Amerîka piştgiriyê lihevhatina Bexda û Hewlêrê dike

 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Robert Bekroft  sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê re civiya.
Di civînê de, rewş û pêşhatên emnî û siyasiyên Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin û  serdana Nêçîrvan Barzanî a heftiya çûyî bo Bexdayê û civînên digel serokwezîr, serokê parlamentoyê û aliyên din yên Îraqê û encamên wan civînan nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî ji sefîrê Amerîkayê re behsa serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got ku, kurdan û aliyên din yê îraqî bi hev re îraqa nû avakiriye û herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re ye ku, hemû pirsgirêk û arîşeyên anvbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û aşitî bên çareser kirin û her li ser vî esasî jî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê, heftiya çûyî, çû Bexdayê.

Serokwezîrê Kurdistanê got:

– Hemû pirsên Îraqê bi serdanekê û bi çend dîdar û civînan çareser nabin, lê ya giring eve ku deriyek ji bo danûstandinan û civîna  hat vekirin û em tu  derfetên bo diyalog red nakin.

Ji aliyê xwe ve, sefîrê Amerîkayê yê  Îraqê piştgirtiya xwe bo serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û vegeriyana wezîrên kurd bo Bexdayê bi gaveke erênî wesif kir.

Rewşa deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê, rûbirûbûna hêzên pêşmerge û arteşa Îraqê û çewaniya aramkirina wê aloziyê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê yê Îraqê bû.

 

Nerîna min :