Polîtîk

Ji bo guhertina destûrê gav hate avêtin

Enqere – Îro hukumetê bi awayek fermî ji bo guhertina beşek ji destûra bingehîn dest çelakiyên xwe kir. Cigirê serokwezir Cemil Çîçek li gel hinek berpirsên hukumetê û Ak-Partiyê civînek rojnemevanî li parlementoyê kir û di derbarê guhertinan de hinek agahdarî dan.

Li gora daxûyaniya Çîçek,  heta niha di destûrê de gelek tişt gav bi gav hatine guhertin. Lê nekarîne ku destûrek bingehîn û sivîl çêbikin.

 

Guhertinên niha têne kirin 23 xalin ne û 3 xalên awarte jî hene. Îro hukumet van pêşniyaran dibe partiyên din yên muxalefetê û dixwazin dîtina wan bizanibin û pişgiriya partiyên muxalefetê jî bigrin.

 

Dê seetên pêşîya me de naveroka 23 xalan bête belav kirin. Lê gora agahdariyan piranî guhertin li ser reforma dadwerîyê li Tirkiye ye. Raste rast di derbarê pirsa kurd de tiştek tuneye. Lê bê goman guhertinên çêbibin dê gavek pêş be ji bo demokratize kirina Tirkiye.

 

Back to top button