Kerkûkî: Hebûna Goran di berjewendiya prosesa demokrasiyê de ye
Hewlêr – Serokê Parlamenê Kurdistanê ragehand ku ji bo Serokayetiya Komara Iraqê tenê Celal Talabanî berbijarê wan e û Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) jî bi rêkeftinnameya stratejîk a ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve girêdayî ye û got: ”Hebûna Gruba Goran û opozîsyonê di nav parlamen de di berjewendiya proseya demokrasiyê de ye.”
Kemal Kerkûkî da zanîn ku berbijarkirina Talabanî ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistan û PDKê ve vedigere dîroka kûr û tekoşîna Talabanî bo Iraq û gelê wî û domand: ”Ligel wêya di dema borî de Talabanî wek serokê hemû Iraqê tevgeriyaye di heman demê de qet alîgiriyeke wî ya taybetî jî nebûye tenê bo Kurdistanê jî.”
Di daxwiyaniyekê de bo Rojnameya Şerq El-Ewsed, Kerkûkî dûpat kir ku PDK bi rêkeftinnameya stratejîk a ligel YNKê ve girêdayî ye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ”Hêla karkirina PDKê ew e ku hemû aliyên siyasî yên herêmê ligel opozîsyonê jî di gotûbêjan de beşdar bin û bi yekrêzî hewl bidin bo hemû xalên Destûra Iraqê bên cîbicîkirin.”
Derbarê hebûna Gruba Goran di nav Parlamenê Kurdistanê de jî Kerkûkî wiha axifî: ”Em rêz li opozîsyonê digrin, bi baweriya me hemûna wan di berjewendiya poseya demokrasiyê de ye. Ez jî wek serokê parlamen bi awayekî yeksan ligel parlamenteran tevdigerim.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Kemal Kerkûkî da zanîn ku mafê parlamenteran e butçeya giştî bizanin û wiha pêde çû: ”Ev erkê me yê serekî ye. Herwiha divê em agahdar bin ku butce di berjewendiya herêm û gelê wê de be.”
Serokê Parlamenê Kurdistanê Kemal Kerkûkî ew yek jî red kir ku butceya herêmê bi ser dû hizbên serekî de hatibe dabeşkirin û axaftina xwe wiha qedand: ”Ev nerîna han neheqiyeke beramber herdû hizib, parlamen û hikûmetê. Beşekî diyarkirî ji butçeyê taybet e bo hizban û rêxirawan.”
(Rudaw)