Kultur

Hillary Clinton newroz pîroz kir

Bi navê gelê Amerîka,

Ez hêvîya xweşîyek mezin ji hemû wan gelan re dixwazim, ewên ku li cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin.
Ji bo Îranîyan, Afganistanîyan, Kurdan, Azerîyan û xelkên Rojhilata Navîn, Newroz destpêka saleka nû ya tejî hêvî ye. Xêzan û heval li hev kom dibin û pêwendîyên xwe nû, û zindî dikin.

Li Amerîka jî bi sedhezaran Amerîkayî, kelepûr û dîroka xwe diparêzin. Naverasta biharê dema rengvedanê û nûbûnê ye û di nava welatê wan de, nîşana ji dayikbûneka nû û tendûristîyeka geş e.

Ev derfetek e, da ku bihê bîra me ka çend tiştên me yên hevpişk hene. Em hemû beşdarbûnê di ayindeyekî aram û geş de dikin û ji bo pêkanîna mafên mirov û azadîyên bingehîn xebatê dikin.

Weke çewe helbestvana-ê Îranî Sîmîn Behbehanî dibêje: Em hemû beşên heman laşî ne. Di vê Newrozê de em wan pêwendîyan diparêzin.
Em çaverêyî sala nû ne û bila em pîkolên xwe xurt bikin, da ku em têgihînê û rêzgirtinê li pêş bixin. Ew jî ku em bi hev re kar bikin û em dikarin bi hev re, di rûyê giriftan de birawestin.

Bila em derfetên vê sala nû û vê sedsala nû jî bi kar bihînin û cejna we pîroz be.

Back to top button