Nivîsar

Kurd û AK Partî

Hilbijartina sala 2002an ku li Tirkiye siyaset jinûve hat serastkirin û hêla rast û çep hindik mabûn ji kurdan biqetin, AK Partî piştî ku Ocalan hat radestkirin, wekî partiya herî bihêz ji wê pêvajoyê derket.

Ji ber ku partiyên din tu çareserî pêşniyar nekirin, AK Partî bi taybet di sala 2007an de daxwazên guherînê baş xwend û bitenê ne di nav Tirkan de, di nav Kurdan de jî dengên xwe zêde kir.

Lê ev rewş di hilbijartina 2009an de berê xwe da BDPê. Di vê salê de hat dîtin ku pêwendiyên AK Partî kurdan zeîf bû. BDPê ew cihê xwe di sala 2011an de jî parast û hem dengên xwe hem jî jimara parlamenterên xwe zêde kir. Lê tevî hin rabûn û daketina û encamên hilbijartinê, dîsa jihev veqetana Kurd û AK Partî ne mewzû behse. Li gor fikra min di nav bera BDP û AK Partiyê qadek gewr hebû û di demeke nêzî de ji vê qadê derketina partiyek nû ne mimkun e. Ji ber vê jî belkî pêwendiyên AK Partî û Kurdan dê xorttir bibûya.

Lê wisa xwiya dike ku piştî komkujiya Roboskiyê û gotina ‘BDPiyan qelleş’ ti tişt weke berê namîne.

Kurd di nav bera siyaseteka kurd ku ji moderbûna Kemalîst têr dibû û Hizbullaha radîkal û paşeroja wê tarî de mabûn. Tu guman tunebû ku dê Kurdan bona demek dirêj dê berê xwe bidan AK Partiyê.

BDP xwe weke partiyeke bê mînak pêşwazî dike. AK Partî jî dibêje ‘ji xeynî min ti şansê we tune ye, an ez am jî PKK û Hizbullah, de kerem bikin hilbijêrin.’

Niha em di sala 2012an de ne û 11 sal ji sed sala komarê ma ye. Baş e emê bikaribin bihevre ber bi vê hedefê re bimeşin?

Di van 11 salan de qedera yekitiya me ya siyasî dê çawa biguhere?

Di sala 2023an de komar sed saliya xwe temam dike.

Piştî sed salan an Kurd û Tirk dê bi hev re sed sala Komarê dê pîroz bikin, an jî pêvajoya jihev veqetina herî mezin a sed salê dê dest pê bike.

Li ber Tirkiye 11 salên ku di bin siya  psîkolojiya didu neteweyên cüda de dê bibore.

Bona çareserkirinê hilbet gavên PKK û BDPê girîngin. Lê divê partiyên bihêz jî bona mafên Kurdan civaka Tirk qanî bikin.

Bê guman div î warî de AK Partî xebatên girîng pêk anî. Nasnameya Kurdan anî rojeva Tirkan. Pêwendiyên bi herêma Kurd re hatin pêk anîn, piştgiriya ji welatiyên Kurd, li herêmê di warê aboriyê başbûn, di qada çandê gavên hatin avêtin, li derşyê Haburê zêdebûna bazirganiyê, bi saya GAPê li Urfa û derdora wê geşbûna aboriyê û mîrata pêwendiyên nû yên bi Kurdan re, bi rastî pir girîngin.

Lê partiya ku wê mîratê pêk anî, div ê sala dawî de li cihê xwe de sekiniye. Gotina ‘BDPiyên Qelleş’ derî nîşana Kurdan dike, lê di hela neyînî de…

Xwezî çênebûya, lê komkujiya Qilebanê bona normal kirina pêwendiyan firsetek başe.

Divê fikra neteweperestin tirkan a ‘rehet na sekinin, her car serî hildidin, qaçaxçîtiyê dikin, jixwe nabin Tirk’ êdî biguhere.

Hilbet ev jî têrê nake.

Divê Kurdên ku dema li ser asîmanên Diyarbekir û Hekkarî F-16yan dibinin, ji tirsa ziravê wana diteqe, pêbawerbin ku dewleta welatiyê wê ne, carek din wana bombebara nake.

Orhan Miroğlu

Taraf/Xeberênkurdi.com

Back to top button