder li devera Barzanê li jêr navê (roja parastina şûnewarên Kurdistanê) ji aliyê  komeleya dostaniya Kurdistan-Beîtaniya ve hat saz kirin.

Di maeasimê de ku, Mesrûr Barzanî serokê konseya ewlekariya netewî, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, konsulus û diplomatkarên biyanî yên li herêma Kurdistanê û pisporên warê şûnewaran amade bûn, peyva komeleya dostaniya Kurdistan-Brîtaniya û peyva waliyê Hewlêrê hatin pêşkeşê kirin ku, tê de behsa girigniya sikefta dîrokî a Şaneder kir û tekîd li ser parastina şûnewarên Kurdistanê kir.

Di merasimê de, Ebdulrehman Bêlaf Berzincî endamê komeleya dostaniya Kurdistan-Brîtaniya xelatek ku, wêneyekê dîrokiyê şikefta Şaneder bû, pêşkeşî serokê Kurdistanê kir.

Di dawiya merasimê de,  serok Barzanî şikeftina Şaneder bi rûyê tûrîst û pisporên xweyî û biyanê vekir û geriyanek di nav şikefa Şaneder de kir.

Balkêş e ?
Close
Back to top button