Rewşenbîr pişgirya guhertinan dikin
Piştî ku Ak-Partiyê naveroka guhertinên ku di destûrê de dixwaze bike kifş kir, li Tirkiye gelek aliyan li ser vê yekê dîtinên xwe eşkere kirin. Partiyên muxalefetê CHP û MHP dijê guhertinane û CHP ev yek wek destura AK-Partiyê nav kir û deriyê pêwendiyan li Ak-Partiyê girt. Herweha MHP-ê jî bersivek zelal neda û di helwesta wan de kifş bû ku pişgiriya van guhertinên destûrî nakin. Heta niha helwesta BDP-ê ne gelek zelale.
Dezgehên bilind yên Dadweriyê, van guhertina wek têbirina dadweriyê dinirxînin. Herweha dixweyê dê ev destûr bi tenê dengên Ak-Partiyê ji parlementoyê derbas bibe,lê BDP dikare pişgiriyê bide. Ev yek jî tê wê mane ku dê piştî biryara parlementoyê û erêkirina serokkomar dê here referandumê.
Doh hinek rewşenbîr û akademisyen di derbarê guhertinan de beyanek belav kirin û hinek pêşniyarên xwe ji raya giştî re ragihandin. Ev rewşenbîr dixwazin di van derbaran de jî guhertin di vê pakêtê de cih bigre. “ Bila baraja hilbijartina bê rakirin yan jî kêm kirin“ Divê qanûna ehlaqê siyasî bite derketin û mafê jinan de hêj erênîtir qanûn bê guhertin.
Hinek rewşenbîrên ku daxuyanî îmze kirîn evin:
Prof. Dr. Tahsin Yeşildere, Prof. Ali Nesin, Prof. Ayşe Mumcu, Prof. Baskın Oran, Prof. Burhan Şenatalar, Celalettin Can, Deniz Türkali, Ece Temelkuran, Fethiye Çetin, Prof. Halil Berktay, Genç, Prof. Mete Tunçay, Orhan Miroğlu, Sami Evren, Süleyman Çelebi, Tarık Ziya Ekinci, Prof. Tosun Terzioğlu.