Polîtîk

Naveroka guhertinên destûrî eşkere bû



Guhertinên di destûrê de bêne kirin bi kurtahî bi vî awayê li jêre:

MADDE 1-  Li ser tedbîrên ku ji bo parastina mafên zarokan, pîran û seqetane.  Xala 10-ê ya destûrê tê guhertin.
MADDE 2- Guhertina xala 20-ê  tê çêkirin. Mafê her kesekî heye ku bikaribe agahdariyê di derbarê xwe de bizanibe. Maf heye ku ew kes bikaribe daxwaziya  ku ew agahdarî bine guhertin û sedema wan agahdariyan bizanibe.
MADDE 3- Xala destûrê ya 23-ê beşek tê guhertin.
 Derketina hevwelatiyan ya derveyê welat tenê bi biyara dadgehê dikare bête qedexe kirin.
MADDE 4- Xala destûrê ya 41-ê  hinek tê guhertin. Li ser parstina mafê zarokan e.  Tê gotink u, mafê zarokan heye ku li himber îstismarkirinê bêne parastin.
MADDE 5-Xala destûrê ya 53-ê guhertinek çêdibe. Mafên kesên ku weke memûr kar dikin têxe di bin temînatê de û ji bo bikaribin doza mafên xwe bikin hinek îmkanên berfireh tên nîşandan.
MADDE 6- Guhertina di hinek xalên 69-ê yê destûrê de têne kirin. Li gora vê jî: Divê di pirsên malî de hatin û mesrefên partiyan li gora qanûnê bin û ji teref Dadgeha (Sayiştay) bêne kontrol kirin.
 Girtina partiyên siyasê li ser daxwaziya serdozerê cumhuriyetê û bi biryara komisyonek ku ji endamên parlementerên partiyên di parlementoyê de bête avakirin tê standin. Ev komisyona ku ji partiyên cuda pêk tê dikare biryar bide ku doz ji bo girtina partiyekî bite vekirin yan na. Doz bête vekirin Dadgeha Destûrî biryarê dide. Tu dadgeh nikare biryara komisyona parlementoyê kontrol bike û îtirazê lê bike. Ev komisyon biryarê xwe ji 3/2 piraniya dengan digire.
MADDE 7- Xala 74-ê ya desturê hinek tê guhertin. Di derbarê ku herkesek dikarê di derbarê  bûyeran de aghadariyê bizanibe û giliya tişte kî bike. Ji bo vê jî muracatê serokatiya parlementoyê tê kirin. Hemî giliyên bêne kirin diçin berdestê komiteyek taybet.
MADDE 8 – Di destûrê de beşek ji xalla 84-ê tê rakirin
MADDE 9- Xalek ji mada 94-ê tê guhertin.
MADDE 10-  Xale 125-ê tê guhertin û rêya îtiraz kirina dadgehî li biryarên Şûraya Leşkeriya Bilind hate vekirin.
MADDE 11- li ser berfireh kirina beşek ji mafên karkerane.
MADDE 12- Xala 129-ê, tu biryar çinabê ku ne di kontrola dadweriyê de be.
MADDE 13- Hemû xizmetên di derbarê Edalatê de jî dikarê di bin çavderiyî de be.
MADDE 14. Mifetişên wezareta Edalete dikarin kontrola bikin.
MADDE 15- xala 146-ê bi vî awayî hatiye guhertin.
“MADDE 146. – Rewşa Dadgeha Bilin Ya Destûrî tê guhertin. Indamên Dadgeha Destûrî ji 11 kesan dibin 19 kes.
Du endam ji teref Sayistayê (dadgehek bilind) ve têne tesbîtkirin. Endamek ji teref Baroyê (sendika parêzera) ve ji nav parêzeran tê tesbît kirin. Ev kesên bêne tesbît kirin dibin berendamên Dadgeha Bilind û ev kesîn bêne tesbît kirin ji teref parlementyê ve tên hilbijartin.
Dadgeha bilind ya Temîzê 3 endama, Danistay 2 endaman û dadgeha bilin ya Leşkerî jî yek endamekî tesbît dikin. Serokkomar di nav van kesan de 3 endaman hildibijêre.Wek din endamên din ji teref Komiteya bilin ya zaningehan ve, ji teref kongreya dadgehan ya bilin ve,du endam jî ji nav gel de yên xwedina bilind kirin tê hilbijartin. Ev endam hemî ji teref van dezgehan ve tên tesbît kirin û serokkomar wan hildibijêre.
Bi vî awayî Dadgeha destûrî digehe rewşek demokratik.
MADDE 16 – Endamên Dadgeha Destûrê ji bo 12 salan tên hilbijartin.
MADDE 17- Xala 148-ê hinek tê guhertin û herkes dikarê ji bo mafên xwe yên kesayetî serdana Dadgeha Destûrî bike. Ev di çerçova mafê mirovan ya Yekiya ewropa hatiye serastkirin.
MADDE 18- Xala 149-ê bi vî awayî tê guhertin: Ev xal li ser şeklê kar kirin û biryardana Dadgeha Destûriye.
MADDE 19- Di vê xalê de li ser biryarên dadgehên Leşkeriye û biryarên wan jî di bin temînata destûrî de ye û rêya îtirazkirina wan heye.
MADDE 20- Xala destûrê ya 159-ê tê guhertin. Rewşa Konseya bilind ya Dadwer û dozeran bi temamî tê guhertin û bi awayek demokratîktir dê ev konsey pêkwerê û biryara bistîne
MADDE 21 – Xala destûrê ya 15-ê ji holê hatiye rakirin. Ev xal gerek giring e, ev rê li dadgehkirina û hesap pirsînê li generalên  12-ê Îlonê vedike. Genaralan bi vê maddê xwe kirbûn di bin demanê de.
MADDE 22-  Herweha 3 madeyên demî(miweqet) jî kirina di nav vê paketa guhertinê de.

Rojeva Kurd

Back to top button