Polîtîk

MÎT : Yeşîl di emrê leşkeran de dixebitî

Mahmut Yildirimê ku bi navê xwe yê “yeşîl” tê naskirin û ku di gellek kûştin û karûbarên qirêj de navê wî derbas dibe, bi daxuyaniyeke MÎTê (Teşkilata Îstixbara Milî) dîsa di rojevê de cih girt.

Di derbarê lêpirsîna mirina Mîralay  Kazim Çillioglu de, serdozgeriya taybet a Meletyeyê ji MÎTê pirsîye, Yeşil li ser navê MÎTê xebitiye an nexebitiye, ku xebitiye di kêjan peywiran de û kengî xebitiye?

Bersiva vê pirsa serdozgeriyê ji MÎTê hat. Ji bo bersivandina pirsa serdozgeriyê MÎT nivîseke fermî dişîne û wiha dibêje, hatiye tesbît kirin ku, Mahmut Yildirimê bi navê kod “yeşîl” di dema mirina Mîralay Kazim Çîllîoglu de di bin fermana Fermandariyên Alaya Çewlik û Dêrsimê de xebitiye.

Kazim Çîllîoglu, 3ê Sibata 1994 an de di lojmana ku lê dima de mirî hatibû dîtin. Dûra hat îdiakirin ku wî întihar kiriye. Pirr salan dûra, kûrê wî careke din xwes ku mirina bavê wî were lêkolînkirin.    

Tê zanîn, hîn heta niha nehatiye zelal kirin, gelo Yeşîl dijî an na?  

Back to top button