Polîtîk

Barzanî û Davudoglu tekîd li ser têkeliyên aborî û enerjîyê kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re îro jî beşdarî di kar û xebatên Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de kir.
Di çarçoveyê beşdarîkirina çalakiyên Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê, îro piştî nîvro, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya.

Di civînê de, serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiyeyê tekîd li ser pêşdebirina têkeliyên Tirkiye û Kurdistanê kir û her du aliyan bi taybetî tekîd li ser hevkarî, hevahengî û pêwendiyên di warê aborî, enerjî û neftê de kir.

Di civînê de ku, Fereydon Sînîrlîoglu cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê, berpirsê dosyeya Rojhilata Navîn û Îraqê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayê yê Kurdistanê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûnmeta herêma Kurdistanê amade bûn, kirîza siyasiya Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêhatên Rojhilata Navîm hatin minaqeşe kirin.

Îro êvarê jî serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan dê resepsyoneke ji bo brprisên hemû heyetên beşdar di Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de kîr, amade bike û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê beşdariyê bike.

Weke tê zanîn di Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de îro Receb Teyîb Erdogan, serokê Flestînê û serokê Tunisê gotar pêşkeş kirin.

Back to top button