Cîhan

Îsrail êrîşê Suriye kir

Rejima Suriye çekên giran  dide Hizbullaha Libnanî.Tê îdiakirin ku rejima Suriye çekên kîmyawî jî dide Hizbullahê. Wek tê zanîn Hizbullah li tenişta hêzên Esat şerê  gelê Suriye dike.

Îsraîl erîşê nawendek ya leşkerî li nêzikî Şamê kir. Televizyona rejima Suriye da xuyakirin ku Îsrail êrîşê nawendek lêkolinê ya leşkerî kiriye û ev cih Cemraye.
Hukumeta Suriye di daxuyaniya xwe de vê êrîşê wek girêdanek di navbera Îsraîl û opozisyona Suriye de dide nîşandan.

Di derbarê kuştî û birîndaran de agahdarî tuneye. Kesayetek bilind li ser navê Îsraîlê da xuyankirin ku, wan êrîşê Suriye kiriye lê wek din tu agahdarî nedan.

Back to top button