Têbiniyek li ser pîrozbahiyên Newrozê
Newroz cejna neteweyî li seranserê Kurdistanê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li her beşek yê Kurdistanê li gora mercên xwe yên taybet newroz, ji teref xelkên Kurdistanê ve hate pîrozirin. Bi vê minasebetê çelakiyên cûr bi cûr hatin darxistin.
Li Başûr, şêva 20-ê adarê li Kelha Hewlêr, bi rewresmekî hukumî û gelêrî agirê newrozê hate pêxistin, Dukok, Silêmanî û bajarên din yên Kurdistana azad êvara newrozê çiya û bajar bi agirê newrozê hate xemilandin. Roja newrozê bi milyonan insan bajar vale kirin derketin geş û seyranê. Li devera Hewlêr serokê herêma Kurdistanê di hinek cihên ku newroz dihata pîroz kirin kete nav milet û newroza wan pîroz kir.
Li Bakur newroz coşek mezin û girsehî hate pîroz kirin. Çavê herkesekî li newroza Diyarbekir bû. Newroza Diyarbekirê ji teref BDP-ê ve hatibû organize kirin. Miletê kurd ji hemi derên Kurdistanê û gelek ji welatên din jî berê xwe dan Diyarbekir da ku tevlî pîrozbahiya newrozê bibin. Mirov dikare bije kurd herikîn meydana newrozê li Diyarbekir. Li newroza Diyarbekir çend tîbinî hene ku dive em wek kurd berê xwe bidinê. Gelek reng li meydana newrozê hebûn lê mixabin çikas mirov berê xwe dida meydana newrozê ala Kurdistanê nedihata dîtin. Tenê li cihekî alayek ya Kurdistanê hate dîtin. Ji ber ku yek al bû gelek bala mirov dikişand. Piştî pîrozbahiya newrozê dawî hat daxuyaniyek hate belav kirin ku, gurubekî ala Kurdistanê rakirine ,lê mixabin midaxele hatiye kirin ji bo ew al jî newê rakirin. Herkesek li gora xwe xwedî serokîye, xwedî sembolekiye, lê ala Kurdistanê sembola herî bi nirx, herî bilin û herî mezin ya kurd û Kurdistanê ye. Sembola netewê Kurd e.
Di newrozê de tenê berpirsên BDP-ê axaftin kirin. Lê mirov dixwest ku berpirsên hinek dezgehên sivîl yên Kurdistanê, heta berpirsên hinek rêxistinên ji derê BDP-ê jî bikaribin bi sembolîk ba jî peyamekî bidin raya giştî.
Piraniya berpirs û endamên BDP-ê cil û bergên Kurdî li xwe kirîbûn. Rewşek taybetî û taze dide naveroka newrozê ,lê mixabin beşek ji wan di nav cil û bergên Kurdî de axaftina xwe beşek yan jî temamî bi zamanê tirkî kirin. Dil dixwest ku axaftinên newrozê tevahî bi kurdî bûya û li gora naweroka cejna neteweyî bûya.
Li rojhilat, desthilatdariyê Îranê li Kurdistanê pîrozbahiyên girsehî qedexe kirin. Lê cardin li hemi deverên Kurdistanê newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin. Li gund û bajarokên nezîkî tixûbên Kurdistana başûr xelkê berê xwe dan Başûr û bi girsehî ji bo pîrozkirina newrozê çûn Başûrê Kurdistanê. Li gora agahdariyan 160 gundên Kurdistana Rojhilat berê xwe dan Başûr û newroz di xakê Kurdistana azad de pîroz kirin.
Li Rojava cardin asteng hebûn. Mixabin cardin hêzên ewlehiya Surî astengên mezin ji bo pîroz bahiyên newrozê çêkirin û li bajarê Reqayê di encama êrîşên hêzên ewlehiya Surî 3 kurd hatin şehîd kirin û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn. Newrozek din jî kurdên Rojava şehîd dan..
22.03.2010
Dara Bilek
Xeber/Analîz