Polîtîk

Roja înîyê ecamên dawiyê tên îlan kirin

Di preskonferensekê de li Bexdayê Ferec Heyderî serokê komisyona bala a serbixwe a hilbijartinên Îraqê got ku dê roja îniyê encamên dengdana heftê adarê ji aliyê komisyna serbixwe ve bên îlan kirin.

Heyderî got: ” Ew encamên heta nuha di mediyayê de hatine weşandin, hemû encamên texmînî ne, ne fermî ne û komisyon jê ne berpirsiyar e. Roja îniyê, saet heftê êvarê, komisyna bala  a serbixwe a hilbjartinan li îraqê dê encamên dawiyê îlan bike.”

Herwesa serokê komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li dor arîşeyên di dema dengdanê de li Kerkûk û Mûsilê çûbûne de got ku du komîta ji aliyê Komisyonê ve hatine pêkanîn, yek komîte li Mûsilê û ya din jî li Kekrûkê lêkolînê dike û karê wan ber dawiyê diçe û het rojê înî ew arîşe dê çareser bibin.

Weke tê zanîn li deverên erebnişînên Kerkûkê di dema dengdanê gelek sextekarî hatine kirin, bi taynetî li devera Hewêce, komisyona bala a serbixwe lêkolînê li ser wan sindoqên dangdanê diek.

Back to top button