Polîtîk

Daxûyaniyek:Amed û Newroz

Amed û Newroz

Cejna Newrozê, bi tevayî, cejna hemî Gelê Arî ye, bi taybetî,  di nav Gelê Arî de, ji bo kurdan naverokeke sîyasî wergirtiye û bûye roja Neteweyî ya Gelê Kurd. Li her aliyê Kurdistanê bûye roja derbirrîna hestên neteweyî û hilgirtin û bilindkirina Alaya Kurdistanê ku yek Ala bi tenê ye ew ji Kesk û sor sipî, di nav sipî de roja zer ku tîrêjên xwe dide her aliyê Kurdistanê ye.

Îro di ahenga pîrozkirina Cejna Newrozê ya Li Amedê de jî wek li her aliyê Kurdistanê bi coşeke mezin agirê Newrozê hestên neteweyî yên hemî Kurdên dilsoz û dildarê doza miletê xwe bilindtir dikir. Ji katjimêr 1100 heta 1300ê nivro vê ahengê dengê beşdaran bi asimanan dixist. Lîrilîr û govend û qêrîna gencan erd û ezman bi xwe ve hiltanî. Lê di dema axaftina Leyla Zana de ku  destanheva kurdan di rojevê de germ dikir, daxwaza tahamul û bêhnfirehîyê dikir de, mixabin erîşeke ne rewayî Cejna Newrozê, hate ser hildêrên Alaya Kurdistanê. Dîsa sed mixabin desteyek ku xwe bitenê xwediyê Newrozê dibînin , êrîş birine ser wan kesên ku Alaya Kurdistanê hildane. Lê hilgir û hildêrên Alaya Kurdistanê ji ya xwe nehatine xwarê û gef êrîşên hatine ser wan ji xwe bi dûr xistine. Gelê Kurd yên beşdarên Newrozê ev êrîşa nerewa qebûl nekirine û piştgirîya hilgirên Alaya Kurdistanê kirine. Pevçûn û destlepkîya di navbera beşdaran de ku negihaştiye asteke diltezîn cîhê şanaziyê ye. Lê belê Ew Alaya ku li her aliyî Kurdistanê dihête hildan êdî sembolên lokal û remzên rêxistinan di bin sîdana xwe dihêle. Qedrî Baran û gelek gêncên milê xwe dabûn hev û Alaya Kurdistanê hildane jor, hestên neteweyî li Bakurê welêt jî bilind dikin.

Cejna Newrozê Pîroz be!

Bi navê Qedrî Baran (Hemid Kilicaslan)

21 Adar 2010

 

 

Back to top button