Polîtîk

NB: Serpêhatiyan îspat kiriye pirsa PKKê bi çekan çareser nabe

Duhî roja duşemiyê (04.06.2012) li Stenbolê, li ser vexwendina fermî a hikûmeta Tirkiyeyê, Nêçîrvn Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di Foruma Aborî ya Cîhanî de kir. 

Her di çarçoveyê serdana xwe a bo Tirkiyeyê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji aliyê Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin û di hevdîtineke mişterek de li ser rewşa siyasiya Îraqê û herêmî gotûbêj kirin.

Di hevdîtin anavbera Barzanî û Erdogan de behsa xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê di hemû waran de hat kirin, bi taybetî her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya di warê aborî û enerjiyê de kir.

Li dor rewşa siyasiya Îraqê û ew kirîza siyasî a niha Îraqê tê de derbas dibe, her du aliyan tekîd li ser çareseriyên li gor destûra bingehîn a Îraqê kir.

Pirsa kurd û meseleya PKKê mijareke din a hevdîtina serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiyeyê bû. Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku, divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêya diyalog û aşitiyê bê çareser kirin:

– Tecrûbe û serpêhatiyan îspat kiriye ku, pirs bi rêya çek û leşkerî çareser nabe û bi tenê bi rêya aşitî û siyasî ew pirs tê çareserkirin.

Heyeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve pêk tê û dê beşdariyê di kar û çalakiyên Foruma Aborî ya Cîhanî de bikin.

Back to top button