Cîhan
Suriyê bersiva Tirkiye da

Rêvebiriya Suriyê îro li paytext Şamê biryareke wek hemberîdanê da û di nav de Tirkiye jî heye, hin dîplomatên dewletên rojava “nûnerên nayên xwestin” îlan kir.
Rejîma Beşşar Esad di biryara xwe de îlan kir ku ew nûnerên ev dewletana naxwazin: Tirkiye, Amerîka, Awustralya, Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya, Îspanya û Qanada.
Piştî komkujiya Hulayê, Tirkiyê 72 saet mawe ji suriyê re danîbû ku dîplomatên xwe ji Tirkiyê vekişînin.
Rejîma Esad xwest ku, di demeke kin de, nûnerên ev dewletana ji Suriyê derkevin.