Roja dawiyê ji serdana serokwezîr bo Tirkiyeyê

Di vê merasimê de, serokwezîrê Tirkiyeyê li hember başdarîkirina herêma Kurdistanê di Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê kêfxweşiya xwe nîşan da û tekîd li ser giringiya beşdarîkirin û rola herêma Kurdistanê a di warê aborî û enerjiyê de kir.
Di çarçoveyê resepsoynê de, Nêçîrvan Barzanî bi gelek beşdarbûyên Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê, siyaaetvan, aborînas, akademîk, rojnamevan û mediyayê re hevdîtin pêkanîn û di wan hevdîtinan de rewşa aborî, rol û îmkanên herêma Kurdistanê di warê hilbirîn, dabînkirina enerjiyê û ciyê herêma Kurdistanê li ser nexşeya cîhanê a enerjiyê minaqeşekirin.
Nêçîrvan Barzanî di wan hevdîtinan de, ji mêvanan re behsa tecrûbeya herêma Kurdistanê a di warê geşkirina rewşa aborî û karkirin bi sektora taybet re kir û di axavtina xwe de tekîd li ser rola sektora taybet di pêşxistina aboriyê de kir.
Heyeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ku, pêkhatibû ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve, di çarçoveyê Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê, beşdarî di gele panel, semînar û minaqeşeyan de kir.