Polîtîk

Gavek girîng, hevdîtina AKP û CHP

Li Tirkiyê pakêta pêşniyaran a CHPê, biçûk be jî hêviyek derxiste holê. Ger berjewendiyên partiyan li pêş çareseriyê nebine asteng, dibe ku di rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd de gavên girîng bêne avêtin û di demeke dirêj de be jî encam bêne girtin. 3 Partiyên di parlementoyê de ne, CHP, BDP û AKP ku girîngiyê bidine rê û rêbazên çareseriyê, di demeke kin de pêkan e ku çek bêdeng bibin. Di nêvengeke ku çek hatine rawestandin de, gotûbêjkirin û lihevkirin hîn hêsan e. Ji bo vê jî, di rayagiştî de hevdîtina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi baldarî tê şopandin. 

CHPê, bi pakêta amadekirî û pêşkêşî meclîsê kirin, gaveke hêja avêt. Her çiqas samîmiyeta CHPê tê test kirin jî, nîyet jî qasî gav avêtinê bi qîmet e. Ne tiştên zor in. Bes ku bi nîyeteke baş û a ser partiyan re hebe. Ger pêşniyara CHPê were qebûl kirin û di bin bana meclîsê de “komisyona lihevkirina civakî” were avakirin, wê rê ji bo avakirina “koma mirovên aqîl” jî veke.  Her du komisyon, li meclîs û derveyî meclîsê, li ser çareseriyê wê bixebitin û gavên pratîk bavêjin.   

BDP jî, di daxuyaniyên xwe de dibêje, em vê gavê girîng dibînin û CHPya ku ji Dadgehên Îstiklalê û Teqrîra Sukun hatiye vê têgehê, em dixwazin bipên û bibînin. 

Her sê partî jî, berî hevdîtina Kiliçdaroglu û Erdogan hêviyeke biçûk be jî diçirûsînin. Ger hevdîtin veguhere gaveke şênber, di rêya çareserkirina pirsgireka Kurd de rojên baş em karin hêvî bikin. 

Îro, Serokê CHPê û Serokwezîr Erdogan di hevdîtina çareseriyê de wê werine cem hev. Hevdîtin, ji aliyê rayagiştî ve bi meraq tê şopandin. 

Back to top button