Polîtîk

Daxûyaniyek ji serokatita Kurdistanê

Ev jî teksta ewê bêjedanê ye:

Ew helwestên ku hinek lîstên beşdarbûyên hilbijartinan radigihînin, nîşana dîyarkirina nerazîbûnê ye û ev nerazîbûna han jî, di bareya rêvebirina prosesa vavartin û hejmatina denagan de ye.

Hinek alîyên din jî hene, bi wan weha ye, ku ev prosesa han bi awayekî çaverkirî bi rê ve çûye û ji bo nehiştina ti tarîtîyê li ser evê prosesê em weha dibînin, ku kêmanî bihên dîyarkirin û belge (dokument) li ser her saxtekarîyekê, pêşkêşî komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan bibin.

Hîngê jî pêdivê ye, ku komisiyon li angora qanûna hilbijartinan û destûra Iraqê, dan û standinê bi ewan gilînameyan re bike, ewên ku bi belge hatine pêşkêşkirin, da ku rastî derbikeve û prosesa hilbijartinê dûrî gomanbarîyê bikeve û da ku ziyan jî, negihêje hilbijartinê û pêvajoya demokratîka welat.

Back to top button