Cîhan

Hêzên rejimê 150 gundî tevlî zarokan kuştin

Hêzên taybet yên girêdayî Bişar Esed li gundek yê suniyan komkujî kirin.

Li gora medya cîhanî radigihîne hêzên çekdar yê bi navê Şebiha têne naskirin li devra ku piranî Nusayrî li dijîn li gundekî suniyan kirin armanca xwe. Bi çek û kêran 150 insan kuştin û yên mayin jî li gel xwe birin.

Dezgeha Mafê Mirovan li Suriye ragihand ku, li devera bajara Tartusê girêdayê bajarokê Banyasê li gunde El Beyda şebîha komkujî kirin. Herweha dibêjin ku tevlî zarokan 50 kes hatin kuştin.

Lê ji aliyê din berdevkê hêzên opozisyona Suriye dibêje hêjmara kuştiyan 150 kesin.Bi dehan kes jî li gel xwe birine. Termên kesên hatin kuştin li kolanê mane û zarok di nav wan de hene.

Back to top button